Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Rûken: Zîlan bersiva herî mezin a li dijî konsepta îmhayê ye
Rojane

Rûken: Zîlan bersiva herî mezin a li dijî konsepta îmhayê ye

Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Zêrîn Rûken şehîd Zîlan bi bîr anî û got, "Zîlan li dijî konsepta îmha û înkarê, li dijî komplo û şerê qirkirinê bersiva herî mezin e."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 30. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Endama Konseya Rêvebera  KJK’ê Zêrîn Rûken têkildarî girîngiya çalakiya fedaî ya şehîd Zîlan (Zeynep Kinaci) axivî ku di 30’ê Hezîrana 1996’an de li Dersimê pêk anî.

Rûken di salvegera 28’an a şehadeta wê de şehîd Zîlan bi bîr anî û got, “Zeynep Kinaci felsefeya azadiyê ya Rêber Apo bi rengê herî xurt û têgihiştî fêhm kir, weke jineke bi ruhê azad û serhildêr ê Meletiyê li dijî polîtîkayên qirkirinê di 30’ê Hezîrana 1996’an de li Dersimê çalakiya fedaî kir. Bi çalakiya xwe di dîroka têkoşînê ya jinên Kurd de bû nav û xeta vejînê.

Hevala Zîlan bi çalakiya xwe bû manîfestoya xwedawendiya azadiyê û navê jiyana azad. Fermandara pêşeng hevrê Zîlan li dijî komploya ku di sala 1996’an de li dijî Rêber Apo hate kirin bi çalakiya xwe sekna demê diyar kir. Nûnerên xeta Zîlan îro li her derê bi pêşengiya YJA Starê li iyê di çeperan de şer dikin. Li her parçeyên Kurdistanê çalakiyê dikin, li zindanan li ber xwe didin. Li qada civakî weke kesayetiya avakirina xeta modernîteya demokratîk bi pêşengiyeke mezin radibin. Ya ku çalakiyeke bi vî rengî bi hevrê Zîlan da kirin hezkirina wê ya li jiyana azad bû. Tenê yên ku ji jiyana azad hez dikin dikarin çalakiyeke bi vî rengî ya mezin bikin. Gerîlayên azadiyê yên ku îro li çar parçeyên Kurdistanê li ser vê xetê bi lehengî şer dikin bi hezkirinê silav dikim.

Zîlan bi çalakiya xwe ya fedaî bû sekn û dilxwaziya azadiyê ya jinan. Îro ev xet veguyeriye bi hezaran fermandarên Zîlan. Hevrê Zîlan navê xwegihandina bilind a di xeta Rêbertî de ye. Meşa li ser xeta fermandara mezin Zîlan, ji bo hemû jinên ku dilê wan ji bo azadiyê lê dide, sekneke biryardariya azadiyê ye. Îro di meşa ber bi şoreşa Jin, Jiyan, Azadî de weke şopdarên fermandara mezin hevrê Zîlan divê em armanca azadiya mezin pêk bînin û bi rengekî xurt tevlî bibin. Em Zîlan Pepûle jî bi bîr tînin ku di heman demê de li Rojhilat şehîd bû. Li Rojhilat veguherî sekneke mezin a têkoşînê. Bi şoreşa Jin, Jiyan, Azadî veguherî pêşengiyê.”

RÊBERTÎ HÊVIYA AZADIYÊ YA JIN Û GELAN E

Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Zêrîn Rûken bal kişand ser pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, “Pîvana serxistina kampanya azadiyê ya ji bo Rêber Apo ew e ku em wezîfeyên xwe yên demê pêk bînin û bi rengî Zîlan tevlî bibin. Li her derê bêyî naskirina astengiyan divê em ji bo azadiya Rêber Apo seferber bibin. Îro li Zap, Avaşîn, Metîna, Behdînanê bi hezaran Zîlan, Rojhat, Erdal, Axîn Mûş, Bêrîtan Çiya hene. Lewma di xeta fedaîtiyê de, bûn fermandarên me yên mezin ên azadiyê. Mîna Êriş, Andok, Doga, Zinar, Eylem, Rûken, Sara, Erdal û Rojhat bi hezaran fermandarên me yên fedaî, weke şopdarên mîrateya bilind a Zîlan, Sema, Gulanan çalakiyên mezin pêk anîn û bûn fermandarên me yên serketinê.

Zîlan li dijî konsepta îmha û înkarê, li hemberî komplo û şerê qirkirinê bersiva herî mezin e. Îro bi kampanya azadiyê re em ê têkoşîna xwe ya j ibo şikandina tecrîda li ser Rêber Apo bi rengê Zîlan bimeşînin û rejîma faşîst a AKP-MHP’ê hilweşînin. Rêber Apo ji bo jin û gelê Kurd hinceta jiyanê ye. Li dijî hêzên hegemonîk divê em destnîşan bikin ku hebûn û azadiya Rêberê me bi azadî û hebûna ciwanan, jinan, gelan bûye yek. Îro li her derê bi sekneke çalak a li dijî êrişên hêzên serwer em dikarin pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mezin bikin. Di vî şerê azadiyê de li ser bingeha stratejî û têkoşîna hevpar a berfireh em dikarin li her derê eniya antî kapîtalîst ava bikin û bi ser bikevin.

Rêberê me hêviya azadiyê ya jin û gelan e. Her roj di her kêliyê de vê hêviyê zindî dihêle. Hêviyê mezin dike. Di rastiya Rêber Apo de kesayetiay Zîlan rastiya serxistina xwedawendiya azadiyê ye. Rastiya Zîlan a xwedawend a bi çalakiya fedaî ew xet e ku felsefeya azadiyê herî baş pejirandiye û bûye hevrêtiya herî rast a bi Rêber Apo re. Di 6’ê Gulana 1996’an de li hemberî Rêber APo sûîqestek hatibû kirin. Weke bersiva li hemberî vê eykê, asta têkoşîna azadiyê ya jinê, têkiliya navbera Rêbertî û jinê herî zêde bi çalakiya mezin a hevrê Zîlan hate pêkanîn. Fermandar Zîlan li hemberî êrişa li ser Rêbertî bê çare û bêdeng nema, tevî ku gerîlayeke ji salekê jî bû bi taktîkeke gelekî afirîner, bi rêbazeke ku dijmin xist şoqê derba herî mezin li dijmin xist.”

ZÎLAN ÇANDA XWEDAWENDIYÊ LI KURDISTANÊ CAREKE DIN ZINDÎ KIR

Rûken destnîşan kir ku şehîd Zîlan çanda xwedawendiyê li Kurdistanê ji nû ve zindî kir û got, “Nîşan nîşaneya wê yekê ye ku xwe digihîne kokên xwe yên dîrokî. Ew sekn bû ku nîşan da, kes nikare êrişî Rêberê me bike ku tehma azadiyê da me, dewletên faşîst nikarin me bitirsînin, nikarin li pêşiya me bibe asteng ku em jiyana xwe ji nû ve ava bikin. Faşîzma AKP-MHP’ê ku îro xwedî vî mejî ye wê têk biçe. Jin û gel wê bi ser bikevin. Sekna Zîlan xeteke bû, nîşanî her kesî da ku rastiya Rêbertî, şerê ji bo azadiya jinê li Kurdistanê firsendeke dîrokî ye.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 30’Ê HEZÎRANA 2024’AN
Nûçeya Pişt re ‘Xizmeta tenduristiyê ji gel re nayê kirin’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Bakirhan: Pêvajoya aştiyê bi tevlîbûna civakî tê avakirin

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di panela “Rewşenbîr û Hunermend Aştiyê Diaxivin” de…

Ji aliyê Stêrk TV

SAMER: Di navbera 1’ê Tîrmehê-24’ê Mijdarê de herî kêm 362 jinan jiyana xwe ji dest dan

Navenda Lêkolînên Qadê (SAMER) ragihand ku di navbera 1'ê Tîrmehê û 24'ê Mijdara 2025'an de…

Ji aliyê Stêrk TV

Adil Osman: Bandora fikrî ya Rêber Apo zanebûna neteweyî bi pêş xist

Nivîskar û lêkolîner Adil Osman got, di 4’ê Nîsanê de têkoşîna azadî, demokrasî û yekîtiya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?