Sêşem, 14 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî bertek nîşanî êrîşa çekdarî ya li Sêweregê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 5 kesan cezayê darvekirinê hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Aştî û civaka demokratîk xala me ya bingehîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtiyên siyasî yên li Îranê bi metirsiyeke mezin re rû bi rû ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Antalyayê 3 girtiyên di greva birçîbûnê de rakirin nexweşxaneyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA û DAKB’ê ji bo ‘Çarşema Sor’ peyamek dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Êrişên bi dronan li ser Hewlêr û Silêmaniyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Çevîren ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Dêrikê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qurbaniyên Enfalê li Germiyanê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sêweregê êrişa çekdarî ya li dibistanê: Herî kêm 13 kes birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê qurbaniyên komkujiyên Enfalê bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Cejna Çarşema Sor pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJA ber bi Gemlîkê ve dimeşe: Divê aliyê civakî yê hevdîtinan bi cih bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Qetilkirina Rojîn Kabaîş ronî bikin, dawî li gefên ser malbatê bînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TJA’yê peyama sersaxiyê: Em ê dilsozê mîrateya Zeynep Cansiz bimînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di şerê 40 rojî de nêzî 500 jinan jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê aqûbeta 3 jinên hatine binçavkirin, ne diyar e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Şengalî li dijî dagirkeriyê meşiyan: Em bi gerîlayên berxwedêr re ne
Kurdistan

Şengalî li dijî dagirkeriyê meşiyan: Em bi gerîlayên berxwedêr re ne

Xelkê Şengalê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û xiyaneta PDK’ê, bi dirûşmeya “li dijî dagirkerî û xiyanetê dem dema berxwedanê ye” meş lidar xist û got: “Gerîla parêzvanên Kurdistan û Êzidxanê ne.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Tîrmeh 2024 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Li dijî hewldanên PDK û dewleta Tirk a dagirkirina Herêmên Parastinê yên Medyayê, Kerkûk û Mûsilê Rêveberiya Xweser a Şengalê û TAJÊ, duh di saet 17.00’an de ji Kolkaya Serdeştê heya Şehîdgeha Şehîd Dilgeş-Şehîd Berxwedan meşeke girseyî lidar xistin. Di meşê de pankarta bi dirûşmeya, ‘Li dijî dagirkerî û xiyanetê, dem dema berxwedanê ye’ ji aliyê jinan ve hate rakirin. Di meşê de bi dehan posterên Rêberê Gelê Kurd Adullah Ocalan hatin hilgirtin.

Nûnerên hemû sazî û dezgehên Şengalê, ciwan, jin û rûspiyên civaka Êzidî di meşê de amade bûn. Piştî girseya gel gihîşt şehîdgehê li vir daxuyanî ji aliyê Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Riham Hesen ve hate xwendin.

Riham Hesen destpêkê balkişand ser armanca dîrokî ya êrîşên dagirkeriyê û wiha axivî: “Dewleta Tirk a dagirker a bi xeyalên zindîkirina împeretoriya Osmaniyan li Kurdistanê, Iraq û Sûriyeyê tevdigere, dixwaze bi hevkariya PDK’ê û Iraqê Başûrê Kurdistanê dagirker bike. Dewleta Tirk hewl dide xeyalên xwe ya sedsalê dagirkirina Kerkûk û Mûsilê pêk bîne, di vê merhelê de bigihîne encamê. Lê bi salane rûbirûyê berxwedana gerîlayên HPG-YJA-Star’ê dibe.”

‘YEKANE HÊZA LI DIJÎ FAŞÎZMA TIRK DERDIKEVE, GERÎLAYÊN AZADIYÊ NE’

Rîham Hesen dazanîn dewleta Tirk dixwaze rewatî bi dagirkeriya xwe ya li Iraqê bide û got: “Yekane hêza li dijî dagirkeriya Tirk û faşîzma wê têdikoşe gerîlayên azadiyê ne. Ji bo bikare van xeyalên xwe pêk bîne, bi hemû cûre çekên qedexekirî êrîşê gerîla dike û sûcên şer dike. Dewleta Tirk li beramber berxwedana gerîla têkçû û nekarî ji Bakurê Kurdistanê ve herêmên gerîla dorpêç bike. Bi serdana serokkomarê faşîst ê Tirk Erdogan a Iraqê re xwest Iraqê jî bike hevparê sûcên xwe yên şer û dagirkirina Kurdistanê. Bi vî awayî rojeva dagirkeriya Tirk, êrîşên hewayî û derketina leşkerên Tirk ji axa Başûr û Iraqê ji rojeva Iraqiyan derbixe, dagirkeriya xwe ya li herêmê berfireh, mayînde û fermî bike.”

Li ser beşdarbûna çalak a PDK’ê di planên dagirkirina Başûr de û anîna DAÎŞ’iyan jî Rîham Hesen di dewama daxuyaniyê de wiha got: “PDK di dîroka xwe de  tu carî ne li gel bindestan, ne jî li gel gelê Kurd sekiniye. Berovajiyê wê timî li pêş azadiya Kurdistanê û têkoşîna azadiyê ya gelan bûye asteng. Rûyê PDK’ê di nava gelê Kurd û civaka Êzidî de reşe. Her timî li pêş dagirkeran ketiye û wan aniye di nava axa xwe de bi cih kiriye. 3’ê Tebaxa 2014’an rê ji DAÎŞ’ê re vekir, Şengalê dagir kir û bû sedema fermanê. Eger heya niha jî li Şengalê rêveberiya xweser a Êzidiyan rûbirûyê êrîşan tê sedem PDK e. PDK her roja paştir xiyanet ji xiyaneteke din mezintir dike. Cihê wê timî li gel dagirkeran bûye. Herî dawî jî PDK ji bo artêşa Tirk Başûr dagir bike û Herêmên Parastinê yên Medyayê dorpêç bike, 22’ê Hezîranê rê ji artêşa Tirk re vekir. Ev tifaqên qirêj yên li ser navê hikûmeta herêma Kurdistanê çêdike, ne di xizmeta gelê Başûr û ne jî di xizmeta gelên Iraqê de ye.”

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, piştî anîna cerdevan, çeteyên Roj, niha jî PDK çeteyên DAÎŞ’ê tîne herêma Behdînanê û wiha dirêje bi daxuyaniyê da: “PDK li gel bicîhkirina çeteyên Roj li herêmên gerîla, anîna cerdevanan, vê carê DAÎŞ’ê bi awayeke fermî anî xiste Başûrê Kurdistanê. Ev hevkariya PDK’ê ya bi DAÎŞ’ê re weke dijminahiya li mirovahiyê û bi taybet jî civaka Êzidî dibîn in. Bi cîhkirina DAÎŞ’ê û tevlîkirina şerê dijî gerîla de em weke dijminahiya mezin a li dijî civaka Êzidî jî dibîn in. Hemû gelên Iraqê zirarên mezin ji DAÎŞ’ê û dewleta Tirk dîtine. Ji bo binkeftina xwe û dewleta Tirk veşêre, zindîkirina DAÎŞ’ê metirsiyeke cidî ye li ser Iraq û civaka me.

Li gorî artêşa Tirk bi awayeke fermî di deriyê Xabûr re bi çekên giran derbasê Başûr bû, bi dewleta Iraqê re jî lihevkirinek pêkaniye. Em weke pêkhateyeke Iraqê ya di fermanê re derbasbûye, bang li Iraqê dikin hîn zêdetir dereng nebûyî pêşî li vê metirsiya mezin bigire, pêşî li dagirkeriya dewleta Tirk û zindîbûna DAÎŞ’ê bigire. Heke di vê dema dîrokî de Iraq were lîstokên dewleta Tirk, dê bikeve rêyeke vegera wê nebe. Dewleta Tirk afirînerê DAÎŞ’ê ye, niha DAÎŞ jî bicîh kiriye.”

Rîham Hesen li ser bicîhkirina DAÎŞ’ê pirsek arasteyê serokwezîrê Iraqê Sûdanî jî kir û got: “Em dipirsin gelo hikûmeta federal a Sûdanî ji bo bicîhkirina DAÎŞ’ê û leşkerên dagirker li ser axa xwe bêdeng bûna xwe bidomîne? Eger pêşî li dagirkeriya Tirk neyê girtin, wê ne dîrok, ne gelên Iraqê û ne jî axa Iraqê desthilata Iraqê efû neke û dê dawî li desthilata hikûmeta niha ya li ser kar jî bîne. Iraq ku nû nû xwe kom dike, wê careke din bikeve nava aloziyeke dem dirêj. Divê Iraq komkujiyên dewleta Tirk û DAÎŞ’ê ji bîr neke û di salvegera komkujiya Perexê de nekeve nava şaştiyeke wisa mezin a dîrokî. Em weke civaka Êzidî bang li Birêz Sûdanî jî dikin, berpiryariyên xwe yên nîştîmanî pêkbîne, dawî li dagirkeriya dewleta Tirk bîne û rê nede careke din DAÎŞ li herêmê zindî bibe.”

‘GERÎLA PARÊZVANÊN KURDISTANÊ Û ÊZÎDXANÊ NE’

Rîham Hesen piştgiriya gelê Şengalê ya ji bo berxwedana gerîla ya dijî dagirkeriyê jî ragihandi û got: “Her wiha li ser gerîlayên azadiyê bi hevkariya PDK dewleta Tirk rojana şerekî dijwar  dimeşîne. Em dibêjin Gerîla parêzvanên Kurdistanê û Êzidxanê ne. wan me ji fermanê parastin û niha jî xwe ji me re kirine mertal. Em weke civaka Êzidî heya dawî li gel berxwedana wan a birûmet disekinin. Ew parêzvanên me ne, emê jî li gel berxwedana wan a dîrokî rawestin û çalakiyên wan yên dijî dagirkeriyê silav dikin. Hemû gerîlayên di berxwedana dijî dagirkeriyê de şehîd bûn bibîrtînin û dibêjin, emê bi hemû hêza xwe li dijî dagirkerî û xiyanetê têbikoşin.”

Rêveberiya Xweser a Şengalê bang li civaka Êzidî jî kir û wiha got; “Li pişt berdxwedana gerîla bisekinin. Em li ser navê Rêveberiya Xweser ya Şengalê bang li civaka xwe ya Êzidî û xelkê me yên Şengalê jî dikin, bi hemû hêza xwe li dijî hewldanên dagirkirina Başûr ku Mûsil û Şengalê jî digire nava xwe, bisekinin. Ev merhela dîrokî a têkoşînê tenê bi berxwedaneke pir alî ya gel û gerîla dikare serbikeve.”

Herwiha Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Rîham Hico bi bîranîna şehîdan dest bi axaftina xwe kir û wiha got; “Berxwedana gerîla ya li çiyayên Kurdistanê berxwedana hebûnê ya li hember tunebûnê ye. Berxwedana bindestan a li dijî neheqiyê ye. Ev berxwedan li dijî dagirkeriya xewn û xeyalê Osmaniyan e. Xewna hezarî salan a dewleta Tirk e hemû pêkhateyên li Kurdistanê dijîn û bi taybet jî civaka Êzidî ji holê rake. Armanca wê ya sereke ewe ku axa Kerkûk, Mûsil, Silêmanî, Dihok û Hewlêrê dagir bike. Erdogan dixwaze vê armanca xwe pêk bîne. Kê li pêş xewn û xeyalên Erdogan astenge, Tevgera Azadiyê PKK’ye. Ji bo tasfiyekirina gerîla bi hemû hêza xwe ketiye tevgerê. Tu carî şoreşên Kurdan têk neçûye, eger ne ji kurmê darê anjî dijminên kokê be. Dewleta Tirk bi serkêşiya PDK’ê ku di nava xiyanetê de ye nîviyê zêdetirê Başûrê Kurdistanê dagir kiriye. PDK pêşmergeyan dide pêşiya artêşa Tirk a dagirker ji bo li gerîlayên azadiyê bixe. Xwedî derketina li PKK’ê û li gerîlayên azadiyê erka me hemûyaye. Yên li Başûr şer dikin, beşeke wê ya zêde ne eskerên Tirke, DAÎŞ’in. DAÎŞ îro li çiyayên azad li dijî gerîla şer dike, ji ber vê yekê erka me tevaye em li dijî DAÎŞ’ê têkoşîn bikin. Em weke Tevgera Jinên Êzidî berxwedana gerîla silav dikin. Em her gerîlayekî himbêz dikin û hezkirina xwe ji wan re dişînin. Gerîla û fikrê Rêber Apo me ji fermanê xilas kir. Em dibêjin, ‘Bijî PKK’, ‘Bijî gerîla.”

Daxuyanî bi dirûşmên wekî, ‘Bijî Rêber Apo’, ‘Bijî berxwedana gerîlayên azadiyê’, ‘Bimre xiyanet û bimre hevkariya bi DAÎŞ’ê re’, ‘Bijî Berxwedana Şengalê’ û ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê HBDH: Divê li dijî êrîşên faşîst hemû gel yekîtiya xwe ava bikin
Nûçeya Pişt re HPG: Bi amûrên hewayî 4 çalakî hatin lidarxistin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Kesên ji Holokostê rizgar bûne li ber xelaya li Xezeyê rabûn

Ji mirovên ji Holokostê rizgar bûn 12 kesan bal kişandin ser birçîbûna li Xezeyê û…

Ji aliyê Stêrk TV

Êrîşên li ser bendava Tişrîn û Minbicê hatin şikandin

QSD’ê êrîşên bejahî û hewayî yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê yên…

Ji aliyê Stêrk TV

Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi koma 193’an dewam dike

Çalakiya nobetê ya li Wargeha Mexmûrê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Azad Hesen ji bo Komeleya Îdarî ya Qamişloyê hat erkdarkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Koma sêyemîn a koçberan gihîşt Efrînê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Êrişên bi dronan li ser Hewlêr û Silêmaniyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî bertek nîşanî êrîşa çekdarî ya li Sêweregê da

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?