Di operasyona li ser Şaredariya Ataşehîr a Stenbolê de Şaredarê Ataşehîrê Onursal Adiguzel û 17 kesên din bi îdîaya “bertîl, avakirina rêxistinê ji bo sûc û sextekariya îhaleyê” hatin binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Anatoliyê ya Stenbolê de Şaredarê Ataşehîrê Onursal Adiguzel, cîgirên şaredar û hin xebatkarên şaredariyê jî di nav de 18 kes hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku ji bo 2 kesên din jî biryara binçavkirinê hatiye dayîn.

