Pêncşem, 8 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DFG’ê Gûrbetellî Ersoz bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Tevgerê: Li pêşiya azadiya Rêber Apo ti astengî nemaye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kalkan: Divê em ji bo têkoşîna sala 29’an armancên mezin deynin pêşiya xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    KON-MED’ê li dijî komploya 9’ê Cotmehê banga tevlîbûna çalakiyan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Oznûr Bartin:: Kurd yek jî hîmên esasî yên paşerroja demokratîk a vî welatî ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 8’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Hewlêrê çeteyekî DAÎŞ’ê hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bêdengiya li hemberî talankirina xwezayê sûcekî mezin e

    Ji aliyê Stêrk TV

    PDK ji bo rêyên li xaka xwe, destûr ji Tirkiyeyê digre

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkukê ceza li mamosteyê ku posterê şehîd Ziyad Heleb daleqandibû, hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Riza Altûn li Mexmûrê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqubeta rahênerê Kurd ê li Dehgolanê hat binçavkirin nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    PAJK: Azadiya Rêber Apo temînata aştiyê ya li Rojhilata Navîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Tehrîka neheq ji bo sûcdaran vediguhere mekanîzmayeke parastinê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Ji dema Gurbetellî heta îro têkoşîna rojnamegerên jinên Kurd didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêbertî hîn bi xurtî bilêv bikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Biryara AYM’ê dikare bibe sedem ku dema jin cihê bû, xwe hîn bêhtir bêçare bibîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeda Bîr û Edaletê ya Jinan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Rojnamevan Ciwana Cûma qala berxwedana gel a li Tişrînê kir
Rojava

Rojnamevan Ciwana Cûma qala berxwedana gel a li Tişrînê kir

Ji rojnamevanên ku berxwedana li Bendava Tişrînê dişopînin Ciwana Cuma got, "Gelek heye ku teslîmiyet red kiriye û berê xwe li serketinê ye. Bi gotina 'Em ji mirinê mezintir in' helwestekê nîşan dide."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 29. Çile 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Rojnamevan Ciwana Cûma anî ziman ku gelê ku li bendava Tişrînê li ber xwe dide, piştî rakirina birîndaran dîlana xwe didomîne û wiha axivî: “Dîlana ku tê girtin, ji dewleta Tirk re mesajek bû; ligel êrîşan wê berxwedana me bidome.”

Bendava Tişrînê û pira Qereqozaxê ji hedefa sereke ya êrişên dewleta Tirk ên dema dawî ye.  Ji 8’ê Kanunê vir ve gelê Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê tevlî berxwedana QSD’ê dibe û ref bi ref li Tişrînê nobetê digirin. Di encama bombebarana dewleta Tirk de heta niha zêdeyî 20 sivîl şehîd bûn û ji 200’î zêdetir welatî jî birîndar bûn. Rojnamevan Ciwana Cûma ya ku berxwedana gel a bendava Tişrînê û şer dişopînê, ji ANF’ê re axivî.

HER KES DI NAV VÊ BERXWEDANÊ DE YE

Ciwana Cûma anî ziman ku dayîk û bavekî zaroka xwe li malê hişt û tevlî berxwedanê bûn. Di wê di berxwedanê de jî digihîjin şehadetê. Ev yek li vir tê dîtin. Ciwana Cûma ev yek parve kir: “Kale ku bi gopal dimeşe û 75 salî ye, bi halê xwe yê nexweş ji bo enerjî û ava xwe biparêze tê û nobetê digire. Dayîkek 80 salî ligel ku ji ber êrîşan koç kiriye, bi halê xwe yê nexweş ber bi bendavê ve dimeşe. Îro li vê xakê ji 7 heta 70 salî her kes, di nav berxwedanê de ne û çi ji destê wan tê dikin.”

GELÊ KU BERÊ XWE LI SERKETINÊ YE

Ciwana Cûma gotina dayîkekê bi bîr xist ku gotibû, “Em ji mirinê mezintirin’ û wiha dewam kir: “Ev gotin îro li bendavê helwesta gel raber dike. Komkujiya ku dagirker pêk anîn, azweriya gel hîn zêdetir kir. Konvoyên ku diçûn bendavê nesekînin, hîn jî diçin. Her yek, hîn ku negihîştiyê vir, di rê de tê hedef girtin. Lê nikare li pêşiya vê berxwedanê bibe asteng. Konvoyên ku di rê de tên hedefkirin, bi meş xwe digihînin bendavê. Ez cewhera gelê ku teslîmiyetê red dike û berê xwe dide serketinê dibînim. Gel piştî êrîşan birîndarên xwe radike û dîlana xwe didomîne. Govenda ku tê gerandin ji dewleta Tirk re mesajek bû; ligel êrîşan wê berxwedana me bidome.”

ŞEHADETA MENÎCE Û BAVÊ TEYAR

Di 17’ê Çilê de ji Qamişloyê Bavê Teyar û Menîce Heyder xwe gihandin bendavê ku vê yekê ruhê berxwedanê zindî kir. Ciwana Cûma ji bo herdu şehîdan ev yek anîn ziman: “Dayîka Menîce, bi moral û coşekê mezin hat vê derê. Temenê wê pêş de çûbû, lê ruhê wê ciwan bû. Kenê li rûyê wê û kelecanê ku li hundirê wê ji derdorê jî belav bû. Bavê Teyar ji bo berxwedanê mezintir bike, skeçek amade kiribû. Wê 18’ê Çileyê pêşkeşî gel kiriba. Lê wê rojê, ji ber êrîşa dagirkeran skeca xwe nikarîbû pêşkeş bikira. Gel piştî êrîşan birîndarên xwe rakir şûnde dubare hat gel hev. Dest bi dîlanê kirin û berxwedana xwe domandin. Lê carekê din bûn hedefa dagirkeran. Ew roj, berxwedana Tişrînê, tilîliyê dayîkan, dîlana gelan û dirûşmeya wan hîn mezintir bûn. Dirûşmeyên, ‘wê bendav tu carî ji dewleta Tirk re nebe yar’ berz bûn.”

BI RUHÊ CÎHAN Û NAZIM ŞOPANDIN

Ciwana Cûma bal kişand ser rojnamevanên ku berxwedana Tişrînê dişopînin û tê hedef kirin û wiha axivî: “Dagirkeran, dixwazin rastî dernekeve holê. Dema her komkujiya dagirkeran tên belge kirin, pênûs û kemeraya Cîhan û Nazim di qadê de tê jiyandin. Cîhan û Nazim li hemberî êrîşan sekînin û her tişt belge kirin. Me bi ruhê wan ev berxwedan û êrîş ragihandin. Dibe ku hedef girtina hevalên me yên rojnamevan cihê xemginiyê be, lê dema her hevalê me tê hedef girtin, biryardariya me ya xwedî derketina ked, mîrate û berxwedana wan xwedî derketinê mezintir dibe. Ev êrîş, hêrsa me ya li hemberî dagirkeran zêdetir dike.”  

TENÊ DAXUYANÎ TÊR NAKIN

Ciwana Cûma saziyên ku mafê rojnamevana  diparêzin û tenê daxiyaniyê bisînor dimînin rexne kir û wiha dawî li axavtina xwe anî: hin hevalên me yên rojnamevan birîndar bûn, hinek jî şehîd bûn. Li hemberî van êrîşan tenê daxiyanî dayîn têrê nake. Gotina hin saziyan, em mafê rojnamevanan diparêzin jî têrker nîne. Armanca esasî ya rojnamevanan rastî anîna ziman e. Ev erk û berpirsyariya me bi êrîşan tê xwestin ku were astengkirin. Ji lewra tenê daxiyaniyek dayîn têrê nake, dive hesap ji êrîşakariya dagirkeran were pirsîn.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HESEKÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Em ê Berxwedana Tişrînê heta dawiyê dewam bikin’
Nûçeya Pişt re Şervanên YPJ’ê: Berxwedana gel hêzê dide me
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

YPJˊê nasnameya Fermandar Sîdar Efrîn eşkere kir

YPJˊê nasnameya Fermandar Sîdar Efrîn ku di 18’ê Çileyê de li Tebqayê di şerê li…

Ji aliyê Stêrk TV

Dayikên Şemiyê ji bo Maksut Tepelî kom bûn

Dayikên Şemiyê, vê hefteyê aqûbeta Maksut Tepelî pirsîn ku 41 sal berê ji aliyê dewleta…

Ji aliyê Stêrk TV

Şervanên jin li dagirkeran xist: Dagirkerek hat kuştin û pergala radarê hat rûxandin

Şervanên jin ên Meclîsa Leşkerî ya Serêkaniyê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li herêma Cizîrê çalakiyên li dijî komployê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Ji gaziyên Kobanê soza parastina nirxan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Xelkê Kobanê 2 şehîdên xwe spart axê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

YRA’yê Roja Rojnamevanên Jin ên Kurd pîroz kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?