Ji beşdarên Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê ku li bajarê Haelen ê Hollandayê tê lidarxistin, Ronda Tayfûr pêvajoya naskirina Jineolojiyê, tecrûbeyên têkoşîna azaidya jinê û nîqaşên di konferansê de ji ANF’ê re nirxand.
Ronda Tayfûr ku li Swîsreyê di bin sîwana Tevgera Jinên Kurd de kar dike, anî ziman ku Jineolojî ne tenê qadeke teorîk e, perspektîfeke welê pêşkêş dike ku mirov bi rengekî cuda karibe nêzî pirsgirêkên li nava qada jiyana rojane bibin.
Ronda Tayfûr diyar kir ku sala 2014’an dema ku li Stenbolê diçû zanîngehê Jineolojî nas kir û got, atolye û nîqaşên ku wê demê tevlî bû, kir ku bibe xwedî nêrîneke nû.
Ronda Tayfûr got, “Piştre min bi nêrîna Jineolojiyê li her qada jiyanê nihêrî, pirsgirêkên xwe bi nêrîna Jineolojiyê çareser bike. Jiyan pirreng e. Lêgerîneke bi tenê ya azadiyê nîne. Ji bo çareseriya pirsgirêkan lêgerîneke bi tenê ya çareseriyê nîne. Mirov bi nêrîna ji paceyên cuda dikarin çareser bikin.”
Ronda Tayfûr ragihand ku malbata demokratîk û civaka demokratîk ew têgînin ku demeke dirêj e ji aliyê tevgera jinê ve têne nîqaşkirin û diyar kir ku konferans wê derfetê dide ku van nîqaşan bi perspektîfa Jineolojiyê jinûve binirxînin.
Di dewama axaftina xwe de Ronda Tayfûr anî ziman ku di konferansê de wan li ser bandora reel sosyalîzmê nîqaş meşandin û got, “Mirov tenê di kêliyê de namîne. Hewl dide têkiliyê di navbera karên xwe de dîne. Qet nebe hewl dide plan û bernameyekê çêbike. Ev jî ji bo me tiştekî hilberîner e, tiştekî afirîner e.
Her çend em karên civakî dimeşînin jî mirov dema ku bi vî rengî li hev dicivin, têdigihêjin ku hîn qalibên nehatinen şikandin hene, hîn fikir hene ku nehatine ser ziman.”
Ronda Tayfûr ragihand ku konferans ji bo wê bûye wesîleya lêpirsîn û nirxandinên nû.

