În, 27 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Enqereyê salvegera damezrandina PKKê hat pîrokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Divê statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê were parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li ber Wezareta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş di roja 10’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê wê di mitînga karkeran de bimeşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji pêkhateyên 1001 îmze ji bo pêvajoya aştî banga wekhevî û ‘mafê hêviyê’ hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi Devlet Bahçelî re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Rêber Apo û xeta PKK’ê wê bi tevahiya mirovahiyê bide qezençkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bi yekrêzî û yek helwestiyê destketiyên neteweyî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên PDK’ê li Soranê rojnamevanek û 2 welatî binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendevanên Mexmûrê bi meşaleyan kareografiya Hakî Karer çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hikumeta Herêma Kurdistanê: Em zimanê leşkerî û gefan red dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    REPAK: Divê demildest mafê hêviyê were bicihanîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyê jinek hat kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê jin li dijî tundiyê li qadan bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demirel: Jin wê bibin ‘çavê sêyemîn’ ê pêvajoyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyman Viyan: Jin êdî mexdûr nînin, pêşengiyê ji têkoşînê re dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê: Bila ev derfet ji dest neçe
Rojane

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê: Bila ev derfet ji dest neçe

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Selahattîn Demîrtaş û Adnan Selçûk Mizrakli re hevdîtin pêk anî û got, “Windakerên aştiyê nîne. Her kes qezenc dike, windaker tune. Ji bo wê jî aştî tiştekî hêja û bi nirx e."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 11. Çile 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê piştî hevdîtina bi Selahattîn Demîrtaş û Adnan Selçûk Mizrakli re li Girtîgeha Edîrneyê daxuyanî da çapemeniyê.

Daxuyaniyên Onder, Turk û Pervîn Bûldan bi vî rengî ye:

Sirri Sureyya Onder: “Em bi hevserokê hêja Selahattîn Demîrtaş û birayê xwe û rêhevalê xwe Dr. Mizrakli re axivîn. Beriya her tiştî me dît ku tenduristî û moralê wan pir baş e. Ji bo me ya herî girîng ev bû. Gotin ku ew bi tevkarî û piştgiriya vê pêvajoyê dikin. i hesabê Twitterê yê Demîrtaş de jî wê berfireh were parvekirin. Tiştên pêwîst hûn ji wir bigirin. Tenê tiştekî ku em bibêjin heye. Rexne wan ew e ku ev mijar di televîzyonan de tê berovajîkirin û pêvajo zelal nayê meşandin. Bi hêrs gotin ku ‘Çima hîn digerin’. Hevalino hewceyî bi van tiştan nîne. Ev tişt xizmetê ji aştiya ku tê re nakin. Tiştekî ku 40 sal in didome li holê heye, mirov nikar bi carekê ji holê rake. Ji bo kedeke bi nirx em hewl didin ku hemû derdoran tevl, vê bikin. Di vê wateyê de divê ti kes nekeve nava hewldanên ku pêvajoyê vala derxîne.Ger em çareser bikin em ê bi herdu aliyan re çareser bikin. Ger em vê firsendê ji dest bidin, wê 72 alî têkevin nava vê mijarê.

Weke şandeya me, partiya me, dostên me, hemû xwişk û birayên me, rewşenbîr û hunermend, em cara yekem ji hemû nêrînên siyasî li ser bingeheke wiha berfireh hatin cem hev. Em vê hesasiyetê bi taybetî ji hevalên xwe yên televîzyonê hêvî dikin. Sibe piştî serdana Fîgen Yuksekdag û hevalên me yên din em ê li Enqereyê daxuyaniyeke berfireh bidin. Weke şande em spasiya we dikin ku hûn demek dirêj li benda me sekinîn. Windakerên aştiyê nîne. Divê em vê yekê li ber çavan bigirin. Her kes qezenc dike, windakerên wê nîne. Ji bo wê jî aştî tiştekî hêja ye û bi nirx e. Di raya giştî de gelek caran têgînên çareserî û aştiyê tevlîhev dikin. Ev ne rast e. Aştî tiştek e ku bi hembêzkirinê tê afirandin. Çareserî têkoşîna demokratîk û xebateke demdirêj e. Dirêjî û kûrahiya vê li gorî qadên pirsgirêkê diguhere. Aştiya ku em niha hewl didin ava bikin ev e. Em bi dilên vekirî dibêjin ku tiştekî em ji raya giştî veşêrin nîne. Hûn me nas dikin, em bi dil û can ketine rêwîtiya aştiyê. Em piştgirî, tevkarî, pêşniyar û rexneyên her kesî hêja dibînin. Dîsa spas dikim.”

Onder li ser pirsa “Gelo dîroka hevdîtina duyemîn a li Îmraliyê hatiye diyarkirin” wiha bersivand: “Hêj ne diyar e, lê en difikirin ku wê zêde dirêj nebe. Em dîsa silavên Demîrtaş û Mîzrakli parve dikin.”

Ahmet Turk: “Ez dixwazim çend gotinan bibêjim. Biratiyeke Tirk û Kurd a hezar salî heye, rabirdûyeke qedîm heye. Em dibînin ku di sedsala dawîn de ev yek hatiye xerakirin. Armanca me ew e ku ev herdu gelên ku bi hezaran sal in bi hev re jiyane û wan bnin cem hev û hev hembêz bikin. Ez bawerim û hêvî dikim ku li Tirkiyeyê hewcedariya Kurdan bi Tirkan re heye û ya Tirkan bi Kurdan re heye. Armanca me ew e ku Tirkiye bigihêje asteke ku bikaribe demokrasiyê li Rojhilata Navîn bealv bike. Biratî û dostaniya gelên me yên bi hev re bi awayekî demokratîk û azad e.”

Pervîn Buldan: “Me serdana Birêz Demiîrtaş û Mîzrakli kir. Me moreleke mezin ji vê serdanê girt.  Nirxandinên Demîrtaş û Mîzrakli yên li ser vê pêvajoyê pir zelal û vekirîne. Diyar kirin ku di her şert û mercî de ew ê li pişt vê pêvajoyê bin. Ev ev ji bo me pir girîng e. Ji bo pêvajoya ku em dimeşînin pir bi qîmet e. Ji ber vê yekê em li ser navê şandeya xwe hem spasiya birêz Demîrtaş û hem jî birêz Mîzrakli dikin. Bila rêya me hemûyan vekirî be..”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Wê têkoşîna gel bi serkeve
Nûçeya Pişt re Nasnameya 2 kesên di êrîşa Qereçoxê de hatin qetilkirin eşkere bûn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Colemêrgê gelek ciwan hatin binçavkirin

Polîsên Tirk serê sibehê li Colemêrgê avêtin ser gelek malan û gelek kes binçav kirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Haci Lokman Bîrlîk li Şirnexê li ser gora xwe hate bîranîn

Haci Lokman Bîrlîk ku li Şirnexê di sala 2015'an de piştî hate qetilkirin bi rengekî…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Siwêdayê bi hezaran kes li qadan bûn

Li Siwêdayê bi hezaran şênî li Qada Kerama çalakî lidar xist û daxwaza mafê diyarkirina…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Enqereyê salvegera damezrandina PKKê hat pîrokirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî: Divê statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê were parastin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

27’ê Mijdarê li gelek bajaran hat pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Hesekê êrîşa li dijî dewriyeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Welatiyek şehîd bû

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?