Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Şengal û Rojava: Du rûyên heman rûmetê
Kurdistan

Şengal û Rojava: Du rûyên heman rûmetê

Dara xwişk-biratiyê ti carî hişk nabe ji ber ku koka wê di êşê de ye, lê şaxên wê ber bi azadiyê ve diçin. Şengal û Rojava, du rûyên heman rûmetê ne ku her du jî bi şîrê berxwedanê mezin bûne.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Çile 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Di pirtûka dîroka gelan de, hin rûpel hene ku ne bi mîrekebe reş, lê bi sorbûna xwînê, bi şoriya hêsiran û bi pîroziya nanê ku hatiye parvekirin hatine nivîsandin. Têkiliya di navbera Rojava û Şengalê de, ne tenê têkiliyekê cografî ye, ew pira wijdanê ye ku di navbera du birînan de, di navbera du hêviyan de û di navbera du berxwedanan de hatiye avakirin. Ev çîroka zarokên ku lîstokên xwe hîn neqedandibûn, lê barê giran ê man û nemanê girtibûn li ser milên xwe ne. 

ZAROK LI DILOPEK JIYANÊ DIGERIYAN

Di Tebaxa 2014’an de, dema ku siha mirinê ya herî tarî DAİŞ wekî tîreke jehrî li dilê Çiyayê Şengalê ket, asîman bi qêrîna Fermanê lerizî. Zarokên Êzidî, bi rûyên xwe yên bi toz û axê nixumandî, di nav germahiya 45 pileyî de, li ber sîngê dayikên xwe yên hişkbûyî ne li şîr lêbelê li dilopek jiyanê digeriyan. Çiya bibû şahidê tîbûneke ku derya nedikariya bimiratanda.

Lê di wê dema ku cîhanê çavên xwe girtibûn û guhên xwe kerr kiribûn de, Rojava wekî sîngê dayikekê li ber wan vebû. Zarokên Rojava, ku bi xwe jî di bin dorpêçê de bûn û bi birçîbûnê re şer dikirin, pariya devê xwe kirin du qet. Ew korîdora ku ji Rojava ber bi Şengalê ve hat vekirin, ne tenê rêyeke leşkerî bû ew bendika navikê ya jiyanê bû.

Zarokên Rojava, şîrê xwe bi xwişk û birayên xwe yên Şengalî re parve kirin. Wan hêviya xwe ya di nav kulmek nan de veşartî, bi dilnermî dirêjî zarokên fermanê kirin. Wê demê, her dilopek şîrê Rojava, di damarên Şengalê de bû vîna jiyanê.

ROJAVA DI BIN DORPÊÇEKE BÊREHM DE LI BER XWE DIDE

Dem wekî ava çem derbas bû, lê bîranîn di kevirên Çiyayê Şengalê de hatin kolandin. Îro, tekerê felekê ziviriye, îro asîmanê Rojava bi ewrên polat û agirê êrîşan hatiye girtin. Rojava di bin dorpêçeke bêrehm û bê wijdan, di sermaya zivistanê ya ku hestiyên mirovan diqerifîne de, li ber xwe dide. Zarokên Rojava îro di bin konên sar de, bi bêhna barûdê û bi germahiya berxwedanê radikevin.

Lê binihêrin, ew zarokên ku di sala 2014’an de bi wî şîrê pîroz mezin bûn, îro bûne lehengên qadan. Zarokên Şengalê, yên ku birînên fermanê hîn di çavên wan de ne, îro li kolanên Şengalê bûne dengê Rojava. Qêrîna wan a ‘Em bi we re ne’, ne tenê slogana çalakiyekê ye, ew berteka wijdanê ye ku sînoran nas nake.

“Me ji bîr nekiriye şîrê ku we bi me da vexwarin, îro di dilê me de bûye agirê piştgiriyê.” Ev vegerandina deynê wijdên û xwişk-biratiyê ye. Zarokên Şengalê bi vê helwesta xwe nîşan dan ku xwişk-biratî ne tenê gotineke di stranan de ye, lê di roja teng de parvekirina êş û hêviyê ye.

ŞENGAL Û ROJAVA BI HEMAN ŞÎRÊ BERXWEDANÊ MEZIN BÛNE

Çîroka Rojava û Şengalê, çîroka serkeftina jiyanê ya li hemberî mirinê ye. Ew pira ku bi nan û şîr hatibû avakirin, îro bi qêrîn û vînê hîn xurtir dibe. Çawa ku Rojava di sala 2014’an de ji bo Şengalê bû nefesa jiyanê, îro jî vîna zarokên Şengalê dibe germiya dilê zarokên Rojava.

Ev dara xwişk-biratiyê ti carî hişk nabe ji ber ku koka wê di êşê de ye, lê şaxên wê ber bi azadiyê ve diçin. Şengal û Rojava, du rûyên heman rûmetê ne ku her du jî bi şîrê berxwedanê mezin bûne.
         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Parêzvanên Mafên Mirovan wê li Rojava û Pirsûsê bên cem hev!
Nûçeya Pişt re Kenanoglu: Feraseta tekparêzî Sûriyeyê dikişîne nav pevçûnên mayînde
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şêniyên Sengeser, Qendîl û Warmawa ji bo Rojava daketin qadan

Şêniyên Sengeser, Qendîl û Warmawa li dijî êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker û HTŞ’ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Parlamenterên DEM’ê li ser Pira Bogazîçiyê qeyûm protesto kirin

Parlamenterên DEM Partiyê yên Stenbolê ji bo protestokirina xespkirina Şaredariya Colemêrgê li ser Pira Bogazîçiyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Senatora Fransî bertek nîşanî tecrîdê da: Divê Tirkiye were cezakirin!

Senatora Fransî Anne Souyris anî ziman ku divê li hemberî tecrîda Îmraliyê di asta navneteweyî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?