Siyasetmedara Kurd Tûgba Hezer aliyê avakirina civakî ya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, rola jinan a di pêvajoyê de û têkoşîna jinan nirxand. Hezer bal kişand ser bandora hilweşîner a şer û nakokiyên civakî li ser jiyana jinê û got, “Jin li encamên herî giran ên şer û nekwekheviya civakî re rû bi rû dimînin. Li gel vê yekê jî di pêvajoyên aştiyê yên herikîna dîrokê de jin bi giranî li derveyî biryardanê hatin hiştin. Li Tirkiyeyê înkarkirina nasnameya jinê, bi taybetî têkoşîna jinên Kurd a hebûna bi ziman, nasname û jinbûyîna xwe, rewşa hilweşîner a ji ber şer nikare ji hev cuda bêne nirxandin. Jin hem li hilweşîneriya şer hem jî li tundiya mêr dewletê re rû bi rû dimînin. Ji siyasetê heta bi perwerdeyê, ji qada civakî heta bi qada cemaweriyê em li her qadê li hemberî vê newekheviyê têdikoşin.
Di vê pêvajoyê de divê nêzîkatî cuda be. Em nikarin qebûl bikin ku jin weke wan mirovan bê dîtin ku tenê li daxwazên wan bê guhdarîkirin û li ser navê wan biryar bêne wergirtin. Pêwîste bi navê jinan neyê axaftin, bi navê jinan biryar neyê dayin; divê jin bi xwe weke kirdeyeke esasî ya yekser di nav de be.
Pêvajoya aştiyê ne tenê bêdengbûna çekan e, ne tenê bidawîbûna şer e. Pirsgirêka nasnameyê, jiyana azad a jinan, welatîbûna wekhev, zimanê dayikê, perwerde, ked û jiyana li qada cemaweriyê hemû dikevin nava çarçoveya aştiyê. Eger mafê jiyanê yê jinan ne ewle be, eger nasnameya wan nayê naskirin û nikarin bi rengekî azad bijîn, hingî mirov nikare qala hebûna aştiyê bikin. Azadiya jinê ne ew mesele ye ku piştî pêkhatina aştiyê bê nirxandin. Ji niha ve divê bibe yek ji armancên bingehîn ên pêvajoyê.
Ji ber ku li Tirkiyeyê li qadên demokrasî, maf û azadiyê, hiqûq, azadiya vegotinê û edaletê astengiyên cidî hene ku divê ji holê bêne rakirin. Ji garantîkirina mafê zimanê dayikê heta bi welatîbûna wekhev, ji azadiya jinê heta bi azadiya civakî rêyeke dirêj a têkoşînê li pêşiya me ye. Em neçar in ku bi jinan û hemû beşên demokratîk ên civakê di vê rêyê de bimeşin. Çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, azadiya jinê û demokratîkbûna Tirkiyeyê ji hev cuda nikare bê dîtin.”
‘MASEYA MUZAKEREYÊ BI TÊKOŞÎNA CIVAKÎ XURT DIBE’
Ji bo xurtkirina temsîliyeta li muzakereyên li Îmraliyê Tûgba Hezer bal kişand ser girîngiya rêxistinbûna civakî û li ser vê mijarê ev nirxandin kir: “Li Îmraliyê maseyeke muzakereyê heye. Li aliyekî dewlet heye, li aliyê din jî di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de îradeya gelê Kurd heye. Lê belê ew mase ne tenê ji du aliyan pêk tê. Li wê derê gelê Kurd heye, Elewî, bawerî û gelên cuda hene, jin, kedkar û ekolojî heye. Her ku em karibin wê maseyê xurt bikin, em ê karibin encamê bi dest bixin.
Ji bo vê jî bêyî li benda hinekan bisekinin, li Tirkiyeyê û li ku derê dibe bila bibe divê em zemîna civakîbûna civaka demokratîk û aştiyê biafirînin. Ev yek di heman demê de tê wateya afirandina qadeke welê ku derdorên civakî yên cuda daxwaz û bendewariyên xwe lê tînin ziman, siyaseta demokratîk lê xurt dibe.
Hêza maseya muzakereyê ne tenê ji hevdîtinên li wê derê tê. Hêza civakî ya li pişt wê maseyê çiqasî bi rêxistin û xurt be, wê temsîliyet jî ewqasî xurt be.”
‘AZADIYA JINÊ YEK JI MERCÊN BINGEHÎN ÊN DEMOKRATÎKBÛNA CIVAKÊ YE’
Siyasetmedar Tûgba Hezer destnîşan kir ku tundiya mêr dewletê astengiya herî girîng a li pêşiya têkoşîna azadiya jinê ye û got, “Di rewşeke welê de ku şerê li dijî azadiya jinê dewam dike, mirov çawa dikare qala aştiyê û civaka demokratîk bike? Li cihekî ku ewlehiya jiyanê ya jinan lê nîne, mercên bingehîn ên aştiyê jî lê nîne. Ji aliyekî ve qala aştî û civaka demokratîk tê kirin, li aliyê din jî tundiya li dijî jinê, tundiya mêr dewletê û destwerdana li jiyana jinan dewam dike. Tundiya dewletê xwe bi mekanîzmayên cuda diparêze. Mînak, di demekê de ku êrişên li ser muxalefet û çapemeniyê dewam dike, jin jî bi rêk û pêk li tundiyê rast tên. Ji ber vê jî pêwîstiya me jinan bi wê yekê heye ku hîn bi xurtî, berfireh û rêxistinî têbikoşin. Azadiya jinê yek ji mercên bingehîn ên demokratîkbûna civakê ye. Ji ber vê yekê divê em bi rêxistinên jinan, bi saziyên demokratîk û hemû beşên civakê re zemîna têkoşîna hevpar xurtir bikin.”

