– Geşedanên piştî Banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk qewimîne, wê bên şopandin.
– Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol destnîşan kir ku aştî wê bi pêşengiya jinan were avakirin û îfade kir ku daxwaza destpêkê ya jinan azadiya Rêber Apo ye.
– Aktîvîsta TJA’yê Nesrîn Akgul diyar kir ku di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de jin divê bibin afirêner.
– Kongreya Avakirina Dersimê di sala 89’an a îdamkirina Seyîd Riza û hevrêyên wî de daxuyanî da û xwest ku hevrûbûna bi Qirkirina Dersimê re pêk were, arşîvên dewletê bên vekirin û cihên gorên yên hatine darvekirin bên diyarkirin.
– Parlamentera DEM Partiyê Ayten Kordû diyar kir ku bûyerên tundiya kesayetî li Tirkiye û Kurdistanê zêde dibin û got: “Bi taybetî ciwanên ku bi madeyên hişbir, çetebûn û torên sûc ên cuda re rû bi rû dimînin ji bo paşeroja herêmê pirsgirêkeke cidî ava dike.”
– Meclîsa Ekolojiyê ya Amedê Sabrî Kiliç diyar kir ku berxwedanên ku li herêmên cuda tên birêvebirin toreke piştevaniyê ya hevpar ava kiriye û bal kişand ser girîngiya têkoşîna birêxistinkirî ya li dijî talana ekolojîk.
– Li navendên Kurdistan û Tirkiyeyê wê çalakiyên xizmên winda û girtiyan bên şopandin.
– Ji Zanîngeha Parîs 8’an sosyolog Michel Kokoreff ê ku çalakiyên xwendekarên li Fransayê wekî “şiyarbûna siyasî ya nifşekî” bi nav kir, diyar kir ku kapîtalîzma neolîberal di nav krîzeke kûr de ye û got: “Em êdî bi temamî ne di demokrasiyê de ne. Lê em hîn ne di otorîterîzm an jî faşîzmê de ne jî.”

