Li ser Çemê Rubozik ê li ser sînorê Bakurê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê, tenê di xeteke 45-50 kîlometreyî de 6 bendav hene. Ji ber ev bendav zirarê didin hevsengiya ekolojîk, divê neyên çêkirin. Yan jî piştî Nirxandina Bandora Jîngehê bi armanca avdan, hileberandina enerjiya elektrîkê û astengkirina serdeavêtinê divê bên çêkirin. Lê belê karê van 6 bendavan hinekî cuda ye. Li gorî rapora fealiyetê ya sala 2007’an a Karên Ava Dewletê (DSÎ), karê van bendavan bi temamî ewlekarî ye. Ev şêwazê kategoriyeke ku berê li cîhanê mîna wê nehatiye dîtin, şêwazê bendaveke nû ye.
Dema mirov li nexşeyê dinêre, tê dîtin ku 6 bendav li ser çemekê tên çêkirin. Her yek îhaleyeke cuda, gewdeyeke cuda û goleke cuda ye. Lê ji bo kesên li geliyê dijîn, hemû jî parçeyekî heman çîrokê ne: Gundên ku rêyên wan hatine qutkirin, zozan û zevî winda kirine, bi tirsa hezaz û lehiyê dikevin zivistanê…
Li vir pirsa divê were kirin: Dewleta Tirk li Kurdistanê çima bendavê evqasê weke amûreke ewlekariyê bi kar tîne?
‘BENDAVA EWLEKARIYÊ’: KATEGORIYEKE NÛ
26’ê Cotmeha 2011’an nûçeyek li ser rojnameya Hurriyet derket, vê nûçeyê nîşan dida ku 6 bendavên navborî çima tên çêkirin. Di nûçeyê de dihat diyarkirin ku bendav ji bo vê yekê hatine çêkirin ku şkeftên gerîlayan û yên kesên li ser sînor ticaretê dikin, di bin avê de bihêlin. Ji navçeya Qileban a Şirnexê heta navçeya Çelê ya Colemêrgê Çiyayê Aynatepe, Gurbul, Bezenik û geliyên kûr ên çiyayê Dugun nuqteyên stratejîk digirt nava xwe. Rêyên derbasbûnê yên gerîlayan jî li van geliyan bûn.
Di projeya ku sala 2008’an îhaleya wê hatibû çêkirin û ji aliyê DSÎ’yê ve li ser sînorê Iraq û Îranê ji bo ‘depokirina enerjiyê’ hatibû amadekirin de, bi giştî 11 bendav cih girtin. 7 ji wan li Şirnexê (Silopî, Şirnex, Qileban, Balli, Kavşaktepe, Musatepe û Çetîntepe) û 4 ji wan li Colemêrgê (Golgeliyamaç, Çoçuktepe, Beyyurdu û Aslandag) bûn.
Li gorî nexşeya DSÎ’yê ya ku Tîrmeha 2009’an ji aliyê çapemeniyê ve hatî bidestxistin, golên bendavê wê bi sedan şkeft û rêyên derbasbûnê yên PKK’ê di bin avê de bihêle, desteka lojîstîkê qut bikin û rê li ber qeçaxçitiyê bigirin.
KARÊ LEŞKERÎ Û STRATEJÎK Ê BENDAVAN
Sedemê esas ê di avakirina van bendavan de, weke stratejiya kontrola mekanekê hatibû diyarkirin. Geliyên kûr ên li xeta sînor, ji bo tora lojîstîk û xwespartinê ya PKK’ê korîdorên xwezayî çêdikir. Golên bendavê ev gelî tejî dikirin, vê yekê rêyên derbasbûnê digirt û liv û tevgera leşkerî ya li herêmê jî asteng dikir.
Ev mînaka şênber a derbasbûna ji taktîka salên 1990’an a “gund bişewitîne, avê zûwa bike”, ber bi feraseta “mekanê veguhere, çalakiyan asteng bike” ve ye. Bendav ji aliyê sosyo-ekonomîk ve jî jinûve şêwe dide herêmê. Lê belê maliyeta vê stratejiyê ya ekolojîk, demdirêj û civakî di raya giştî de zêde nayê nîqaşkirin.
DI BIN NAVÊ ‘EWLEKARIYÊ’ DE GUHERTINA ERDNÎGARIYÊ
Dewlet şûna ku pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane çareser bike, bi polîtîkayên ewlekariyê erdnîgarî û ekosîstema herêmê diguhere, ji bo mirovan ji cihên wan bike ti pirsgirêkê nabîne. Bendavên li pey hev hatine çêkirin, sînorên çêkirî vediguherîne sînorên xwezayî.
Di rapora 2007’an a DSÎ’yê de behsa “bendava ewlekariyê” tê kirin, rayedar jî piştre diyar dikin ku ev bendav bi armanca avdan û hilberandina enerjiyê hatine çêkirin. Bi fermî dibêjin, “razemeniyên enerjî û avdanê”, lê belê tecrûbeya gundiyên li herêmê ne li gorî vê gotinê ye.
Tê diyarkirin ku ji bo bendav bi armanca avdanê bên bikaranîn sîstemên qenal û şebekeyê yên pêwîst di rêjeyeke mezin de nayên avakirin û hilberandina enerjiyê jî bi giştî bi hêza 15 MW sînordar dimîne.
Her wiha hezaz û lehiyên ji ber bendavan çêdibin, ji bo şêniyên herêmê xeteriyeke cidî çêdikin.
NEXŞEYA ZINCÎRÊ: 6 BENDAV, YEK GELÎ
Çemê Rubozîk baskek ji Çemê Hezîlê ye. Li gorî koordînatên di çavkaniyên vekirî de, bendavên Çetîntepe, Musatepe, Kavşaktepe, Balli û Qilebanê ji rojhilat ber bi rojava ve, ji gundê Rubozîkê ber bi Încelerê ve rêz dibin. Bendava Şirnexê beşa herî nêz a zincîra navenda bajêr e.
Taybetmendiyên 6 bendavan bi vî rengî ne:
Bendava Çetîntepe: Li herî jorê zincîrê, li derdora gundê Rubozîk û herêma Gulvaziyê cih digire. Bilindahiya wê 60,5 metre ye û xwedî hecmê 44,33 milyon metrekupa golê ye. Di qeydên DSÎ’yê de di nava projeyên bi fermî temam bûne de cih digire û di bunyeya tesîsê de HES’eke plankirî ya xwedî hêza 2MW’ê heye.
Bendava Musatepe: Li nêzî gundê Ortabag hatiye bicihkirin, 34,5 metre bilind e û xwedî hecmê 12,29 milyon metrekupa golê ye. Pêvajoya înşaetê û xebatên rêya ewlekariyê ya 1,5 kîlometreyî, temam bûn û derbasî qonaxa avgirtinê bûn.
Bendava Kavşaktepe: Li geliyê Işikveren û Taşdelenê ye. Xwedî bilindahiya 66 metre û hecmê 19,05 milyon metrekupê ye. Di envantera DSÎ’yê de di statuya tesîsên bi armanca ewlekarî û enerjiyê de cih digire.
Bendava Balli: Li herêma gundê Balli, di çend kilometre jêrê Taşdelenê de cih digire. Xwedî bilindahiya 49 metreyê ye û hecmê 7,09 milyon metrekupa golê ye.
Bendava Qileban: Bendava li herêma Înceler, xwedî bilindahiya 55,5 metreyê ye. Xwedî hecmê 20,1 milyon metrekupa golê û 431 metre dirêjahiya gir e. Proje, di nava wan bendavan de cih digire ku bi temamî di çarçoveya razemeniyên DSÎ de hatine temamkirin.
Bendava Şirnexê: Nêzî 25 kîlometre di başûrêrojhilatê navenda bajarê Şirnexê de cih digire. Xwedî bilindahiya 56,8 metre û qadeke 398,3 kîlometrekareyê ye. Ev proje sala 2011-2012’an kete fealiyetê.
Ji bilî Bendava Şirnexê bi giştî hecmê depokirina 5 bendavên din, nêzî 102,9 milyon metrekupê ye. Gola herî mezin a zincîrê, ayîdê Bendava Çetîntepe ya bi hecmê 44,33 milyon metrekupê li herî jora xetê ye.
Li gorî daneyên ku di çavkaniyên eşkere de cih digirin, maliyeta giştî ya şeş bendavan nêzî 166 milyon dolar (259,5 milyon TL) ye. Li beramberî vê yekê, li gorî agahiyên di Atlasa Enerjiyê de cih digirin, hêza giştî ya santralên tê plankirin li ser Çemê Rubozikê bê çêkirin 15 MW ye. Ev kapasîte jî tenê ji sedî 0,044 ê hêza giştî ya santralên hîdroelektrîkê yên li Tirkiyeyê ye.
Di berdêla lêçûneke cemaweriyê ya ji 166 milyon dolarî tenê wê bi 15 MW’yî tevkariyê li hilberîna enerjiyê ya herêmê bike. Ev kapasîte wê wê wateyê ku di beramberî yek ji hezarî hêza hîdroelektrîk a li tevahiya Tirkiyeyê ye.
Ev rewş nîşan dide ku razemeniyên li ser bendavê ji rasyonalîteya aboriyê zêdetir bi giranî li gorî hesabên siyasî-leşkerî têne kirin.
POLÎTÎKAYÊN AVÊ YÊN LI DERVEYÎ SÎNOR Û RÎSKÊN JEOPOLÎTÎK
Bendavên li Robozikê êdî ji meseleya navxweyî ya Tirkiyeyê derketiye. Di heman demê de bûye parçeyek ji polîtîkayên avê yên li derveyî sînor. Herikîna Çemê Hêzilê ber bi Iraqê ve tê wê wateyê ku ev bendav bandorê li rejîma avê ya li Iraqê jî dike. Di sala 2011’an de piştî ku av li Bendava Silopiyayê kom bû, gundiyên Iraqî diyar kirin ku ava Çemê Hêzilê kêm bûye û ev bandor ji hingî ve hîs kiribûn. Ev rewş divê weke dewamiya polîtîkayên avê yên Tirkiyeyê yên li tejaneya Firat û Dîcleyê ji aliyê ewlehiya avê ya herêmî ve jî bê nirxandin. Bandora demdirêj a bendavan li ser zeviyên çandiniyê yên li Iraq û Sûriyeyê û çavkaniyên ava vexwarinê hîn bi rengekî berfireh nehatiye lêkolîn.
TÊKILIYA EKOSÎSTEM Û KRÎZA AVHEWAYÊ
Bandora ekolojîk a bendavan tenê di asta xwecihî de namîne; di heman demê de dibe sedema krîza avhewayê. Golên bendavê rêjeya şilî û nêmê ya li herêmê zêde dike û dikare rewşa baranê biguherîne. Ev jî bandoreke neyînî li çandinî û sewalkariyê dike. Her wiha ji ber ku aluvyonên çeman di bendavan de asê dimînin, berhemdariya zeviyên çandiniyê yên li tejaneyên jêrîn jî kêm dibe. Ev rewş jî rîska çolbûna li herêmê zêde dike.
PÊVAJOYA AŞTIYÊ Û BENDAV
Li gel dewamiya pêvajoya aştiyê jî li herêmê çêkirina şeş bendavan dewam dike. Yanî dewlet li şûna ku berê çavkaniyên xwe bide çareserkirina pirsgirêkê, li karên welê xerc dike ku ji aliyê civakî û ekolojîk ve bandoreke giran li herêmê bike. Ev kiryar ne tenê bandorê li gelê xwecihî û erdnîgariya herêmê dike; di heman demê de ji bo welatên Sûriye, Iraq û Îranê ku li ser tejaneya Firat û Dîcleyê ye, li ser gelên li van welatan ji aliyê peydakirina xurekê û ava paqij dikare zehmetiyan bi xwe re bîne.
Lewma meseleya şeş bendavên li vê derê ne tenê meseleyeke ewlekariyê yan jî maliyetê ye; pirsgirêkek herêmî bi xwe ye ku yekser pêwendiya xwe bi çavkaniyên avê, hilweşîna ekolojîk û krîza avhewayê re heye.

