În, 28 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Mêrdîn, Sêrt û Amedê bîranîn sersaxiyên şehîdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê di 1’e İlonê de li Amedê meş were lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    M. Saît Yildirim ê ku krîza dil derbas kir, car din şandin girtîgehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê taziyeya şehîdan: Malbatan banga ‘em xwedî li pêvajoyê derkevin’ kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: Em di dilê deriyê derbasbûna bêpevçûnê de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê di roja sêyemîn a taziyeyê de ji bo şehîdan mewlûd hat danîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Veysî Aktaş: Divê berxwedana me bi qasî xeyalên şehîdan mezin bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayik: Nirxên ku Mamoste Şemal afirand, gelê me gihand asteke mezintir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê ji bo şehîdên azadiyê meşa bi meşaleyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di kevirên Deraseyê de êş û berxwedana veşartî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Arzû Îlhan: Têkoşîna ku bi berdêlên giran tê meşandin hîn bi encam nebûye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Elkê bi sedan kes serdana sersaxiya şehîd Şiyar Jîrkî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘YPJ dikare weke hêzeke taybet entegreyî Wezareta Hundirîn were kirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê nasnameya 3 şehîdên xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DEM Partiyê banga Rojîn Kabaîş: ‘Mirina wê divê were ronîkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Saqiz û Çapharê du jin ji aliyê hevjînên xwe ve hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê rewşa tenduristiyê ya 2 jinên girtî xirab dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJ’ê û Jin Produksiyon rojnamevanan bibîr anîn: Em ê dengê rastiyê bigehînin civakê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Tevgerên Çandê Hêvî Şanoger bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xebata çêkirina peykera Salih Muslim bidawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > ‘Şehîd Amed û Şivan rêya heqîqetê hilbijartin û bûn fermandarên serdemê’ 
Kurdistan

‘Şehîd Amed û Şivan rêya heqîqetê hilbijartin û bûn fermandarên serdemê’ 

Mazlûm Heftan şehîd Amed Serhed û şehîd Şivan Çiya bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Şehîd Amed Serhed ji bo me bibû fermandarekî serdemê, bibû fermandarek ku em rast fêm bikin û erkên xwe pêk bînin. Şehîd Şivan Çiya jî rêya heqîqetê hilbijart."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Îlon 2025 Dema xwendinê: 11 dq.
Parvekirin

Endamê Meclisa PJAK’ê Mazlûm Heftan têkildarî 1’emîn salvegera şehadeta Amed Serhed û Şivan Çiya yên ku di 5’ Îlona 2024’an de ji aliyê dagirkeriya Tirk bi balafirên bêmirov şehîd bibûn ji ANF’ê re axivî.

Mazlûm Heftan di şexsê şehîd Amed Serhed û şehîd Şivan Çiya de hemû şehîdên azadî û demokrasiyê bi rêz û hûrmet bi bîr anî. Mazlûm Heftan li ser şehadeta şehîd Amed Serhed de wiha axivî: “Şehîd Amed Serhed ji devereke wisa ye ku her tim cihê jê jidayik bûye, cihê berxwedan û serhildanan bûye. Li herêma Xwyî, Kotolê, Mako, Selmas û Ûrmiyeyû bi giştî herêma wan xwedî dîrokeke rengîn e. Bi taybetî di tevgera Apoyî de ji beşdarbûn bigre heta şehîdên ku pêşkêşî Tevgera Azadiyê kirine ji bo xwe pîvanek her tim dane diyarkirin. Ji wê herêmê heval Amed Serhed beşdar dibe, xwedî malbat û herêmeke Niştîman perwer in. Di sala 2002’yan de biryara xwe dide û beşdarî nava refên gerîla dibe. Di wê serdemê de li ser Rêber Apo Komploya Navdewletî hatibû pêkanîn. Bêguman ev xal ji bo gelê me û hemû azadîxwazan xaleke hesas e. Di heman demê de di sala 2002’yan de kesên ku komplo pêkanîbûn dixwestin di nava partiyê de jî tasfiyekariyê ava bikin. Di sala ku heval Amed beşdar dibe de, mirov dikare bêje sal û beşdarbûneke taybet, saleke xwedî nirxên xwe yên taybet heye.

‘ŞEHÎD AMED BÊHESAB BEŞDARÎ FEDAIYAN BÛ’

Heval Amed dema ku nû beşdar dibe di despêkê de beşdarbûneke ji rêzê ji bo xwe qebûl nake. Yek ji sedemên sereke mirov dikare bêje ji ber ku Rêber Apo naskiriye û li komplogeran kîn û nefreteke mezin girtiye. Di nava rêxistinê de metirsiyên ku hebûn bi taybet xeta ku tasfiyekaran dixwestin bimeşînin, jiholêrakirina keda Rêber Apo û şehîdan nû. Li beramber vê yekê şehîd Amed dixwest beşdarbûneke ne ji rêzê ku li ser pîvanê fedaybûnê bide raberkirin xwe beşdar bike. Hîn ji despêkê de biryara xwe digire û beşdarî nava hêzên fedayiyan dibe. Bi beşdarbûneke bêhesab li kîjan cihê ku dihate xwestin tevlîbûneke mezin da avakirin.”

‘JI HEMÛ KAR Û XEBATAN RE AMADE BÛ’ 

Mazlûm Heftan wiha berdewam kir: “Beşdarbûna heval Amed Serhed li parçeyên cûda û li cihên cûda ji Erzirûmê bigre heta Ûrmiye, Koselan, Şaho, Merîwan û cihên din li Başûrê Kurdistan bi xeteke zêrîn diyar dibe. Li kuderê dibe bila bibe ji bo her karî fermandar e, pêwîst dike mamosta ye û mirovan fêr dike. Çi kar pêwîst bike li ser esasê bikaribe ser bixîne û li gorî perspektîfên Rêber Apo kedê dide.”

‘DIXWEST KU HEVALAN LI GORÎ FELSEFEYA RÊBER APO AVA BIKE’ 

Mazlûm Heftan li ser taybetmendiyên şehîd Amed Serhed jî wiha got: “Xalên ku me ji heval Amed girtine û ji bo me bûne mînak pir zêde ne. Ez bixwe dikarim hinek taybetmendî bibêjim, heval Amed berpisyarê dibistanê bû yanî berpisyarê hevalên ku nû beşdarî nava tevgera me dibûn. Şehîd Amed ew berpisyartî girtibû ser milê xwe. Heval Amed bi sebreke mezin, bi têkoşîneke mezin û bênimûne beşdarî wî karî dibe û bi hevalên ku di wê serdemê de mû beşdar dibin mijûl dibe. Her tim dixwest hevalan li gorî pîvan, fikir û felsefeya Rêber Apo ava bike. Ji bo ku beşdarî nava tevgera Apoyî bike her tim di nava hewldanan de bû.

‘KÎN Û NEFRETEKE MEZIN LI HEMBER DIJMIN AVA DIBE’

Dema ku heval Amed li ser xebatê perwerdekirina şervanên nû bû rastiya dijmin a ku li ser civakê dide meşandin dizane û bi wî rengî nêzî şervanên ku nû tevlî Tevgera Apoyî dibin dibe. Di wê demê de kîn û nefreteke mezin li hember dijmin di heval Amed de ava dibe. Ji ber ku şervanê rast ê xeta Rêber Apo bû, di wî de hezkirinek pir mezin ji Rêber Apo, şehîdan, gel û nirxên ku Rêber Apo daye avakirin re dihate dîtin. Ji ber van taybetmendiyan heval Amed karî bi têkoşîn û sebreke mezin wan şervanan perwerde bike û berpisyartiyê bigre ser milê xwe.

‘BI ŞERVANÊN NÛ RE MIJÛL DIBÛ Û RÊ NÎŞANÎ WAN DIDA’ 

Heval Amed siyaseta şerê taybet a ku dijmin li ser civaka me daye meşandin bi naskirina wan kesên ku nû tên û tevlî dibin dibîne ku çiqas dijmin jiyana wan kesan xerab kiriye. Ji ber ku vê yekê dibîne bi sebreke mezin perwerdehiya şervanên nû digre ser milê xwe. Wek nimûne ez dikarim bêjim jî dema ku nû yek beşdar dibe hinek hene tam di wê demê de biryara xwe nadin, heval Amed dema ku ew kes didîtin dev ji wan bernedida li gel xwe digirt û bi wan re mijûl dibû, rê nîşanî wan dida û bi pirsgirêkên wan re mijûl dibû çareser dikir. Ji bo wan bîne ser xeta rast her tiştê ji dest dihat dikir.

‘HEWL DIDA MIROVAN NÊZÎ RÊBER APO BIKE’ 

Ji ber xebata perwerdekirina şervanên nû dabû meşandin di heval Amed de tecrûbeye pir mezin hatibû avakirin. Bi mijûlbûna xwe ya ji bo wê xebatê re bû sedem ku ji bo me jî bibe mînakeke bi nirx. Dema ku dahûrandin û axaftin dikir bi şêwazekî objektîf her tim nirxandinên xwe li ser wî esasî danî ziman. Li ser esasê mirov lazime bi sebreke mezin têbikoşe, da ku bikaribe civaka me rêxistin bike û mirovan nêzî Rêber Apo bike. 

‘ŞEHÎD AMED BÛ FERMANDARÊ SERDEMÊ’

Heval Amed rojeva rêxistinê dişopand û fêm dikir. Her tim li ser fikirê Rêber Apo lêhûrbûn dikir û ji bo ku bikaribe baş pêk bîne di nava telaşê de bû. Ev taybetmendiyên heval Amed ku Rêber Apo rast û kûr fêm dikir, bû sedem ku bi pîvanê fedaîbûnê rabe yan jî çi kar bikeve ser milê wî xwe jê dûr nedixist û li ser esasê ser bixîne nêzîk dibû. Bi têkoşîna xwe ya demdirêj a di nava rêxistinê de di tendirustiya heval Amed de pirsgirêk derketin, lê rojekê jî heval Amed ew yek nekir pirsgirêk û nehişt bikeve rojeva hevalan. Her tim pêşeng bû û ji bo ku zûtir bikaribe bar rabike kar kir. Her taybetmendiyek heval Amed ji bo me nimûneyek bûn ji ber wê dema me ew didît dibû sedem ku hîn zêdetir em jî têkoşînê bimeşînin û hewl bidin bixebitin. Bi van taybetmendiyan re ji bo me bibû fermandarekî serdemê, bibû fermandarek ku em rast fêm bikin û erkên xwe pêk bînin.”

‘ŞEHÎD ŞIVAN ÇIYA RÊYA HEQÎQETÊ HILBIJART’

Endamê Meclisa PJAK’ê Mazlûm Heftan têkildarî şehîd Şivan Çiya jî ev tişt anî ziman: “Yek ji hevalê din ê ku em li ser baxivin kesayeta pêşeng a heval Şivan Çiya ye. Şehîd Şivan Çiya bi heval Amed re, di heman êrîşa dagirkeriya Tirk de şehîd bû. Heval Şivan Çiya zarokekî Serdeştê bû. Bajarê Serdeştê bi rastî jî di dîroka berxwedan û serhildanên Rojhilatê Kurdistanê de û bi taybet di Tevgera Apoyî de cihekî xwe yê taybet heye. Heval Şivan di nava malbateke welatparêz de beşdarî nava Tevgera Apoyî bû. Hevalê Şivan di temenê xwe yê ciwantiyê sala 2016’an de beşdarî rêxistinê bû. Di nava tevgera me de sala 2016’an jî serdemek taybet e. Beşdarbûna wê demê nirxekî xwe heye. Di wê salê de Şoreşa Rojava hebû. Di serdema ku DAÎŞ hovîtiya xwe dabû avakirin û dîrokek nû hatibû nivîsandin de şoreşek ava dibû. Hevalê Şivan wan mijaran dişopîne, zilm û wehşeta li Rojhilatê Kurdistanê û li herêmê dibîne û ji bo xwe riya heqîqetê hildibijêre.

Ji dema ku beşdar bû heta roja ku şehîd bû, bi rastî jî wek hevalekî bi hemû hewldanê xwe dixwest barê ku dikeve ser milê wî bi qasî ku Rêber Apo fêm bike û dixwest barê êşa gelê me hilgire.  Hewl dida ku erkê xwe yê dîrokî zûtir pêk bîne. 

‘BI DILXWAZÎ KARÊ HERÎ ZEHMET HILBIJART’ 

Yek ji taybetmendiyên heval Şivan zehmetiyên jiyanê hildibijart Hevalê Şivan bi zanebûn ew rê ji bo xwe hilbijartibû. Li kîjan cihî zehmetî û dijwarî hebûya karê herî zehmet û karê herî zêde bi dilxwazî hildibijart. Ji bo ku bikaribe barê rêxistinê û hevalan sivik bike û deynê li hember Rêber Apo bi cih bîne hildibijart û dikir.

‘LI CIHÊ HEVAL ŞIVAN LÊHÛYA LI WIR HEVALTIYA SAMÎMÎ Û GERM HEBÛ’ 

Heval Şivan girêdanekî wî pir germ bi hevaltiyê re hebû. Dema ku te hevalê Şivan meyze dikir ji nêzîkbûnê wî û ji dildariya wî ya beşdariya ji jiyanê re ew hevaltî germtir dikir. Li cihê ku hevalê Şivan hebûya hevaltî pir samîmî û germ bû. Girêdanekî wî ya pir mezin bi şehîdan re hebû. Dema ku hevalek şehîd dibû mirov ew rewş di heval Şivan de hîs dikir ku dixwaze tolê hilgire. Wisa hîs dikir ku barê her hevalekî şehîd dimîne ser milê me û pêwîste pêk bînin.”

Mazlûm Heftan axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li ser wî esasî di şexsê her du hevalên şehîd de, heval Amed Serhed û Heval Şivan Çiya hemû şehîdên azadiyê û demokrasiyê bi rêz û hûrmet bi bîr tînim.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji bo bîranîna Kemal Pîr
Nûçeya Pişt re Ahmet Başak: Em li Bestayê li ber vê talanê rabin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şêxmeqsûdê Kurdek hat qetilkirin

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye ragihand ku li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê Kurdekî 70 salî…

Ji aliyê Stêrk TV

Berf û seqemê êşên koçberên Waşûkanê zêdetir kirin

Pêla seqemê û barîna berfê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zehmetî û êşên koçberên…

Ji aliyê Stêrk TV

DEM Partî: Divê pêşî li asayîbûna li Sûriyeyê bê vekirin

Komîsyona Têkiliyên Derve ya DEM Partiyê têkildarî ketina rejîma Esad daxuyanî da û diyar kir…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Veysî Aktaş: Divê berxwedana me bi qasî xeyalên şehîdan mezin bibe

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bayik: Nirxên ku Mamoste Şemal afirand, gelê me gihand asteke mezintir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Mêrdîn, Sêrt û Amedê bîranîn sersaxiyên şehîdan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

PYD: Divê mafên Kurdan bibin beşek ji avaniya destûrî ya Sûriyeyê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?