În, 27 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Enqereyê salvegera damezrandina PKKê hat pîrokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Divê statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê were parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li ber Wezareta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş di roja 10’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê wê di mitînga karkeran de bimeşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji pêkhateyên 1001 îmze ji bo pêvajoya aştî banga wekhevî û ‘mafê hêviyê’ hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi Devlet Bahçelî re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Rêber Apo û xeta PKK’ê wê bi tevahiya mirovahiyê bide qezençkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bi yekrêzî û yek helwestiyê destketiyên neteweyî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên PDK’ê li Soranê rojnamevanek û 2 welatî binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendevanên Mexmûrê bi meşaleyan kareografiya Hakî Karer çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hikumeta Herêma Kurdistanê: Em zimanê leşkerî û gefan red dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    REPAK: Divê demildest mafê hêviyê were bicihanîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyê jinek hat kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê jin li dijî tundiyê li qadan bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demirel: Jin wê bibin ‘çavê sêyemîn’ ê pêvajoyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyman Viyan: Jin êdî mexdûr nînin, pêşengiyê ji têkoşînê re dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Serok û rûspiyên Herêma Cizîrê: PDK xizmeta êrîşên dagirkirinê û qirkirina Kurdan dike
Rojava

Serok û rûspiyên Herêma Cizîrê: PDK xizmeta êrîşên dagirkirinê û qirkirina Kurdan dike

Serok û rûspiyên Herêma Cizîrê daxuyandin ku dewleta Tirk a dagirker di nav hewldana ku Kurdan bi Kurdan bide şerkirin de ye û got, “Mixabin PDK xizmeta van êrîşên dagirkeriyê dike û dibe şirîkê lîstoka qirkirina Kurdan bi destê Kurdan.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 1. Tîrmeh 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Serok û rûspiyên eşîrên Kurd ên li Herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê tekildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Başûrê Kurdistanê û xiyaneta PDK û Pêşmergeyên Roj de li hola Serdemê ya Hesekê daxuyanî da çapemeniyê.

 

Daxuyaniya serok û rûspiyên eşîrên Kurd bi vî rengî ye:

“Em serok û rûspiyên eşîrên Kurd ên Herêma Cizîrê a Rojavayê Kurdistanê, bi xemeke mezin êrîşên dagirkeriyê a dewleta Tirk li başûrê Kurdistanê dişopînin. Li başûrê Kurdistanê li dijî gelê me lîstokek mezin di meriyetê de ye. Dewleta Tirk di nav hewldanan de ye ku Kurdan bi Kurdan re bide şerkirin. Mixabin PDK xizmeta van êrîşên dagirkeriyê dike û dibe şirîkê lîstoka qirkirina Kurdan bi destê Kurdan. Her şerê navxweyî di navbera Kurdan de, tenê di xizmetê dijminên me re dike. Dibe sedema perçebûna yekrêziya me û lawazkirina bergiriya me li hember pirsgirêkên mezin ên li pêşiya me.

PÊŞMERGEYÊN ROJ DI XIZMETA DIJMIN DE YE

Tê zanîn ku ji sala 2011 heya niha li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê şerek diqewime. Ji ber vî şerî hejmarek Kurdên Rojava koçî başûrê Kurdistanê kirin. Dîsa hinek ciwanên me yên Rojavayî jî, di bin venêrîna PDK’ê de, bi navê Pêşmergeyên Roj li başûrê Kurdistanê hatin komkirin. Hinek alî û dezgeyên siyasî jî, di bin navê ENKS’ê de ciwanên me xapandin û berê wan dan nav ev komên Pêşmergeyên Roj. Cihê dilgiraniyê ye ku ji roja ewil de Pêşmergeyên Roj ne di xizmeta gelê me de, di xizmeta dijminê gelê me de bûn. Mixabin ev rewş îro jî berdewam e.

ŞERÊ LI HEMBERÎ GERÎLA XIYANETA HERÎ MEZIN E

Li gor zanyariyên heyî, PDK ciwanên Kurd ên Rojavayî yên di nav koma Pêşmergeyên Roj de dibe herêmên Zap, Metîna û Avaşîn, û li hember gerîlayan wan dixe nav şer. Ev rewş mijarek cîdî ye û ji bo me cihê şermê ye. Gerîla şeref û rûmeta me ye. Xwedîderketina li gerîla erka herî li pêş a hemû Kurdan e. Şerkirina li hember gerîla, îxaneta herî mezin e li dijî gelê me.

Em bang li ciwanên xwe yên ku li Başûrê Kurdistanê, di nav Pêşmergeyên Roj de ne dikin û dibêjin; Jibîr nekin hûn ji ku derê hatine û nekevin xizmeta lîstokên dijmin. Dijmin dixwaze Kurdan bi destê Kurdan qetil bike. Dixwaze şerê birakujî derxîne. Her kî bikeve xizmeta vê planê, ew di nav îxanetek dîrokî de ye. Divê kes nebe perçeyek ji van lîstokan. Em zarokên gelê bi rûmet in. Em her li ku derê bin, divê em xwedî rûmet bin berjewendiyên gelê xwe biparêzin.

DIVÊ CIWAN VEGERIN SER AXA XWE

Em bang li ciwanên xwe dikin ku vegerin ser axa xwe, li hember êrîşên li ser axa xwe parastina Rojava bikin. Em bang li serokên partî û hêzên siyasî yên Kurdistanî dikin ku bi erkên xwe yên dîrokî û neteweyî rabin, ji her tiştê ku dibe sedema nakokî û pevçûnan dûr bikevin. Em bi bîr tînin ku yekîtî û wekhevî, çeka herî bi hêz e ku em pê gelê Kurd li hember metirsî û êrîşkariya dijmin biparêzin.

Di dawiyê de, em ji Xwedayê mezin daxwaz dikin ku Kurdistana me ji hemû ziyanan biparêze û me ji rêya silametî û aramiya gelê me û neteweya me dernexe.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê KCK’ê Wezareta Karên Hundir a Iraqê derewand: Bêbextî û manîpulasyon e
Nûçeya Pişt re Çalakiyên ‘Deng bide azadiyê’: Demildest tecrîdê rakin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

QSD: Êrîşên li bakurê Tişrînê hatin têkbirin

QSD`ê ragihand ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî yên li ser bakurê…

Ji aliyê Stêrk TV

Zarokên Şengalê rojbûna Rêber Apo pîroz kirin

Li Şengalê, bi pêşengiya Saziya Ziman û Perwerdeya Civaka Demokratîk a Êzîdxanê û şaredariyên gel…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Efrîn û Ezazê di nava 14 rojan de herî kêm 50 kes hatin revandin

Navenda Belgekirina Binpêkirinan ragihand ku di 14 rojên destpêkê yên meha Tebaxê de dewleta Tirk…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Enqereyê salvegera damezrandina PKKê hat pîrokirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî: Divê statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê were parastin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

27’ê Mijdarê li gelek bajaran hat pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Hesekê êrîşa li dijî dewriyeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Welatiyek şehîd bû

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?