Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 13’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Çand û Hûner > Suleyman Çarnewa: Di 25’ê Cotmehê de em bi milyonan re daxwaza aştiyê bikin
Çand û Hûner

Suleyman Çarnewa: Di 25’ê Cotmehê de em bi milyonan re daxwaza aştiyê bikin

Koma Amed piştî 27 salan wê li Amedê konserekê bide. Endamê komê Suleyman Çarnewa got, "Em tên ku deynê xwe bidin. Em ê bi hev re daxwaza aştiyê bikin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 30. Îlon 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Koma Amed bi tevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê amadekariyê dike ku piştî 27 salan li Amedê konserê bide. Komê ku piştî salên dû rû dirêj mehên derbasbûyî li Ewropayê konser da beriya çend rojan bi daxuyaniyekê diyar kir ku wê 25’ê Cotmehê li Amedê konserê bide. Konsera ku bû sedema kelecaneke mezin, bendewarî xist nava bi milyonan mirovî. Konser wê li qada Newrozê bê pere bê dayin. Endamê komê Suleyman Çarnewa kelecana xwe ya ji bo konserê parve kir û got, “Ev yek ji bo me ji konserê wêdetir e, dewama çîroka me ya nîvcomayî ye.”

Koma ku ji ber stranên xwe neçar ma sirgûn bibe, konsera xwe ya dawî ya li Amedê li gel hin endamên xwe yên li Tirkiyeyê man di sala 2001’ê de di pîrozbahiyên Newrozê de da. Kom bi kelecan li benda 25’ê Cotmehê ye ku konserê careke din bide. Suleyman Çarnewa anî ziman ku stranên wan qet nehatine jibîrkirin, nifşên nû xwedî li wan derdikevin û li ser konserê axivî.

‘JI BO ME TEMAMKIRINA ÇÎROKEKE NÎVCOMAYÎ YE’

Çarnewa got, “Dibe ku em vê kelecana xwe paşerojê bi stranekê bînin ziman. Gelek caran di xewna xwe de me li kolanên Amedê stran digot. Hîn jî bawer nakim ku em ê konserê bidin. Ji bo me weke xewnekê ye. Di dema konserê de em ê bibînin ku ev rastî ye. Ev yek ji bo me ji konserê wêdetir temamkirina çîroka me ya nîvcomayî ye. Çûyîna Amedê ku me xeyala wê jî ji bîr kiribû, bû hesreteke mezin di dilê me de. Em ê bi coşa vê hesretê bistirên. Dilê me li benda wê rojê ye.”

Çarnewa bi dewamî got, “Deynekî gelê Amedê li me heye. Weke Koma Amed ji ber sedemên ne di destê me de bû, me nekarî bi hemû endamên kona xwe konserekê bidin. Di vir de em li ber xwe dikevin. Guhdarên me stranên Koma Amed timî parastin. 25’ê Cotmehê berf jî bidê, bahoz jî rabe em dixwazin vê coşê bi gelê xwe re parve bikin.”

‘HERÎ ZÊDE DIVÊ HUNERMEND DAXWAZA AŞTIYÊ BIKIN’

Çarnewa bal kişand ser pêvajoya diyalogê û got, “Di salên 1990’î de ciwanekî ku dihat konserê me, niha nêzî pêncî bûye. Yanî di vê pêvajoyê de emrê xwe di şer de derbas kiriye. Ji ber vê pirsgirêkê bi milyonan mirov neçar man li sirgûnê bimînin. Ji ber vê jî herî zêde em hunermend divê ji bo aştiyê, ji bo azadiyê hewl bidin. Dengê huner û hunermendan tenê di nava aştiyê de dikare bilind bibe. Aştî, azadî û demokrasî ji bo me deyn e. Bi vê konsera xwe re em dixwazin li Amedê li gel milyonan mirovî daxwaza aştiyê bikin.”

LI SER KOMA AMED

Kom di sala 1988’an de li Fakulteyên Tipê yên Enqere û Hacettepeyê ji aliyê xwendekaran ve ava bû. Endamên destpêkê yên komê Evdilmelîk Şêxbekir, Gulşen Çetîn, Savaş Çakmak, Rohat Kûtlay, Fîkrî Kûtlay, Mûstafa Kart û Ahmet Kaya bûn. Albûma xwe ya destpêkê jî sala 1990’î bi navê ‘Kulîlka Azadî’ weşand. Ablûmê deng veda. Yek ji endamên destpêkê yên komê Evdilmelîk Şêxbekir tevkariyeke mezin li danîna hîmên bingehîn ên Navenda Çanda Mezopotamyayê kir. Di Îlona 1991’ê de tevlî nava refên gerîla bû, di sala 1992’an de şehîd bû. Komê bi beşdariya gelek hunermendên din karê xwe dewam kir. Hin endamên komê piştî albûma ‘Dergûş’ a sala 1997’an hate weşandin, ji ber sedemên siyasî neçar man li welatên Ewropayê serlêdana penaberiyê bikin.

Albûmên komê:

Kulîlka Azadî (1990)

Agir û Mirov (1995)

Dergûş (1997)

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Pênasekirina Elewîtiyê bi yek zimanî wê xizmetê ji mejiyê asîmîlasyonê re bike’
Nûçeya Pişt re Emperyalîzm: Doh û Îro
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji nivîskar Ehmedê Sedef pirtûka ‘Mem – Alan Kurdî’

Nivîskar Ehmedê Sedef bi pirtûka xwe ya bi navê "Mem û Alan Kurdî" balê dikişîne…

Ji aliyê Stêrk TV

Sosyal Demokrat ên Elman serdana DEM Partiyê kir

Heyetek ji Partiya Sosyal Demokrat a Elman (SPD) li Enqereyê serdana Navenda Giştî ya DEM…

Ji aliyê Stêrk TV

MKG û DFG’ê bertek nîşanî binçavkirina nûçegehînên ETHA dan

MKG û DFG'ê daxwaza berdana tavilê ya nûçegîhanên ku di serdegirtina Ajansa Nûçeyan a Etkinê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Orûç: Têkoşîna li dijî narkotîkê divê bi avakirina xeta civakî ya astengkirinê be

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?