Sêşem, 14 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Tulay Hatîmogûllari: Çar sernavên bingehîn êdî nikarin bêne taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meha Hezîranê li Tirkiyeyê 228 karker mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Îradeya çareseriyê divê bi gavên şênber bê xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêpirsîna Komeleya Ahbap: 38 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêlîn Umît: Di pêvajoyê de her tişt di rê de nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo jiyanê destberdana ji bedena xwe: Greva birçîbûnê û rojiya mirinê yên li Tirkiye û Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bi êşkenceyê hate binçavkirin û girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê bîranîna 14’ê Tîrmehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandariya YRK’ê cangoriyên 14’ê Tîrmehê bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nameya destpêkê ya ku Hayrî Dûrmûş beriya 46 salan ji girtîgehê nivîsî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ’14’ê Tîrmehê tarîtiya li ser hebûna gelê Kurd ji holê rakir’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    60 girtiyên jin ên din veguhestin Girtîgeha Evînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Merîwanê jinek hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP: Di 6 mehên destpêkê yên salê de 150 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêza pêşeng a veguherîn û birêxistinbûna demokratîk: Bakur

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji destpêka salê û vir ve li Herêma Kurdistanê 31 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Leyla Amûdê: YPJ hêza parastina jin û civakê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Belgefîlma “Rojiya Jiyanê” ya Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bê pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîma folklorê ya Kurd di Festîvala Navneteweyî ya Gallerê de bû yekemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Hozan Aydin çar albûmên nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çandê ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan helbestek weşand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Sûriyeyê di rojekê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Şervanê HRE’yê Simko şehîd bû
Rojava

Şervanê HRE’yê Simko şehîd bû

HRE'yê ragihand ku di êrişa hewayî ya dewleta Tirk de ya 13'ê Adara 2024'an hate kirin, şervanê wan Simko Dilpak şehîd bû û agahiyên li ser nasnameya wî eşkere kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê şehadeta şervanekî xwe ragihand.

Daxuyanî wiha ye:

’’Em hevrêyê xwe Simko Dilpak (Diyarî Ehmed Hewla) ku di 13’ê Mijdara 2024’an de di encama êrişa balafira bêmirov ya biçek a dewleta Tirk a dagirker de gihişt asta şehadetê bi rêzdarî bi bîr tînin. Şervanê dilsoz Simko Dilpak; xwediyê keda salan di nava dilê çiyayên kurmênc de bû. Bi xwîna xwe ya zelal destana serdemê di qonaxa duyemîn de nivîsand. Bi cesaret û dilsozî, her kêlî ji jiyana xwe ji bo pêkanîna xeyalên hevrêyên xwe yên di oxira Efrîneke azad û serfiraz de xwe feda kirin, têkoşiya û bi ser bilindî gihişt pîroziya şehadetê. Em ji malbata hêja ya hevrê Simko Dilpak û ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin û soza tolhildana hevrêyê xwe û berdewamkirina rêyan wan nû dikin.

Hevrê Simko Dilpak di sala 2001’an de li navenda berxwedanê navçeya Qendîlê ya li Başûrê Kurdistanê di nava malbateke welatparêz de jidayik dibe.  Hevrê Simko ji temenê zarokatiya xwe ve bi hestên xwe yên ji dil dibe aşiq û evîndarê welatê xwe û ji nêz ve berxwedana Rojavayê Kurdistanê û Çiyayên azad dişopîne û her roj hestên wî yên welatparêziyê mezintir û bilindtir dibin. Hevrê simko hestên xwe dixe piratîk û berê xwe dide Rojavayê kurdistanê da ku li kêleka zarokên welatê xwe têkoşîna azadiya gelan bide meşandin. Li Rojavayê Kurdistanê dest bi nivîsandina çîroka lehengiya xwe dike. Hevrê Simko ji bo ku çand, dîrok û hebûna xwe bêtir nas bike û bibe bersiv ji dijminên xakê re, di perwerde û akademiyên bîrdozî û leşkerî re derbas dibe. Bi demê re xwe di her warî de bi pêş dixe û xwe dighîne asta fermandarê şer. Her wiha li hemû bajar û herêmên Rojavayê Kurdistanê kar û xebata xwe dide meşandin. Li her deverê navê xwe dineqişîne û di dile xelkên Rojava de cihekî xwe ava dike.

Hevrê Simko bi doza mafdar a gelê Efrînê bandor dibe û ji bo ku wek ewladekî Kurdistanê cihê xwe di têkoşîna rizgariya herêma Efrînê de bigire, berê xwe dide nava refên hêzên me Hêzên Rizgariya Efrînê. Bi baweriyeke mezin di çeperên rûmetê de mil bi mil li kêleka hevrê û hogirên xwe, ji bo parastina gelê xwe ji êrişên wehşî û hovane yên dagirkeran cihê xwe di nava refên me de digire. Di nava şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê de hevrê Simko Dilpak bi cesaret, hevaltiya xwe ya rast, welatperwerî û dilnizmiya xwe tê nasîn. Di berxwedana dîrokî ya Efrînê de navê xwe bi tîpên zêrîn di pirtûka destana serdemê de dineqişîne. Heya kêliya xwe ya dawî bi baweriya rizgariya xaka Efrînê tevdigeriya û di oxira pêkanîna van armancan de xwe kir mertal ji gel û welatê xwe re.

Dijminên Kurdan her çendî xwestin Kurdistana mezin parçe bikin û bi her şêweyî hewldan gelê Kurd ji hev bidin qut kirin, lê belê bi saya fedakariyên hevrêyên şehîd mîna Simko û bi hezaran fedayiyên Kurdistanê, planên dijminan hatin têkbirin. Keç û xortên Kurdistanê li ser axa welatê xwe li çar parçeyan xwîna xwe rijandin û bi van fedakariyan îsbat kirin ku Kurd û Kurdistan yek e tu carî nabin parçe.

Di serî de ji malbata hêja ya hevrê Simko Dilpak re,  ji gelê me yê welatparêz û bi taybet ji gelê me yê Qendîlê û Başûrê Kurdistanê re em sersaxiyê dixwazin. Em weke hevreyên wî soza tolhildan û pêkanîna xeyalên hevrêyên xwe yên şehîd nû dikin. Ji bo Efrîneke azad û serferaz û ji bo vegereke bi rûmet em ê tekoşîna pîroz li hemberî dagirkerî û mêtîngeriyê ji her demê bêhtir bilindtir bikin. Aramiya gelê me xeta me ya sor e. Em ê di çarçoveya parastina rewa de li hemberî hemû metirsiyan bibin bersiv û em ê layiqî ked û fedakariyên hevrêyên xwe yên şehîd bin.”

Nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav : Simko Dilpak
Nav û Paşnav : Diyarî Ehmed Hewla
Navê Dayikê : Xedîce
Navê Bav : Ehmed
Cih û Dîroka Şehadetê : 13’ê Mijdarê 2024 , Qonaxa Duyemîn ya Berxwedana Serdemê

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Maduro: Amade me rû bi rû bi Trump re rûnêm
Nûçeya Pişt re Festîvala Fîlman a Rojava di roja xwe ya 6’emîn de didome
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Arcan: Divê dewlet û civak bi rabirdûyê re rû bi rû bibe

Ji ÎHD'ê Sebla Arcan anî ziman ku ji bo aştiyê divê heqîqet bê nîşandan û…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Jinên Kurd bi şoreşê re azad bûn’

Zubeyde Îsmaîl got, "Jinên Kurd bi şoreşê re xwe perwerde kir, zincîra koletiyê qetand, azad…

Ji aliyê Stêrk TV

Prof. Gursoy: Dewletê hîna ti gav neavêtiye

Prof Gençay Gursoy diyar kir ku têkîliya DEM Partiyê ya bi muxalefetê re erênî ye…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

YE’yê serenavê duyemîn ê muzakereyên endamtiya Ûkraynayê vekir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Tulay Hatîmogûllari: Çar sernavên bingehîn êdî nikarin bêne taloqkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

DYE zexta dîplomatîk li DCN dike: Banga vekişînê li hevalbendên xwe kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Meha Hezîranê li Tirkiyeyê 228 karker mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?