Sêşem, 6 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Karasû: Dema azadiya Rêbertî pêk hat, komplo wê bi temamî pûç bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 6’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derbarê nûçegihana JINNWS’ê Rabîa Onver de lêpirsîn hat destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DYE balafirên xwe yên B-1 ji Baregeha Fairfor a Îngilistanê vekişand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hidir Ozturk: Hêvîdar im ev rûreşî di nava aştiyê de ronî bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji muzîkjenên Derya Reş peyam: ‘Divê hunermend aştiyê biparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Qubên pîroz: Bîra dîrokê, mabetên aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokê DEM Partiyê yê Berwariyê Yilmaz jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Giştî ya Dije-Terorê li Silêmaniyê çeteyekî DAÎŞ’ê girt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê xwendekar ji bo piştgiriya Rojava meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ranyayê li dijî talankirina xwezaya Kurdistanê çalakî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li cihê şehîd bûyî, hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Sineyê ji bo Marziye Moradavisi cezayê girtîgehê û pere hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevanên ku Xelata Gurbetellî Ersoz wergirtin hatin eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: 27 jin û 6 zarok hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Mexmûrê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Nagîhan Akarsel li ser gora xwe hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê zextên li ser girtiyên jin dewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Şervana ku pêşengî ji jinên Ereb re kir: Hêlîn Kobanê
Kurdistan

Şervana ku pêşengî ji jinên Ereb re kir: Hêlîn Kobanê

Şervana Ereb Hêlîn Kobanê ku ji jinên Kurd ên li dijî DAÎŞ'ê li ber xwe dan bi bandor bû û tevlî nava têkoşînê bû, dema ku dixwest cenazeyên hevrêyên xwe werbigire li gel Lêgerîn Canfeda di 20'ê Mijdara 2024'an de şehîd bû.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Çile 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Rêber Apo bi taybetî li Kurdistanê ji bo jinan jiyaneke nû afirand. Nasnameya jineke azad, wêrek, bi bawerî û îradeyê pêşkêşî jinan hemûyan kir. Bi vê yekê re hem tola jinan hilanî hem jî dilsoziya xwe ya bi jinan re nîşanî tevahiya cîhanê da. Bi Sarayan re hevrêtî kir, bi Zîlanan re xeta azadiyê ya jinê diyar kir, bi Bêrîtanan re artêşbûna jinê YJA Star ava kir. Ji her netewe, ol û mezhebê bi hezaran jin li hev kom kir. Navê her lehengekê bû navê zarokeke nû ji dayik bûyî. Hêlîn Kobanê jî ku navê wê yê li nava malê Şemsa Adil Feyyad bû, da ser şopa lehengên Kurdistanê, pêşengî ji jinên Ereb re kir û navê xwe li dîroka berxwedanê ya Tevgera Azadiyê nivîsî.

Hevala Hêlîn Kobanê bi eslê xwe ji Minbicê, ji gelê Ereb e. Dema ku êrişên çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser Rojava zêde bûn, malbata wê jî rastî êrişan hat û ji aliyê dijmin ve hate qetilkirin. Ciwanên Kurd ên ku li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê berxweedaneke mezin nîşan dan, bala hevala Hêlîn kişand. Jinên ciwan ên ku bi çekê xak û welatê xwe diparastin, bandoreke xurt li Hêlîn Kobanê kirin. Serîtewandiya li dagirkeriyê, negihîstina dayikên dilşewat û zarokan li hestên hevala Hêlîn nedihat; nikarîbû vê yekê qebûl bike. Ji ber vê jî beşdarî nava perwerdeyên îdeolojîk û leşkerî bû. Li qada leşkerî xwe bi pêş ve bir, rahişt çekê û beşdarî operasyonên li dijî çeteyên DAÎŞ’ê bû. Her çeteyê ku ceza kir, serbilind bû. Vê serbilindiyê rêyeke nû, armanceke nû, jiyaneke nû danî pêşiya wê.

Bi rê ket, heyv jê re bû hevrê, gav bi gav ber bi jiyana gerîla ve meşiya. Her roja xwe bi lehengiya gerîla ya li hemberî çekên kîmyewî derbas kir, bi kenê gerîla kêfxweş bû, bi meşa wan ber bi jiyaneke bi rûmet ve meşiya. Têkoşîna gerîla ya li çiyayên Kurdistanê ji bo wê rêya jiyaneke nû vekir û li ser vê bingehê di sala 2023’an de tevlî nava refên gerîla bû. Dîtina çiyayên Kurdistanê kelecaneke mezin da Hêlîn. Bedewiya çiyê, av û rûbaran di dilê wê de bû weke bahozekê. Meşa li serê çiyê, gir û rêyên çiyê ji bo wê bû nîşaneya meşa azadiyê. Xwêdana ji eniya wê diherikî, westandin, bêxewî ji bo hevala Hêlîn bû biryardariya jiyaneke bi rûmet.

TÊKILIYÊN HEVRÊTIYÊ JI BO WÊ BÛ PÎVANEK

Li nava refên YJA Starê li ser xeta neteweya demokratîk têkoşiya ku Rêber Apo diyarî gelan kir. Hevala Hêlîn bedewiya cihêrengiyê dîtibû; ji ber vê jî di vî fikrî de xwe afirand û rêgeha jiyana xwe jî li ser vê bingehê ava kir. Berê hevala Hêlîn li heqîqetê bû. Têkiliyên hevrêtiyê ji bo wê pîvaneke welê bû ku nebe nabe. Hebûn û hişmendiya xwe bi hebûna hevrêtiyê bi wate dikir. Hevala Hêlîn di kenê her hevrêyên xwe de wateya jiyaneke nû didît, hevrêtî bi hezkirinê ji nû ve mezin dikir û bedew dikir. Her hevrêyên wê yên ku bi çekên kîmyewî şehîd diet, hesta wê ya hêr û tolhildanê ya li dijî dijmin mezin dikir. Berxwedana hevrêyên wê ji bo wê vediguherî dibistaneke têkoşînê. Qîrîna Baz, kenê Helbest ji wê re dibû xewn û xeyal.

Wê bi wan dîmenên hevrêyên xwe berpirsyariya hilanîna tolê di wijdanê xwe de dixist ber lêpirsînê. Bi gotina ‘Em dereng man, em çiqasî dereng bimînin dîrok wê hesab ji me bipirse’ barê şoreşê hildida ser milê xwe. Ji bo hevala Hêlîn jiyaneke hêsan ne jiyanek bû. Wê biryar da ku bide ser şopa hevrêyên xwe yên fedaî Sara û Rûken. Ji bo ji berxwedana li Rojavayê Zapê dûr nekeve pêşniyar kir ku biçe qada şer. Weke gerîlayeke YJA Starê Hêlîn Kobanê beşdarî berxwedana Zapê bû û bi pêngavên xwe dijmin matmayî hişt. Li gel ku dûrî hevrêyên xwe û dorpêçkirî bû bi hêrsa tolhildana bi salan a di dilê xwe de derbên giran li dijmin xist.

Vê şervana fedaî û wêrek şehadeta hevrêyên xwe bi bilindahiya jiyaneke nû pêşwazî kir, lê belê ti carî qebûl nekir ku dijmin dest dîne ser cenazeyên hevrêyên wê. Hevala Hêlîn dema ku dixwest cenazeyên hevrêyên xwe werbigire, li gel hevrêya xwe Lêgerîn Canfeda di 20’ê Mijdara 2024’an de tevlî karwanê şehîdan bû. Hêlîn Kobanê weke jineke berxwedêr her kêliya xwe bi têkoşînê derbas kir. Ji ber ku zanî bû ya esasî ew e ku bi milyonan ala azadiyê bilind bike; wê nehêlin ku ew al bê danîn, wê li ber xwe bidin û bi Rêberê xwe re bigihêjin jiyana azad.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Lemkow: Berdana Ocalan ji bo pêvajoya aştiyê gava destpêkê ye
Nûçeya Pişt re QSD: Êrişên giran ên li ser Dêr Hafirê ji bo koçberiya bi zorê ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Rêbertî, bi parêznameyên xwe rêya azadiyê nîşan da’

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Xebat Andok û Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Ozgur Şerker, diyar…

Ji aliyê Stêrk TV

Dayikên Aştiyê: Em ji bo sekinandina şer li vir in

Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê li navçeya Silopiya ya Şirnexê ya di roja 3’yan de çalakiya…

Ji aliyê Stêrk TV

Demîrtaş: Em dixwazin diyalog û muzakereyê bikin çandeke jiyanê

Endamê Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê Nûrettîn Demîrtaş anî ziman ku diyalog û muzakere divê veguhere…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Qubên pîroz: Bîra dîrokê, mabetên aştiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Hevserokê DEM Partiyê yê Berwariyê Yilmaz jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rêveberiya Giştî ya Dije-Terorê li Silêmaniyê çeteyekî DAÎŞ’ê girt

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Mexmûrê xwendekar ji bo piştgiriya Rojava meşiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?