Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Seyîd Riza li Dersimê hate bîranîn
Kurdistan

Seyîd Riza li Dersimê hate bîranîn

Seyîd Riza û hevalên wî li Dersimê hatin bîranîn. Parlamentera DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser êrişên li Dersimê û got, "Divê em xwedî li kevneşopiya berxwedanê derkevin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Seyîd Riza û hevalên wî ku beriya 87 salan li qada Bûgday a Xarpêtê hatin darvekirin, li Dersimê hatin bîranîn.

Endamên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dersimê li Kolana Hunerê li hev kom bûn, bi pankarta bi nivîsa “Me tiştek ji bîr nekir, me ti tişt efû nekir, Xo virra meke’ û bi wêneyên kesên hatin qetilkirin heta Qada Seyîd Riza meşiyan.

Parlamentera DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, ji Hevberdevkên Komîsyona Bawerî û Gelan a DEM Partiyê Yuksel Mûtlû û Parlamentera Dersimê Ayten Kordû jî tevlî bîranînê bûn.

Serokê Şaxê Dersimê yê Komeleya PSAK’ê Alî Ekber Kaya, Seyîd Riza û hevalên wî bi bîr anî. Bernameyê bi xwendina diayan û pêxistina çeraxê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir.

Bi navê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dersimê Ergîn Tekîn axivî û anî ziman ku li Dersimê asîmîlasyon hîn jî dewam dike. Tekîn got, “Bila lêborîneke fermî bê xwestin û ev lêborîn ji raya giştî re bê eşkerekirin. Bila arşîvên Dersimê bêne eşkerekirin û cihê gorên Seyîd Riza û yên din bêne eşkerekirin.”

Kurê neviyê Seyîd Riza Seydalî Polat jî got, “Zarokên piştî me gihîştin wê hesabê vê yekê rojekê teqez ji we bipirse. Şehîdên şoreşê hemûyan bi hurmet bi bîr tînim.”

Ji dayikên Elewî Menşûre Dogan diyar kir ku di wêneyên Dersim 38’an de Seyîd Riza û hevalên wî pêxwas tê sekinandin û bi zincîrkirî birin sêdarê ku ev yek rastiya dewletê nîşan dide.

Parlamentera DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît jî banga xwedîderketina li mîrateya berxwedanê ya Seyîd Riza û hevalên wî kir û got, “Dersim 38 neqedya ye, hîn dewam dike. Di 38’an de em hatin qetilkirin, îro jî bi komkujiyeke cuda re rû bi rû ne. Xwezaya Dersimê bi bendav, maden û HES’an tê tinekirin. Dixwazin baweriyê tine bikin. Hewl didin baweriya Rêya Heq asîmîle bikin, hewl didin Kurdîtiyê di nava Tirkbûyînê de tine bikin, ji bo vê jî polîtîkayeke zirav dimeşînin. Baş zanin ku sefer li Dersimê dibe, lê serketin qet nabe. Dixwazin bi polîtîkayên zirav me ji sekna Dersimê dûr bixînin. Divê beriya her tiştî em li ber vê yekê rabin, têbikoşin.”

Di dewama axaftina xwe de Gulistan Kiliç Koçyîgît got, “Em ji vir bi eşkere bang dikin. Li pêşberî Pîrê xwe, ji Herde Derwêş bang dikin; hûn bi rastî jî aştiyê dixwazin? Bi milyonan mirov daxwaza aştiyê dikin, bi hezaran destê aştiyê hatiye dirêjkirin. Eger nêta wan a ji bo aştiyê hebe divê hesabê komkujiyan bidin û lêborînê bixwazin. 87 sal derbas bûne lê hîn jî em cihê gora Seyîd Riza û hevalên wî nizanin. Eger hûn ji dil bin hingî cihê gorên Seyîd Riza û hevrêyên wî bibêjin. Bila dewlet hesabê sûcê li vê derê kiriye bide. Bila lêborînê bixwaze.”

MERSÎN

Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD) li navçeya Akdenîz a Mersînê li ber avahiya komeleyê çalakiyeke bîranînê lidar xist.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku wê ti carî ji bawerî û nasnameya xwe tawîzê nedin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN DERSÎM

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Bazîdê hin herêm hatin qedexekirin
Nûçeya Pişt re Dayikên Aştiyê nerazîbûn nîşanî biryara darvekirinê dan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Em ê bi pergala komînê zimanê xwe biparêzin

Divê yek ji rêgezên komînê ya bingehîn parastin û pêşxistina zimanê dayikê be. Em ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Êşkenceya li dijî girtiyê nexweş Abdulalîm Kaya dewam dike

Abdulalîm Kaya yê 86 salî ji sedî 93 astengdar û nexweşê giran e, ji Êlihê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Derya Hezarê rageşiya Ûkrayna-Îranê: Îranê ji bo êrişê got ‘dijminane’ ye

Îranê îdîa kir ku li Derya Hezarê Ûkraynayê êrişî keştiyeke wan a bazirganiyê kir. Tehranê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?