Şemî, 15 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Di Rûniştina F a 751’an de ji bo girtiyên nexweş banga tehliyeyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwarziyê Rêber Apo Ramazan Ocalan li Parîsê jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên Windayan banga edalet û hevrûbûnê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê di hefteya 1116’an de ji bo Nadir Naycî edalet xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li cihê ketina Licê qeza: 3 kesan jiyana xwe ji dest dan, 15 kes birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji tarîtiyê ber bi ronahiyê ve: Vejîna gelekî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK’ê bang kir ku her kes bi ruhê 15’ê Tebaxê tevlî têkoşîna jiyana azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komûna Hevgirtina bi Malbatên Şehîdan re Jînda Şerker bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qendîlê 15’ê Tebaxê bi beşdariya Kurdên ji her çar parçeyên Kurdistanê hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Seîd Çomlek bi merasîmekî hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji PJAK’ê daxuyaniya Cejna Vejînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Mexmûrê Seîd Çomlek jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJK-E: Em li kêleka jinên Efganistanê ne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyeyê jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Di deste û komîsyonan de divê temsîliyeta jinê hebe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê di binê çavan de destdirêjî li aktîvîsta Alman hate kirin, TJK-E li ber rabû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ax birîneke di dil û hişê dîrokê de: Sosin û Dersim

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demîrel: Qanûna Çarçoveyê destpêkeke ku bi têkoşînê hatiye afirandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Salih Mûslîm: Em dikarin bibêjin ku Tirkiye peymana 10’ê Adarê qebûl kiriye
Rojava

Salih Mûslîm: Em dikarin bibêjin ku Tirkiye peymana 10’ê Adarê qebûl kiriye

Endamê Desteya Serokatiya PYD’ê Salîh Mûslîm derbarê hevdîtina Trump û Şara de got, “Êdî em dikarin bibêjin ku Tirkiye Peymana 10’ê Adarê qebûl kiriye. Bi vê peymanê re wê gelek pirsgirêk çareser bibin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Serokê Emerîkayê Donald Trump û serokê Demkî yê Sûriyeyê Ahmed Şara li Emerîkayê hevîtineke pêk anîn. Her wiha di navbera Wezîrê Karê Derve yê Sûriyeyê Esed Şaybanî, Wezîrê Karê Derve yê Emerîkayê Marco Ruboî û Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan de jî ‘civîna xebatê’ pêk hat.

Îro hat ragihandin ku Trump û Şara li ser pêkanîna peymana 10’ê Adarê ya ku di navbera HSD û Şamê de pêk hatibû sekinîne û herdû aliyan li ser pêkanîna vê peymanê li hev kiriye.

Endamê Desteya Serokatiya PYD’ê Salîh Mûslîm têkildarî mijarê ji Xwebûnê re axivî.

Salih Mûslim diyar kir ku ew hevdîtinê ji bo çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê wekî gavekî nû û erênî dibînin û wiha got, “Konjuktor jî êdî amade bû ku gav bên avêtin. Ji bo tiştên ku niha pêk bên jî amadekirî di lûtkeya Şermeşêxê û cihên cuda de dihatin kirin. Biryarek li dijî terorê hatibû girtin. Şara jî niha ji bo vê yekê çûye DYE’yê. Di hevdîtinê de gelek xal hatine nîqaşkirin û li ser gelek tiştan lihevkirin çêbûne. Tişta herî balkêş jî ew e ku Wezîrê Karê Derva yê Tirkiyeyê jî li wir bû. Ew jî tevlî civîna ku pêk hat bû. Di vê civînê de rola Tirkiye, Şara, DYE, hikûmeta Sûriyeyê û hêzên koalîsyonê hatine nîqaşkirin. Û îxtîmaleke mezin li ser gelek xalan jî lihev kirine. Em jî wek PYD’ê vê hevdîtinê ji bo Rojhilata Navîn wek gaveke erênî dibînin.”

‘RAKIRINA QEDEXEYAN JI BO ME JÎ ERÊNÎ YE’

Salîh Mûslîm da zanîn ku di hevdîtinê de nîqaş li ser têkoşîna li dijî terorê hatiye kirin û wiha axivî: “Ji bo silametiya Sûriyeyê mijara sereke têkoşîna li dijî terorê ye. Niha ev teror wek DAÎŞê tê pênasekirin lê gelek kom hene.”

Salîh Mûslîm di axaftina xwe de bal kişand ser qedexeyên ku li ser Ahmet Şara û hin kesayetên din hatine rakirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Qedexeyên ku ji ser Şara û hevalên wî hatine rakirin ji bo karibin rehettir tevbigerin hatine rakirin. Lê divê qedexeyên li ser tîcaretê jî bên rakirin. Ji ber ku yên herî zêde ji vê bandor dibin gelên Sûriyeyê ne. Rakirina qedexeyan dê bi awayeke erenî bandor li ser me jî bike. Dibe ku MSD rehettir karibe tevbigere. Herwiha ji aliyê pêşxistina projeyan de jî dê xwedî bandoreke erênî be.”

‘REWŞA BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ WÊ LI ŞAMÊ ZELAL BIBE’

Salîh Mûslîm di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ji tevlivbûna civînê ya Wezîrê Karê Derva yê Tirkiyeyê jî diyar dibe ku li ser rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî hatiye nîqaşkirin. Lê naxwazin vê mijarê bikin rojev. Piştî ku Şara vegere Sûriyeyê dê bi HSD’ê re li ser vê mijarê were axaftin. Ez bawerim dê der barê mijarê de hefteyên pêş me li Şamê civîneke berfireh pêk bê. Dê rayedarê DYA û koalîsyonê jî di vê civînê de amade bin. Lê dîsa dibêm diyar e ku Tirkiye, DYA û Şara li ser rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîqaş kirine û li hev jî kirine. Lê ev mijar dê hefteyên pêş me li Şamê diyar bibin.”

‘PEYMANA 10’Ê ADARÊ JI BO TEVAHIYA SÛRIYEYÊ GIRÎNG E’

Salîh Mûslîm di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Peymana 10 adarê ne tenê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo hemû Sûriyeyê peymaneke girîng e. 8 bendên ku di vê peymanê de hatine qebûlkirin xizmet ji herkesê re dikin û herkes dixwaze ku ev bend pêk bên. Lê heta niha ew li dijî vê peymanê derdiketin. Tirkiye jî ji ber ku ne di nav amadekirin û îmzekirina peymanê de bû dixwest ev peyman hilweşe. Lê di civîna ku niha pêk hatiye de ji ber ku wezîrê Tirkiyeyê jî cih girtiye em dikarin bibêjin ku Tirkiye êdî vê peymanê qebûl kiriye. Ji bo ev peyman pêk bê gelek hevdîtin dihatin kirin lê nikaribûna vê peymanê erê bikin. Ji ber ku çavên wan li Tirkiyeyê bû. Lê niha hevdîtin hatine kirin û bi pêkanîna peymana 10’ê Adarê dê gelek mijar bên çareserkirin. Pirsgirêka Kurd jî di nav de.”

‘BÊYÎ DEMOKRASÎ ENTEGRASYON PÊK NAYÊ’

Salîh Mûslîm di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Niha asîmîlasyon heye û entegrasyon heye. Em dixwazin li ser esasê demokrasiyê entegreyê Sûriyeyê bibin. Divê em li ser zagonên hiqûqî li hev bikin. Heke ji du aliyan yek ji demokrasiyê bawer neke, tu nikarî pê re entegrasyonê pêk bînî. Ji ber vê yekê divê Şam jî wek me ji demokrasiyê bawer bike û Emerîka jî di vê mijarê de bibe alîkar. Lê heke di nav hewldana helandinê de bin wê demê em nikarin behsa entegrasyonê bikin. Ji bo HSD’ê entegrasyonê pêk bîne divê hikûmeta Şamê saziyên xwe ava bike.”

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hevşaredara Cizîrê ya berê Berivan Kutlu jiyana xwe ji dest da
Nûçeya Pişt re Di balafira kargoyê de ya kete xwarê 20 leşker mirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

KNK’ê cejna Paskalya pîroz kir

KNK’ê cejna Paskalya ya gelên Asurî-Suryanî-Keldanî û alema Xristiyan pîroz kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Ji bo şewata li Madrîdê 12 saetên krîtîk

Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez got, di şewata daristanê ya li herêma Madrîdê de rewş erênî…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêdiviyeke jêveneger e’

Endamê DEM Partiyê Cengîz Çîçek di çalakiya protestokirina komployê de axivî û bal kişand ser…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Di Rûniştina F a 751’an de ji bo girtiyên nexweş banga tehliyeyê

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Îranê Meclîsa Şoreşa Jinan hate avakirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

KCK’ê bang kir ku her kes bi ruhê 15’ê Tebaxê tevlî têkoşîna jiyana azad bibe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Xwarziyê Rêber Apo Ramazan Ocalan li Parîsê jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?