Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Şoreşa jinên berxwedêr: Rojava
Jin

Şoreşa jinên berxwedêr: Rojava

Jinên li Rojava bi rêxistinên xwe yê civakî û parastinê ku di nava mercên herî giran ên şer ava kirin, veguherîn hêza pêşeng a şoreşê. Niha jî ji bo parastina destketiyan li dijî rejîma Sûriyeyê ya nû ya cîhadîst li ber xwe didin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 14. Tîrmeh 2026 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Arîn, Avesta, Nesrîn, Rûken, Leyla, Viyan, Dîcle û bi hezaran jinên din… Her yek ji wan ji bo parastina xak û gelê xwe bêdudilî canê xwe feda kirin. Jinên ku di bin zexta rejîma Baasê de bi salan ji bo hebûnê û bihîstina dengê xwe têkoşiyan, îro ji Kurdistanê û cîhanê re bûne mînak, şoreşa xwe pêk anîne. Ji ber vê yekê Şoreşa Rojava weke “Şoreşa Jinê” hate naskirin û reh berda her qada jiyanê.

Ev şoreş veguherî yek ji rabûnên herî kûr ên li dijî sîstemên mêtinger, dewletperest û patiyarkal ên hezaran salî. Azadiya jinê li navenda şoreşê hate bicihkirin û weke mifteya veguherîna civakî hate dîtin. Ev polîtîka, parastin, siyaset, aborî, perwerde û ekolojî bi têkoşîna jinê hate hûnandin. Jin bûn hêmana esasî ya ku biryarê dide û rê nîşan dide.

RÊXISTINBÛNA DESTPÊKÊ YA LI NAVA YXG’Ê

Li Sûriyeyê bi destpêkirina şerê navxweyî yê sala 2011’an û pê ve jinên Kurd hem li dijî rejîma Baasê hem jî li hemberî komên cîhadîst dest bi berxwedanê kirin. Di dema 2011-2012’an de jinên ku tevlî Yekîneyên Xweparastina Gel (YXG) bûn, di demeke kurt de berê xwe dan rêxistinbûna xweser.

Siyasetmedar û şervanên jin ên tevlî YXG’ê bûn, kevirên bingehîn ên şoreşê danîn. Ji komînên taxan heta bi kooperatîfên aboriyê, ji karên perwerdeyê hate bi yekîneyên parastinê li her qadê bi roleke çalak rabûn. Ji aliyekî ve têkoşîna çekdarî meşandin, li aliyê din jî jiyan hûnandin.

ARTÊŞBÛNA JINÊ

Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) di 4’ê Nîsana 2013’an de bi fermî ava bû. Ev dem dihate wateya têkilîdanîna bi rojbûna Rêber Apo re.

Rêber Apo di hevdîtineke xwe ya 7’ê Hezîrana 2013’an de li ser vê nuqteyê ev nirxandin kiribû: “Şoreşa me di heman demê de şoreşa jinê ye. Em ê koletiya jinê bidin bidawîkirin. Ev şoreşeke çînî nîne. Şoreşeke bi pêşengiya şoreşa jinê ye. Rewşa jinê metirsîdar e. Bêkar e. Jin ji ber bêkariyê diçin deverên cuda. Hûn ê xwe jinûve biafirînin. Divê jin wêrek û azad bin. Jin li derveyî jiyanê hatiye hiştin. Eger tu jinê bieciqîne, weke makîneya kurkê bieciqîne bêguman tu yê serwer bibe. Nîşaneyeke civaka neolîtîk e. Mêr ê ku jin xistiye vê rewşê mirovekî ketiye.”

TABÛRA DESTPÊKÊ YA JINAN

Li herêma Cindirêsê ya Efrînê bi navê “Tabûre Şehîd Rûken” tabûra destpêkê ava bû. Şervanên jin ku berê di nava yekîneyên têkel de cih digirtin, derbasî nava YPJ’ê bûn. Li her kanton û taxê tabûr hatin avakirin. YPJ ji hêzeke leşkerî wêdetir amûreke têkoşînê ya rêxistinî û îdeolojîk a li dijî zîhniyeta patriyarkal bû. Amadekiyên xwe yên leşkerî, avaniyên xwe yên fermandariyê û mekanîzmayên xwe yên wergirtina biryarê ava kirin. Di nava fermandaran de yên weke Nesrîn Abdullah û Rojda Felat derketin pêş.

YPJ’ê feraseta xweparastinê ya li dijî her cûre zext û serweriya li ser îrade û bedena jinê pejirand. Ev avanî mînaka herî şênber bû ku nîşan dida şoreş û têkoşîna jinê çawa ketiye nava hev.

ÇALAKIYA KU RÊVEÇÛNA ŞER GUHERT

Di nava têkoşînê de gelek jin şehîd bûn. Yek ji kesayetên sembolîk Arîn Mîrkan di sala 2014’an de di dema dorpêça li ser Kobanê de li Girê Miştenûrê li dijî DAÎŞ’ê şer kir. Heta fîşeka xwe ya dawî li ber xwe da û bi çalakiya fedaî rêveçûna şer guherand. Rêya ber bi serketinê vekir.

Bi heman rengî di dema êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên sala 2018’an ên li ser Efrînê de fermandara YPJ’ê Avesta Xabûr (Zelîxe Hemo) çalakiya fedaî kir. Bêrîvan, Silava, Rûken û bi dehan jinan li dijî Eniya Nûsra, DAÎŞ û dewleta Tirk di têkoşînê de canê xwe kirin çeper.

AVAKIRINA LI QADA CIVAKÎ

Piştî ku şoreş pêk hat, jinan qada civakî jî jinûve ava kir. Ya destpêkê jî Mala Jinê ye. Destpêkê li Qamişloyê Mala Jinê ava bû. Îro jî li Rojava zêdeyî 50 navendên xwe hene. Di mijarên tundiya li dijî jinê, zewaca bi zorê, pirsgirêkên mîrate û malbatê de ev sazî navbeynkariyê dikin, dibin dengê jinan; bi meclîsên aştiyê, komîteyên perwerdeyê û mekanîzmayên edaletê re dixebitin. Jin li van deveran hem piştgiriyê werdigirin hem jî îradeya çareserkirina pirsgirêkên xwe diafirînin.

JIYANA KOLEKTÎF

Li aliyê din di aboriyê de jî kooperatîf zêde bûn. Li qadên weke çandinî, tekstîl û hilberîna xurekê de aboriya kolektîf hate afirandin.

Li qada perwerdeyê akademiyên Jineolojiyê hatin vekirin. Jinan dîrok axwe, civaka xwe, zanistiya xwe bi perspektîfa xwe nirxandin. Li qada parastinê jî li gel YPJ’ê yekîneyên Asayîşê yên jinan ava bûn.

YEKANE GUNDÊ KU MÊR NIKARE BIKEVE HUNDIR: JINWAR

Di nava van saziyan de bêguman  ya herî zêde dibe cihê îlhamê û şênber e Jinwar e. Jinwar li rojavayê navçeya Dirbêsiyê ya bajarê Hesekê ye.

Projeya Jinwar di zivistana 2016-2017’an de piştî nîqaş û hevdîtinên bi saziyên pêwendîdar ên li Sûriyeyê kete meriyetê. Di 10’ê Adara 2017’an de jinan hîmên gund danîn. Di 25’ê Mijdara 2018’an de di Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê de, gund deriyên xwe li jinan vekir û taybetmendiya esasî ya gund ew e ku temamiya şêniyên wê jin e.

Li derdora gund Girê Gebz ê dîrokî, gundên Kerkend, Herba, Etîşan û Qeyrawan hene. Xwedî zeviyên çandiniyê ye, ku ev yek ji sedemên sereke yên avakirina gund li vê herêmê ye. Jinên li gund dimînin ew jin in ku mexdûrên sîstema serweriya mêr in û hevjînên xwe winda kirine. Tenê malbat dikarin serdana gund bikin; destûr ji mêran re nayê dayin ku bikevin nava gund.

Li gund dibistan, firin, navenda tenduristiya xwezayî ŞÎfaJin, Akademiya Jinwar, dikaneke biçûk û bexçe hene. Mal bi keda kolektîfa a jinan hatin avakirin. Çandiniya ekolojîk, sewalkarî û aboriya kolektîf esas hate wergirtin.

POLÎTÎKAYA JI BO TASFIYEKIRINA YPJ’Ê

Destketiyên jinan ên li her qada jiyanê ya li Rojava xwedî roleke çalak e, piştî ku Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) di Kanûna 2024’an de li gel 12 komên cuda yên çete rejîma Baasê hilweşand û desthilatdariyê bi dest xist, bi gefên nû re rû bi rû man. Rejîma nû ya Sûriyeyê ku koka xwe El Qaîde ye, polîtîkayeke tasfiyeyê ya berfireh dimeşîne û bi taybetî jî YPJ’ê dike hedef.

Rejîma HTŞ ku bi dewletên mêtinger ên weke dewleta Tirk, DYE û Îngilistanê vê polîtîkayê dimeşîne, li gel peymana entegrasyonê ya 29’ê Çileyê YPJ’ê weke hêzeke leşkerî qebûl nake. Li gorî peymanê hêzên Kurd wê bi sê tûgayan di bin Tumena 60’emîn de kar bikira. Lê belê li gel ku pênc meh di ser peymanê re derbas bûne rejîm hîn jî statuya YPJ’ê dike mijara nîqaşê û ferz dike ku tenê di bin sîwana Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîşê) de cih bigire.

Li hemberî vê yekê YPJ paşve gavê neavêje; hem li Rojava hem jî li gelek devevrên cîhanê kampanyayên piştgiriyê dewam dikin. Qebûlnekirina ‘artêşa jinê’ ya  YPJ’ê tê wateya tasfiyekirina xeta azadîparêziya jinê ku di sallên 1990’î de beşdarî nava têkoşîna çekdadrî bûn.

SÎSTEMA HEVSEROKATIYÊ

Sîstema hevserokatiyê ya ku li Bakurê Kurdistanê li qada xwecihî kete meriyetê, li Rojava jî bi cih hate anîn. Ev sîstem di Çileya 2014’an de kete meriyetê ku hingî kantonên ‘Xweseriya Demokratîk’ hate ragihandin. Di nava Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) de yên ku destpêkê bi vê erkê rabûn şehîd Salih Muslim û Asya Abdullah bûn. Piştre li kantonên Kobanê, Cizîr û Efrînê heman xet hate meşandin. Di her saziyê de wekheviya jin û mêr esas hate girtin. Bi ‘Peymana Civakî’ re ku di 29’ê Kanûna 2016’an de hat îmzekirin sîstema hevserokatiyê hate ferzkirin ku li hemû sazî, meclîs û komunan bi rengê yek jê jin yek jî mêr bikeve meriyetê.

Lê belê rejîma HTŞ’ê li parlamenta xwe ya bi navê ‘Meclîsa Gel’ a li Şamê kotaya jinê di asta ji sedî 20 de hişt. Hewl dide asteng bike ku jin di avakirina Sûriyeya nû de nebin xwedî gotin, paşerojeke hîn adîl û demokratîk ava nekin.

DESTKETÎ DI XETERIYÊ DE NE, DIVÊ TÊKOŞÎN DEWAM BIKE

Lewma destketiyên ku jinan li qadên parastin, siyaset, aborî û jiyana civakî bi têkoşîna zêdeyî deh salî bi dest xistine, ji ber helwesta rejîma HTŞ’ê ya ku YPJ’ê weke avaniyeke leşkerî ya xweser nas nake û sîstema hevserokatiyê di pratîkê de bi cih nîne, di ezmûneke nû de ne. Ev nêzîkatiya rejîma HTŞ’ê ne tenê li Rojava paşeroja hemû jinên li Sûriyeyê dixe xeteriyê.

Sibe: Ji Mîna Qazî heta bi Şîrîn Elemhûlî jinên Rojhilat

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ’14’ê Tîrmehê tarîtiya li ser hebûna gelê Kurd ji holê rakir’
Nûçeya Pişt re ROJEVA 14’Ê TÎRMEHA 2026’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Berlînê Hefteya Çandê ya Jinên Kurd tê lidarxistin

Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd Cenî di navbera 2-8'ê Adarê de Hefteya Çandê ya Jinên…

Ji aliyê Stêrk TV

Dersim: Şerê taybet ku ji sal 1937’an û vir ve bê navber dewam dike -VII

Dewlet piştî polîtîkayên qirkirinê yên 1937-38'an îro jî bi heman armancê tevdigere; Jêbirina hişê berxwedanê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Dêrazorê şervanekî QSD’ê şehîd bû

Hêzên rejîma Şamê rojhilatê Dêrazorê bombebaran kir. Di encama bombebaanê de şervanekî QSD’ê şehîd bû…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?