În, 28 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Mêrdîn, Sêrt û Amedê bîranîn sersaxiyên şehîdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê di 1’e İlonê de li Amedê meş were lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    M. Saît Yildirim ê ku krîza dil derbas kir, car din şandin girtîgehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê taziyeya şehîdan: Malbatan banga ‘em xwedî li pêvajoyê derkevin’ kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: Em di dilê deriyê derbasbûna bêpevçûnê de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê di roja sêyemîn a taziyeyê de ji bo şehîdan mewlûd hat danîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Veysî Aktaş: Divê berxwedana me bi qasî xeyalên şehîdan mezin bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayik: Nirxên ku Mamoste Şemal afirand, gelê me gihand asteke mezintir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê ji bo şehîdên azadiyê meşa bi meşaleyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di kevirên Deraseyê de êş û berxwedana veşartî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Arzû Îlhan: Têkoşîna ku bi berdêlên giran tê meşandin hîn bi encam nebûye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Elkê bi sedan kes serdana sersaxiya şehîd Şiyar Jîrkî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘YPJ dikare weke hêzeke taybet entegreyî Wezareta Hundirîn were kirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê nasnameya 3 şehîdên xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DEM Partiyê banga Rojîn Kabaîş: ‘Mirina wê divê were ronîkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Saqiz û Çapharê du jin ji aliyê hevjînên xwe ve hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê rewşa tenduristiyê ya 2 jinên girtî xirab dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJ’ê û Jin Produksiyon rojnamevanan bibîr anîn: Em ê dengê rastiyê bigehînin civakê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Tevgerên Çandê Hêvî Şanoger bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xebata çêkirina peykera Salih Muslim bidawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Taybet Înan hate bîranîn
Kurdistan

Taybet Înan hate bîranîn

Taybet Înan ku li Silopiyayê di dema berxwedana xwerêveberiyê de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hate qetilkirin, hate bîranîn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Kanûn 2024 1 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Dayika Taybet înan di 19’ê Kanûna sala 2015’an di dema qedexeya derketina kolanan a li Silopiya ya Şirnexê de ji hêla hêzên ewlekariyê ve hate qetilkirin û cenazeyê wê 7 rojan li erdê ma. Dayika Taybet Înan di 9’emîn salvegera qetilkirina xwe de li kolana lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn. Bîranîn, bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Silopiyayê ve hat lidarxistin. Malbata dayika Taybet, Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, akîvîstên TJA’yê û hevşaredarên navçeyan tev li bîranînê bûn.

Beriya bîranînê girse heta li ber deriyê mala Taybet Înanê meşiya. Malbata Înan bi wêneyên dayika Taybet girse pêşwazî kir. Piştre jî girse derbasî kolana dayika Taybet lê hatibûn qetilkirin bû.

Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan di bîranînê de axivî û li gel Dayika Taybet hemû kesên di dema qedexeyan de hatin qetilkirin bi bîr anî. Newroz Uysal Aslan, wiha got: “Em ê vê hovîtiya li vê kolanê hatiye kirin ji bîr nekin. Di şexsê malbata Taybet de em hemû şehîdan bibîr tînin. Di sala 2015’an de li Cizîrê, Silopiya, Nisêbîn û Hezexê rûreşî û komkujiyeke mezin hate kirin. Di şexşê Dayika Taybet de mirovahî li vê kolanê mir. Cenazeyê wê 7 rojan û 7 şevan li vê kolanê ma. Me di wî wêneyî de hovîtî dît. Dayika Taybet bû sembola vê hovîtiyê. Me di komkujiya Roboskê de, me di qetilkirina Dayika Taybet de, me di qetilkirina Ayşe Buruntekîn de dît ku ev dewlet dijîtiya ax û nasnameya vî gelî dike.”

Bi domdarî Newroz Uysal Aslan bi lêv kir ku heta ku kujer hesabê didin dê têkoşîna wan bidome û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev Plana Têkbirinê ku dabûn destpêkirin, hêj niha jî didome. Di qetilkirina Dayika Taybet de yek kujer nehate darizandin. Îro dewleta tirk xwedî li van sûcan derdikeve û diparêz e. Lê em van sûcan qebûl nakin û ji bîr jî nakin. Heta ku kujer hesabê didin em ê têbikoşin. Dilê me îro bi êş e. Lê em dizanin bi qetilkirina Dayika Taybet nekarî vîna gelê Kurd tune bike û serî pê bidin tewandin. Heta ku hesab tê dayin dê têkoşîna me bidome.”

Piştî axaftinan, girse bi dirûşmên “Şehîd namirin” derbasî mala Dayika Taybet bû. Piştî bîranînê girse çû serdana malbata Dayika Ayşe Buruntekîn û Mela Hesen ên di dema qedexeyan de hatine qetilkirin û ew bi bîr anîn.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞIRNEX

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Du senatorên DYE’yî ji bo Rojava pêşnûmeqanûnek li ser Tirkiyeyê pêşkêş kirin
Nûçeya Pişt re Laleş Êzidî: Ola Êzidîtiyê qenaet û heqîqetek e
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

CPT: Artêşa Tirk li Amêdiyê nasnameyên leşerên Iraqê kontol dike

Endamê CPT’ê Kameran Osman ragihand ku artêşa Tirk li nuqteyeke kontrolê ya li herêma Amêdiyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Newroz li Agiriyê hat pîrozkirin: Divê dewlet bersivê bide bangê

Pîrozbahiya Newrozê ya li Agiriyê bi beşdariya bi hezaran kesî pêk hat. Di çalakiyê de…

Ji aliyê Stêrk TV

Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 102’yan de didome

Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di roja 102’yan de didome.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Veysî Aktaş: Divê berxwedana me bi qasî xeyalên şehîdan mezin bibe

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bayik: Nirxên ku Mamoste Şemal afirand, gelê me gihand asteke mezintir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Cizîrê taziyeya şehîdan: Malbatan banga ‘em xwedî li pêvajoyê derkevin’ kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Wanê ji bo şehîdên azadiyê meşa bi meşaleyan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?