Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Parêzer Sevda Ozbîngol têkildarî têkoşîna ji bo aşitiyê û rola jinan a di vê pêvajoyê de ji ajansa me re axivî.
Parêzer Sevda Ozbîngol di destpêka axaftina xwe de ev yek anîn ziman: ‘’Dema ku li erdnigariya me qala aşitiyê tê kirin helbet destpêkê jin tên bîra me. Çawa ku rastiya şer li gel mêranî û nêrtiyê tê pênasekirin, divê aşitî jî ligel jinan û avakirina aşitiyê jî li gel pêşengtiya jinan were pênasekirin. Aqilê nêr û desthilatdarî şer dikin, lê belê jin êşên şeran dikşînin. Aşitî, di rastiyê de tê wateya jinan û têkoşîna jinan.’’
‘DI DESTPÊKA DAXWAZÊN JINAN DE AZADIYA BIRÊZ OCALAN TÊ’
Parêzer Sevda Ozbîngol piştre diyar kir ku têkildarî rêbazên aşitiyê daxwazên jinan ên eşkere hene. Sevda Ozbîngol destnîşan kir ku dabînkirina azadiya fîzîkî û şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelekî girîng in û got: ‘’Jin aşitiyê ava dikin lê belê têkildarî rêbazên aşitiyê jî daxwazên wan hene. Dema ku aşitiyê ava dikin li ser azadiya kesên aşitiyê bi rê ve dibin jî diaxivin. Ji ber wê daxwazên wan gelekî girîng in. Di destpêkê de di serê daxwazên tên bilêvkirin de azadiya Birêz Ocalan heye ku ev yek ji bo me hemûyan gelekî girîng e û ji aliyê aşitiyê ve jî gelekî girîng e. Dema ku li ser pêvajoya ku wê pêşeroja welatê me ava bike û sala li pêşiya me tê nîqaşkirin, em budceyên şer ên ji bo polîtîkayên ewlehiyên tên veqetandin nîqaş dikin. Helbet nebûna şer û pevçûnan gelekî girîng e lê belê bes ne nebûna şer û pevçûnan, daxwazeke desthilatdariya ku li gel hemwelatiyên xwe û pêkhateyên civaka xwe şer nake jî heye. Rastiya civaka demokratîk jî xwe dispêre vê yekê.’’
Parêzer Sevda Ozbîngol di dewama axaftina xwe de bal kişand ser nîqaşên têkildarî rewşa mala ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, anî ziman ku divê pêngav li gel temînatên yasayî û teyîdên komîsyonê werin xurtkirin, bang li desthilatdariyê kir ku bi lez û berpirsiyar tev bigere û got: ‘’Komîsyona hatî avakirin û rapora wê gelekî girîng bûn. Qanûna Çarçoveyê ya piştre hatî derxistin û şaxê aşitiyê yê Meclîsê gelekî girîng in li gel wan pêşketineke mezin çêbû. Jin li şûna rexneyeke neyînî bi nêzîkatiyeke ku aşitiyê ava dike û têkariyê li aşitiyê dike, tînin ziman. Girêdayî vê yekê berpirsiyariyên mezin dikevin berê her kesî. Diyarkirina statuya aliyan, di dabînkirina pêvajoya aşitiya neyînî de yek ji mijara sereke ye. Tê gotin ku Birêz Ocalan derbasî xaniyekî bûye. Em vê yekê gelekî girîng dibînin. Lê belê divê ev yek li gel komîsyonan were teyîdkirin, divê statu li gel sererastkirinên yasayî were xurtkirin.’’
‘EV AŞITÎ WÊ BIBE AŞITIYA ME HEMÛYAN’
Parêzer Sevda Ozbîngol di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew di pêvajoyeke zehmet re derbas dibin lê belê wê hêz û potansiyela civakî bikaribin aşitiyê ava bikin, bang li hemû beşên civakî kir ku tevlî têkoşînê bibin û ev yek anîn ziman: ‘’Bi baweriya ku wê di demên nêz de aşitiya civakî ya ku em heq dikin, pêk were ez bang li her kesî dikim ku daxilî vê pêvajoyê bibin. Aşitî wê bandorê li jiyana me hemûyan bike. Bila ti kes nebêje aşitî bes wê ji bo kesên ji çiyayan werin, kesên ji girtîgehan derkevin û kesên li sirgûnê be. Ev aşitî, wê bibe aşitiya me hemûyan ji ber ku şer jiyana me hemûyan wêran dike. Ji ber wê yekê ez dibêjim ku werin em hemû aşitiya xwe ava bikin.’’

