Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Derya Spî Winda Kirine re (AYKAYDER), bi mebesta hevgirtina bi malbatên şehîdan re li navçeya Seyhan a Edeneyê bernameyeke xwarinê li dar xist. Di bernameya ku li saloneke dawetê hat lidarxistin de endamên Platforma Saziyên Demokratîk a Edeneyê û gelek malbat amade bûn. Di bernameyê de Şehîdên Azadiya Kurdistanê hatin bîranîn.
Li salonê pankartên “Em ê xeyal û armancên şehîdên xwe bi avakirina civaka demokratîk tacîdar bikin”, “Şehîd namirin”, “Şehîdên me rûmeta me ne” û “Niha dema jinê ye” hatin daliqandin û posterên Rêber Apo jî cih girtin. Bername bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir.
Piştî rêzgirtinê, qeyda dengê Rêber Apo ya der barê nirxandina şehîdan de hat guhdarkirin. Di dema guhdarkirina dengê Rêber Apo de li salonê dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin.
‘TÊGIHÎŞTIN DI GIRÊDANA NIRXAN DE DERBAS DIBE’
Destpêkê Hevseroka AYKAYDER’ê Rahîme Agaç axivî û diyar kir ku ew ê li seri şopa şehîdan bimeşin.
Paşê Mehmet Şîrîn Bozçali yê ku piştî 30 salan hat berdan axivî. Bozçali diyar kir ku fêmkirina şehîdan fêmkirina nirxên têkoşînê û jiyandina bi wan nirxan re ye û got, “Fêmkirina şehîdan, fêmkirina nirxên me yên têkoşînê û bi wan re jiyîn e. Rêya nemirkirina şehîdan ji fêmkirina wan, têgihiştina helwest û îdealên wan û girêdana bi van nirxan re derbas dibe. Heta nefesa xwe ya dawî em ê bi şehîdan ve girêdayî bin û ji bo têkoşîna wan bidin jiyîn em ê bixebitin.”
‘MALBATÊN ME BINGEHA VÊ TÊKOŞÎNÊ NE’
Herî dawî Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir axivî. Bayindir diyar kir ku malbatên şehîdan hêza bingehîn a Tevgera Azadiya Kurdistanê ne û got, di serdemeke ku nasname, ziman û çanda Kurdî dihat înkarkirin de kesên têkoşiyan berxwedaneke girîng nîşan dan.
Bayindir behsa Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî kir û got ku pêvajo li ser nirx û têkoşîna şehîdan hatiye avakirin. Bayindir wiha got, “Ev pêvajoya ku îro tê meşandin li ser nirx, lehengî û qehremaniya şehîdan hatiye avakirin. Weke ku di peyama Rêber Ocalan de hatiye îfadekirin ev pêvajo wê di çarçoveya rê û nexşeya wan de bê tacîdarkirin.”
Bayindir bal kişand ser girîngiya azadiya Rêber Apo û got, “Ev rê derdikeve azadiya gelê Kurd û gelê Kurdistanê. Di heman demê de derdikeve azadiya Rêber Ocalan. Em bi Rêber Ocalan, Tevgera Azadiya Kurdistanê û dayikên xwe yên qehreman bawer in. Heta ku azadî û serketin pêk bê ev têkoşîn wê bidome.”
Bername, piştî dayîna xwarinê bi dawî bû.

