Ji beşdarên konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê ya bi rojeva “Di avakirina jiyana komînal û demokratîk de rola Jineolojiyê” li bajarê Haelen ê Hollandayê hate lidarxistin, endama Akademiya Jineolojiyê Kira Legerhausen tecrûbeya 12 salan a Jineolojiyê ya li Ewropayê, nîqaşên li konferansê û armancên serdema nû ji ANF’ê re nirxand.
Kira Legerhausen ku ji Elmanyayê beşdarî konferansê bû, anî ziman ku karên Jineolojiyê yên li Ewropayê gihîştiye qonaxeke nû û diyar kir ku di vê rêbazên heta niha, lêkolîn û şêweyê rêxistinbûnê jinûve bêne nirxandin.
‘EM DI PÊVAJOYEKE NÛ YA AVAKIRIN, GUHERÎN Û VEGUHERÎNÊ DE YE’
Kira Legerhausen kêfxweşiya xwe ji ber lidarxistina Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê anî ziman û bi bîr xist ku karên li Ewropayê xwedî rabirdûyeke ji 12 salan e.
Legerhausen got, “Ji ber ku me derfet dît ku vê konferansê lidar bixin ez gelekî kêfxweş im. Ez Kira, ji Elmanyayê hatim. Karên Jineolojiyê yên li Ewropayê ketiye nava pêvajoyeke gelekî girîng. Ev yek pêvajoya jinûve avakirin, guherîn û veguherînê ye. Ji bo me gelekî girîng e.
12 sal in em li Ewropayê karên Jineolojiyê dimeşînin. Di vê demê de me gelek tişt afirand, rê û rêbazên cuda ceriband. Li Elmanya, Fransa, Spanya û gelek welatên cuda me kar kir. Jineolojiyê xwe gihand qadên cuda.
Em niha dixwazin rêbazên xwe, tezên xwe û karên xwe jinûve binirxînin. Em dixwazin di çarçoveya perspektîfên xwe yên beriya niha danîn holê de hin guhertinan bikin.”
‘EM HEM DIXWAZIN KARÊN XWE BERFIREH BIKIN HEM JÎ KÛR BIKIN’
Kira Legerhausen bal kişand ser pêvajoya pêşketinê ya Jineolojiyê li Ewropayê û anî ziman ku konferansên li Paris, Stockholm û Kolnê ji aliyê gihîştina derdorên civakî yên cuda ve girîng bû.
Legerhausen diyar kir ku bi aktîvîstan û jinên ji gelên cuda re têkilî hate danîn û destnîşan kir ku di dema nû de divê rêbazên kar jî bê guhertin.
Legerhausen got, “Em dixwazin rêbazên xwe yên kar ên heta niha jinûve biguherînin. Em dixwazin karên xwe hem berfireh bikin hem jî kûrtir bikin.
Em êdî gihîştine wê astê ku qala komînan dikin. Komîn tê çi wateyê? Komîn tê wê wateyê ku mirov li hev kom bibin, pirsgirêkên xwe nîqaş bikin û çareseriyên hevpar ji van pirsgirêkan re peyda bikin.
Yek ji wezîfeyên bingehîn ên Jineolojiyê jî ev e. Afirandina çareseriyê ji pirsgirêkên civakî yên jinan re, di heman demê de lêkolînkirina sedemên van pirsgirêkan.”
Kira Legerhausen destnîşan kir ku divê pirsgirêkên jin lê rast tên ji aliyê sedemên xwe yên civakî û dîrokî ve bêne lêkolîn û got, girîng e lêgerînên li welatên cuda yên Ewropayê têne kirin, di asta xwecihî de bê xurtkirin.
Legerhausen işaret bi pirsgirêkên ku jin ên ciwan pê re rû bi rû dimînin kir û anî ziman ku pêşketina teknolojîk û medya civakî bandoreke girîng li jiyana jinan dike.
Legerhausen got, “Jin ên ciwan bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Em di demeke welê de ne ku teknolojî gelekî bi pêş ketiye. Medya civakî bandoreke gelekî mezin li jin ên ciwan dike. Ev jî weke pirsgirêkeke girîng derdikeve pêşiya me.
Di heman demê de komkujiyên jinan rû didin. Li welat û bajarên cuda yên Ewropayê em li van pirsgirêkan rast tên.
Ji ber vê jî divê em êdî çareseriyan biafirînin. Ji bo vê jî divê em bi saziyên cuda re bixebitin. Girîng em fêhm bikin bê pirsgirêkên civakî yên jinan çi ne û çawa dikarin van biguherînin.”
‘EM DIXWAZIN KOMÎNÊN LÊKOLÎNKIRINA JINEOLOJIYÊ AVA BIKIN’
Kira Legerhausen destnîşan kir ku karên Jineolojiyê divê li ser bingeha rêxistinbûna komînal bê pêşveibirin û got, li gel komînên lêkolînkirinê ew dixwazin rêxistinbûnên nû li qadên çand û hunerê pêk bînin.
Bi dewamî got, “Weke Jineolojî em dixwazin komînên lêkolînkirinê ava bikin. Dibe ku em komînên çand û hunerê jî ava bikin. Em dixwazin bi rêbazên cuda karên nû bikin û van jî mayinde bikin.
Di vê pêvajoyê de ev kar xwedî girîngiyeke mezin e. Em dibînin ku li her devera cîhanê krîz û kaos hene.
Divê em êdî hinekî bisekinin û jinûve destpê bikin, xwe jinûve ava bikin. Ji bo vê jî beriya her tiştî divê em pirsgirêkên xwe fêhm bikin.”
‘MALBATA DEMOKRATîK Û VEGUHERÎNA MÊR GIRÎNG E’
Kira Legerhausen anî ziman ku yek ji heft atolyeyên konferansê li ser mijara malbatê bû û destnîşan kir ku nîqaşên li ser malbata demokratîk bi taybetî di nava mercên dîasporayê de girîng e.
Legerhausen ragihand ku ew li Elmanyayê ji dayik bû, mezin bû, dayik û bavê wê jî Elmanyayî ye û diyar kir ku têkiliyên malbatê divê di nava mercên çandî û civakî yên cuda de bê nirxandin.
Legerhausen anî ziman ku civakên Kurd û Êzidî yên li dîasporayê xwedî pirsgirêkên cuda ne û got, “Mirovên ku neçar man ku ji welatê xwe koç bikin, dûrî xaka xwe bijîn, di nava malbatê de jî li pirsgirêkên cuda rast tên.
Ji ber vê yekê divê em mijara malbatê hîn bêhtir nîqaş bikin. Me li konferansê ev mijar nirxand û ji niha û pê ve jî em dixwazin li ser bisekinin.”
Kira Legerhausen destnîşan kir ku yek ji sernavên bingehîn ên nîqaşên malbata demokratîk veguherîna mêr e û got, “Me beriya niha li ser kuştina mêrtiyê û veguherîna mêr nîqaş kirin. Lê belê di vê mijarê de me heta niha nekarî çareseriyên têrker bibînin. Lewma divê ji niha û pê ve em li ser vê mijarê jî bisekinin.”
‘PERWERDEYA ZAROKAN PAŞEROJÊ DIAYR DIKE’
Legerhausen anî ziman ku sernavekî din ê girîng ê konferansê jî pedagojî bû û destnîşan kir ku perwerdeya ciwan û zarokan di karê Jineolojiyê de xwedî cihekî bingehîn e.
Legerhausen got, “Mijareke din a konferansa me pedagojî bû. Perwerdeya ciwanan û bi taybetî perwerdeya zarokan gelekî girîng e. Ji ber ku zarok paşeroja me ne. Şêweyê perwerdekirina zarokan şêweyê paşeroja me diyar dike. Ji ber vê yekê jî weke Jineolojiyê divê em nîqaş bikin ku di perwerdeyê de divê kîjan rê û rêbaz bê meşandin.
Bi kîjan rêbazê em dikarin bigihêjin armanca xwe? Ne tenê mirovên li welatên cuda em bi çi rengî dikarin xwe bigihînin civaka xwe û mirovên li derdora xwe?
Mînak em bi cîranê xwe re dikarin têkiliyeke çawa dînin? Ev jî meseleyeke pedagojîk e.
Lewma divê em karên xwe yên perwerdeyê jinûve binirxînin, diyar bikin bê gihîştine kîjan astê û ji niha û pê ve çawa dikarin bi pêş ve biçin.”
‘DIVÊ EM DÎROKA JINÊ YA NEHATIYE NIVÎSANDIN DERXÎNIN HOLÊ’
Kira Legerhausen ragihand ku di konferansê de wan karên li qada çand û hunerê jî nirxandine û işaret bi girîngiya lêkolînkirina tecrûbeyên têkoşînê û dîroka jinê kir.
Legerhausen ragihand ku dîroka jinê bi giranî bi feraseta serweriya mêr hate nivîsandin û got, “Di konferansê de yek ji mijarên ku me nirxand ççand û huner bû. Me bîra jinan, dîroka jinan û têkiliya vê dîrokê ya bi têkoşînê re nîqaş kir.
Armanca me ew e ku dîroka jinê hîn baştir fêhm bikin. Ji ber ku dîroka jinê bi giranî nehatiye nivîsandin. Dibe ku ji bo vê derfetên pêwîst tine bû. Lê belê dîrok bi giranî ji aliyê serweran ve hate nivîsandin. Mêr ên ku dewlet bi rê ve birin dîroka xwe nivîsandin.
Dîroka jinan, bndestan û têkoşeran bi têrkerî nehate nivîsandin. Ji ber vê jî divê em vê dîrokê jinûve ronî bikin. Karên çand û hunerê, stran û vegotinên devkî di vê mijarê de dibe ku bibe çavkaniyekî girîng. Mînak di stranan de dîroka jinan çawa derdikeve holê? Ev ji bo Jineolojiyê qadeke girîng a lêkolînê ye.”
‘PÊWÎSTE EM CIHÊRENGIYA ÇAND Û ZIMAN BIPARÊZIN’
Kira Legerhausen bal kişand ser girîngiya parastina cihêrengiya çandî û qala bandora feraseta netewe-dewletê ya li Elmanyayê li ser çand û zimanên cuda kir.
Legerhausen got, “Elmanya ji aliyekî ve weke goristana çand û zimanan dikare bê nirxandin. Ji ber ku bi feraseta netewe-dewletê gelek tişt hate yekkirin. Çand û kevneşopiyên cuda di asteke mezin de ji nedîtî ve tên. Îro hin hêmanên çandî û kevneşopiyên berê ji aliyê derdorên rastgir û faşîset ve li gorî feraseta wan derdikevin pêş.
Weke Jineolojî yek ji wezîfeyên me ew e ku van nirxên çandî bi perspektîfeke şoreşgerî jinûve raxin pêş çavan.”
Kira Legerhausen ragihand ku divê Jineolojî ne tenê di berpirsyariya hin kesên li vê qadê de bimîne û destnîşan kir ku her kesên beşdarî konferansê bûn, bal kişand ser girîngiya wê yekê ku Jineolojî di her karên civakî de dikare weke rêbazekê bê bikaranîn.

