Çarşem, 15 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî bertek nîşanî êrîşa çekdarî ya li Sêweregê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 5 kesan cezayê darvekirinê hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Aştî û civaka demokratîk xala me ya bingehîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtiyên siyasî yên li Îranê bi metirsiyeke mezin re rû bi rû ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Antalyayê 3 girtiyên di greva birçîbûnê de rakirin nexweşxaneyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA û DAKB’ê ji bo ‘Çarşema Sor’ peyamek dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Êrişên bi dronan li ser Hewlêr û Silêmaniyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Çevîren ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Dêrikê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qurbaniyên Enfalê li Germiyanê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sêweregê êrişa çekdarî ya li dibistanê: Herî kêm 13 kes birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê qurbaniyên komkujiyên Enfalê bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Cejna Çarşema Sor pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji KJK’ê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA ber bi Gemlîkê ve dimeşe: Divê aliyê civakî yê hevdîtinan bi cih bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Qetilkirina Rojîn Kabaîş ronî bikin, dawî li gefên ser malbatê bînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TJA’yê peyama sersaxiyê: Em ê dilsozê mîrateya Zeynep Cansiz bimînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di şerê 40 rojî de nêzî 500 jinan jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > ‘Şerê rûmet û azadiyê’
Kurdistan

‘Şerê rûmet û azadiyê’

Gerîlayên Azadiyê ne tenê ji bo xeyalên xwe, ji bo xeyalên cangoriyên Kurdistanê şer dikin. Ji ber dizanin ti pere, ti mal, ti milk ji rûmeta mirovahiyê bi nirxtir nîne. Lewra mirov dema rastiya vê şerê qirêj dibîne wê gavê bêtir wate dide.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Tebax 2024 Dema xwendinê: 15 dq.
Parvekirin

Çiyayên Metîna, Zagrosan, Garê, ava Xabûr, ava Zap, Avaşîn û Lolan, ev erdingarî mîna bihûşta ser erdê ye. Yê ku vê erdingariyê dibîne, tasekî ava wî ya sar vexwaribe ne gengaze ku nebe evîndarê wê, nebe dildarê wê. Niha ev xweşikî di bin xetereyekî pir mezin de ye. Di bin xeteriya dagirkeriya artêşa Tirk a dagirker de ye. Di bin xeteriya DAÎŞ’ê de ye. 

Niha hin kes hene ku bipirsin; ‘’Ma gelo DAÎŞ hê hene, qaşo ji xwe xilas bibû?” Bersiva vê pirsê bi qasî çîroka şerê vê sedsalê kûr û dîrêj e. Lê em bi çend gotinan wekî xûlase vê mijarê binirxînin. Rast e; di encama şerekî pir mezin yê Tevgera Azadiyê ya Kurd li dijî DAÎŞ’ê ev rêxistina çete heta astekî hat qels kirin. Lê neqediya. Ango nehêştin biqede. Yek ji sedemê neqendandina wî siyaseta dewleta faşîst ya Tirk e. Ya din jî siyaseta qirêj ya dewletên heremê ye. Sedemê herî girîng ya neqedandina DAÎŞ’ê jî siyaseta qirêj ya hêzên hegemonîk e. Ji ber ku ev nîv sedsala dawiyê ango di merheleya şerê cîhanê yê sêyemîn de hêzên hegemonîk ketin nava lêgerek cuda û ji bo ku li Rojhilata navîn destwerdanan bikin hêzên wekî Îslama radîkal bi awayekî mezin bipêş xistin. Ji ber vê sedemê avakirin û hewildana wan ya ji bo DAÎŞ zindî bimîne, eşkere dibe. Em fam dikin ku hê karê dewleta faşîst a Tirk, dewletên heremê û hêzên hegemonîk yên cîhanî bi vê çeteya dijminê mirovahiyê re neqediya ye. Di çarçoveya planekî navnetewî de dewleta faşîst a Tirk wan xwedî dike, bi rext û çek dike. Bi piştgiriya dewletên heremê yê wekî Qatar û her wekî din ve mûçeyan didin wan, şer û jiyana wan fînanse dikin. Ji aliyê hêzên hevkar yên wekî ENKS, PDK û Iraq ve ji bo qabîliyeta xwe ye şer winda nekin ji wan re qadên şer tên vekirin. Bi kurtahî hesabên li ser vê hêza çete mezin in. 

Ji Batufa, heta Dêralok, ji Amediyê heta Sîdekan di xetekî berfireh de vaye 8 sal zêdetir e li hember gerîla ev çeteyên ku bermahiyên şerê qirêj yê li Iraq û Sûriye ne tê şixûlandin. Ma vana kî ne? Bi navê herî dawî El Nusra ne, bi navê tê zanîn DAÎŞ’in. 

Giştî cîhan jî dizane ku DAÎŞ bermahiya şerê qirêj yê li Iraqê bû. Generalên Sedam yên ku di şerê navxweyî de bin ketin, bûn bingeha DAÎŞ’ê yên herî xurt. Bi çek û cebilxaneyên li pey Sedam maye ve şerê xwe yê qirêj yê desthilatdariyê xistin nava Suriyê. Di vir de yê herî zêde piştgirî da wan jî wekî tê zanîn sondxwarê pêk anîna plana mezin ya Rojhilata Navîn, hevserokê vê planê Erdogan bû. Ji ber Erdogan û rejîma wî ya faşîst ji roja hatî ser erk ve, her tim ev tişt gotine, ‘’Me di Iraqe de xeta kir. Diviyabû me rê nedana ku Kurd li Iraqê statuyekî qezenç bikin.’’ Heke niha em dibêjin; ‘’Deskeftiyên gelê Kurd di bin xeteriya dagirkeriyê de ne’’, em dixwazin bal bikşînin ser vê birîna dîrokî ya dewleta faşîst ya Tirk û plana mezin ya Rojhilata navîn. Tirkiye û feraseta wî ya qirêj ti caran rê nade li Iraqê jî, li Suriyê jî Kurd bibin xwedî statûyekî mayinde. Bi taybet li Bakurê Sûriyê bûyina xwedî statû, şefên faşîst li dijî berjewendiyên xwe mîna xeteriya herî mezin dibîne. Modele netewa demokratîk li ser esasê bi hev re jiyînê pêş dikeve. Lê di ruhê dewletan de bi hev re jiyîn nîne. Her wiha plana mezin ya Rojhilata Navîn jî xwe dispêre perçebûna ax, civak, dil, mejî, hêst û fikir.

Ji bo wê jî destê xwe dan bermahiyên Sedam, pere, çek, cebilxane, cihên perwerde û jiyanê dan generalên Sedam. Wan xwedî kirin, li hemberî Kurdan, li hemberî Erebên welatperwar xistin nava şer. Îro em dinêrin li van xetên ji Batufa heta Sîdekan, li rex artêşa dagirker ya Tirk û çeteyên girêdayî mala Barzanî, çeteyên DAÎŞ û El Nusra hene. Lîstokek mezin e, lîstokek pir qirêj e, pereyên ku di vê şerê de tê bidest xistin bê hed û hesabe. Lewra çeteyên ji şerê Sedam mane, çeteyên ji şerê Suriyê mane li van deran tên bi cih kirin. Dibe Sedam hatibe îdam kirin, lê feraseta wî bi destê van hêzan ve tê domandin. Feraseta wî bi destê Erdoganê hevserokê plana perçe kirina Rojhilata Navîne ve tê zindî girtin. 

Hinek pirs hebûn, digotin; ‘’Ma çi feydeya serweriya dewleta faşîst a Tirk li Başurê Kurdistanê ji bo Iraqê heye, çima Iraq piştgirî dide vê hewildana mayinde kirina dagirkirina axa Başûrê Kurdistanê?’’ Ger ku Iraq dixwaze bibe welatekî bi aram û rewşa xwe ji nebaşiyê derxîne li benda çiye? Dewleta Iraq ê wisa fêm dike ku çavê xwe ji êrîşan re bigre wê welatê wî serbixwe bimîne. Wê dewleta Tirk a dagirker rêzê li hemberî wan bigre û xeyalên xwe yê Osmanîtiya nû li ser wan ferz neke. Lê rastî eşkere li holêye. Xwe xapandin, rastiyê naguherîne û heta niha neguherandiye jî. 

Vaye her tişt li ber çavan e, ev şerê qirêj li ber çavê giştî cîhanê diqewime. Eger mirov xwe ji mîyopbûyina çavê xwe xilas bike, hindekî li der û berê xwe mêze bike, ne zehmet sedemê vê bêdengiyê fêm bike. 

Di alîkî de Erdoganê ku li ser aboriya şer li desthilatê dimîne heye, di aliyê din de plana pêşî girtina statûya gelê Kurd heye. Ev her du plan jî bi plana perçekirina Rojhilata Navîn ve hevseng in. Ji bo wê cîhan vê şerê qirêj yê li hember Kurdan nabîne, ji bo wê dewletên heremê bê deng in. Ango ev rewş niha li hesabê hemû hêzên desthilat, tê.

Em ji niha ve bêjin, bila barê dîrokê li ser me nemîne. Ev çeteyên niha li van herêman tên bi cih kirin, sibê ew ê bibin kujerên herî mezin; di serîde yên Kurdan, pişt re giştî pêkhateyên civakî yên heremê. Yên herî zêde statûya Kurdistanê bixin xetereyê ew ê ev çete bin. Ger ku îro dewleta Tirk a dagirker DAÎŞ’ ê ji nû ve zindî dike û li Başûrê Kurdîstanê bi cih dike, dema sibê li nava Bexdayê çeteyan komkûjî pêkanîn bila kes li çongê xwe nede. Ji ber ku wê pir dereng mayîbe.  Lê Sûriyê çima ji vê re bê deng dimîne. Ango çima Îran yek peyvekî di vê derheqê de nabêje. Her wiha ev çeteyên ji Îdlib, Azaz, Marê, Cerablus li Kurdistanê tên veguhestandin ji bo wan jî xetere didin ava kirin. Ma qey Esad nizane, yê Sûriyê perçe kirin û xistin nava vê aloziya mezin bermahiyên şerên qirêj yên li Iraqê bûn. Di vê karê qirêj de yê pêşengtî kir Erdogan bû, me qey nizane? Wê gavê çima bêdeng in?

Bi kurt û kurmancî bi çi awayî dibe bila bibe dewleta Sûriyê niha dixwaze ji van çeteyan xilas bibe. Ji bo wê bê deng e û di ber re ji Erdogan re çavan dişkîne. Iraq jî bê deng e. Plana wan ew e ku di van xetan de li ser pêkhateyên Ereb siyasetekî nû pêş bixînin. Dixwazin, destê xwe li hember pêkhateyên heremên Kurdistanê di ser van çeteyan re xurt bikin. 

Herkes hesabê bi kevirekî du çukan xistin dike. Sûriyê jî, Iraq jî, Tirkiye jî hedef dikin ku hem ew ê deskeftiyên Kurdan asteng bikin, hem ew ê ji aboriya şer para xwe bigirin, hem jî ew ê li heremê bibin hêz. Lê diyare ku ev hesap ji niha ve ji sûkê ziviriye. Her çiqas hemû hesap li ser tine kirina Kurdan, li ser qirkirina Kurdan bimeşe jî, vina gerîlayên Apoyî ji niha ve van hesaban li xwediyê wan zivirandiye. Em çima vê dibêjin, ji ber ku şer pir dirêj kir. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê kêlî bi kêlî, deqe bi deqe li ber xwe dan û nehêştin ew armancên qirêj pêk werin. Her ku çiqas temenê şer dirêj bû hêzên hevkar û dewletên desthilatdar ji bêrîka xwe xwarin. Plan ew bû demildest biryara qirkirina Kurdan pêk bînin, deriyê petrolê vekin, bin erd ser erd çi dewlemendiyên Kurdistanê hene di nava xwe de parve bikin. Gerîla vê tiştê di qirika wan de hêşt. Lewra ji ber vê sedemê bi lez û bez ketine pey miftekirina van operasyonan xwe.

Di vê rewşê de helwesta mala Barzanî ji xayintiyê jî wêdetir bû. Mala Barzanî di nava vê şerê de tenê hesabên mîlyon dolarên ku bikeve berîka xwe dike. Lê ew ê çi ji siberoja Kurdan bê, van çeteyên li van deran tên bi cih kirin ew ê çi bînin serê Kurdan qet ne di xema wan de ye.  Heke sibê van çeteyan êrîşê Duhok û Hewlêrê bikin jî dîsa ew ê li bêrîka xwe mêze bikin. Li ser xwîna Kurdan çiqas pere ketiye destê wan ew ê li wî binêrin.

Ji bo wê em dibêjin, mala Barzanî xayin e û kujerên Kurdan e. Ji bo wê em dibêjin, mala Barzanî DAÎŞ’ê Kurdan e. Ji ber niha yê ji DAÎŞ re rê vedike û dihêle ku li Batufa û Deralokê bi cih bibe ew in. Tenê bi vê ve jî namînin heman demî de piştgirî didin ku ev şer bê fînanse kirin. 

Bînin bîra xwe mala Barzanî di salên borî de petrola Kerkûkê bi dizî çawa firotin Tirkan. Ev rewş heta mûdaxaleyên yasayî yên Iraqê çawa domandin. Vê xiyaneta wan li darazên Iraqê jî hatibû mehkûm kirin. Lewra gotinekî xwînxwarên Kurdan Mahmut Yîldîrîm heye. Dîbêje; ‘’Bixwe! Bixwe, lê bi tenê nexwe!’’ Ev daraza Iraqê jî wateya wê ji vê zêdetir nebû. Aciziya wan li hember mala Barzanî ji ber ku hatûyên petrola kaçax bi serê xwe tenê dixwin bû. Her wiha di encam de petrola ji Kerkûkê derdikeve ber bi Tirkiye ve herikî û hên jî diherike. Tirkan çi ji wê petrolê kir?

Petrola bi dolarekî bi deh qatî wê firotin der û berên xwe. Li ser petrola Kurdan şerê dijî Kurdan fînanse kirin. Yê rê ji vê re vekir jî mala Barzanî bû. Lewra dema em dibêjin; ‘’Şerê li ser Kurdistanê qirêj e’’. Em dixwazin behsa van rastiyen bikin. 

Gotinekî heye, dibê; ‘’Dîn û îmana pere tine ye.” Ev rastî herî zêde di vê şerê li Kurdistanê diqewime de xwe şênber dike. Ne dîn, ne îman, ne ziman, ne çand, ne jî exlaka pereyan heye. Û yên bûne koleyên van pereyan jî ne xwedî dîn, ne xwedî îman, ne xwedî çand û ne jî xwedî exlak in. Demekî dirêj e, desthilatdar bi zimanê pereyan bi hev re diaxifin. 

Mala Barzanî bi Erdogan re bi zimanê pereyan ve diaxife. Zimanê Iraqê pere ye. Hemû desthilatdar tenê ji wê zimanê fêm dikin. Ji vê şerê qirêj ew ê çiqas ‘kar’ a wan çêbibe hesabî wî dikin. Van pereyên ku em behs dikin, wiha bi jimar jî nînin. Bi qamyonan in. Bi destan nayên jimartin. Ji bo jimartina wan qantar tên şixûlandin. 

Di vê şerê qirêj de yê tenê rûmeta xwe parastiye jî gerîlayên Azadiya Kurdistanê û di şexsî wê de gelê Kurd e. Ji ber ew ne ji xwe re malekî, ne ji xwe re jiyanekî dixwazin. Ji bo desketiyên gelê Kurd bê parastin, ji bo gelê Kurd bikaribe bi rûmeta xwe bijî bê berdêl canê xwe didin. Di şert û mercên herî giran de, bê nan, bê av, bê xwarin, bê xew bi rojan, mehan, salan li ber xwe didin. Ji Helepçe heta Hewlêr rêya giştî şehîdên Kurdistanê ji xwe re esas digirin. Ne tenê ji bo xeyalên xwe, ji bo xeyalên giştî cangoriyên Kurdistanê şer dikin. Ji ber dizanin ti pere, ti mal, ti milk ji rûmeta mirovahiyê bi nirxtir nîne. Lewra vê bi dayina canê xwe îspat dikin. Her yek ji wan dibêjin, “Yên di rêya girêdana rast de bimeşîn, berdêla ku bidin ya herî hêsan canê wan e.’’ Lewra mirov dema rastiya vê şerê qirêj dibîne wê gavê bêtir wate dide, pênaseya şer ya gerîla ku dibêje; ‘’Ev şerê me şerê parastina rûmet û azadiyê ye.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Wanê dawet girêdayî destûra cendirmeyan kirin
Nûçeya Pişt re Îsraîlê êrîşek hewayî pêk anî: Fermandarê Tugaya Kassam hate kuştin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 3’Ê GULANA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ji bo agirbestê pêşniyareke nû li Hamasê hate kirin

Heyeta Hamasê ya li paytexta Misir Kahîreyê, ji bo agirbesta li Xezeyê bi navbeynkariya Misir…

Ji aliyê Stêrk TV

Hêzên HTŞ’ê li Şamê êrîş birin ser Kurdan

Hêzên HTŞ'ê dor li taxa Zorava ya Şamê girtin û êrîş birin ser malên Kurdan.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Êrişên bi dronan li ser Hewlêr û Silêmaniyê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Mehmet Çevîren ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Dêrikê hate veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Qurbaniyên Enfalê li Germiyanê hatin bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Ji KJK’ê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?