În, 27 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Enqereyê salvegera damezrandina PKKê hat pîrokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Divê statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê were parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li ber Wezareta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş di roja 10’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê wê di mitînga karkeran de bimeşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji pêkhateyên 1001 îmze ji bo pêvajoya aştî banga wekhevî û ‘mafê hêviyê’ hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi Devlet Bahçelî re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Rêber Apo û xeta PKK’ê wê bi tevahiya mirovahiyê bide qezençkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bi yekrêzî û yek helwestiyê destketiyên neteweyî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên PDK’ê li Soranê rojnamevanek û 2 welatî binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendevanên Mexmûrê bi meşaleyan kareografiya Hakî Karer çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hikumeta Herêma Kurdistanê: Em zimanê leşkerî û gefan red dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    REPAK: Divê demildest mafê hêviyê were bicihanîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyê jinek hat kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê jin li dijî tundiyê li qadan bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demirel: Jin wê bibin ‘çavê sêyemîn’ ê pêvajoyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyman Viyan: Jin êdî mexdûr nînin, pêşengiyê ji têkoşînê re dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Rojnamevanên jin ên girtî: Wê nekaribin çapemeniya azad bêdeng bikin
Jin

Rojnamevanên jin ên girtî: Wê nekaribin çapemeniya azad bêdeng bikin

Rojnamevanên jin ên ji ber qetilkirina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn protesto kirin hatin girtin gotin, "Em ê her binivîsînin. Wê nekaribin çapemeniya azad bêdeng bikin. Wê nekaribin pêşî li ragihandina rastiyan bigirin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 26. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên ku geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dişopandin, di 19’ê Kanûnê de li ser rêya di navbera Bendava Tişrîn û Bajarokê Sirrîn ji aliyê Balafirên Bêmirov ên Çekdar (SÎHA) ên dewleta Tirk a dagirker ve hatibûn qetilkirin. Rojnamevan û parazvanên mafên mirovan ên ku ji bo protestokirina êrîşê kom bibûn, hatibûn binçavkirin. Ji binçavkiriyan 7 rojnamevan û 2 kes bi îdîaya “propaganda rêxistinê kirine” hatin girtin. Nûçegihanên jin ên girtî Gulîstan Dûrsûn, Nûçegihana ETHA’yê Pinar Gayip û Nûçegihana Rojnameya Sendîkaya Têkoşînê Serpîl Unal bi rêya parêzerên xwe peyam şandin.

‘BERDÊL ÇI DIBE BILA BIBE EM Ê HER BINIVÎSÎNIN’

Gulîstan Dûrsûn got, “Bi van girtinan re hewl didin êrîşên li hemberî Rojava veşêrin. Lê belê ne Nazim ne jî Cîhan herdu hevrêyên me dev ji heqîqetê bernedan û rastiya li Rojava ji cîhanê re ragihandin. Em ê îro mîrateya ku wan li du xwe hiştiye, bidomînin. Em li ku dibin bila bibin, berdêl çi dibe bila bibe em ê her binivîsînin û wêneyan bikêşin.”

‘DEMA DENGÊ GELAN RADIGIHANDIN ŞEHÎD BÛN’

Nûçegihana ETHA’yê Pinar Gayip, jî destnîşan kir ku ew ê dev ji têkoşîna xwe bernedin û wiha got, “Ji ber me hevpîşeyên xwe yên nemir bibîr anî, em hatin girtin. Ev girtin ne bûyereke ku nedihat bendewarkirin. Nazim û Cîhan dema ku dengê gelê Rojava yê ku tê xwestin ji aliyê emperyalîstan ve bê fetisandin bidin bihîstandin, şehîd bûn. Bibîranîna wan û meşa li ser rêya wan ji bo me rûmet e. Nazim û Cîhan Rojava ne. Çapemeniya azad nayê bêdengkirin.”

‘WÊ NEKARIBIN ÇAPEMENIYA AZAD BÊDENG BIKIN’

Serpîl Unal jî ev tişt anî ziman: “Hewce nake li her devera cîhanê şer hebe, herî zêde zext li ser rojnamevanan tê kirin, ew rastî êrîşan tên. Li vir jî ji ewil êrîşî rojnamevanên azad dikin. Weke rojnamevan em tevî binçavkirin, girtin, êşkence û kuştinan jî dixebitin. Lê divê ev yek jî baş were zanîn ku dê nekarin Çapemeniya Azad bêdeng bikin. Dê nekarin pêşî li ber bihîstina rastiyan bigirin. Dê her tim kesên cihê me digirin hebin. Ez hezkirinên xwe ji kesên em bi tenê nehiştin re dişînim. Spas dikim.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Girtîgeha Dûmlûyê ya li Erziromê veguheriye êşkencexaneyê
Nûçeya Pişt re Bi wêneyan liv û tevgera rojane ya xelkê Kobanê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Şoreşa Jin Jiyan Azadî mîhenga sedsala jinê ye’

Fermandariya HPJ’ê bi wesîleya salvegera şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ daxuyaniyeke nivîskî da û got: “Xwedî…

Ji aliyê Stêrk TV

Hevşaredarên Wêranşarê xwestin mufetîş lêkolînê bikin

Hevşaredarên Şaredariya Wêranşarê ya DEM Partiyê diyar kirin ku deynê şaredariyê yê ku heta niha…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Kuştina jinan bi îdîaya xwekuştinê nikare bê nixumandin’

Platforma Jinan a Wanê ji ber mirina bi guman a sê jinan a nava hefteyekê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Enqereyê salvegera damezrandina PKKê hat pîrokirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî: Divê statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê were parastin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

27’ê Mijdarê li gelek bajaran hat pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Hesekê êrîşa li dijî dewriyeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Welatiyek şehîd bû

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?