Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Tayîp Temel: Em li bendê ne ku Îlham Ehmed jî beşdarî konferansê bibe
Rojane

Tayîp Temel: Em li bendê ne ku Îlham Ehmed jî beşdarî konferansê bibe

Cîgirê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tayîp Temel got, ew li bendê ne ku Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Rojava Îlham Ehmed jî beşdarî Konferansa “Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” ya li Stenbolê bibe.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 29. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê di 6-7ê Kanûnê de li Stenbolê Konferansa “Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” li dar bixe. Tê payin ku ji Kurdistan, Tirkiye û gelek welatên cîhanê kesayetên navdar beşdarî konferansê bibin. Di konferansê de dê pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” a ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destpêkirin bê nîqaşkirin. Ji Baskê heta Afrîkayê, ji Kazakistanê û heta Belçîkayê gelek kes dê bên beşdarî konferansê bibin. Her wiha rêxistina Sînn Feîn a Îrlandayê jî dê beşdarî konferansê bibe.

Cîgirê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tayîp Temel ê ji Çapemenî û Propagandayê Berpirsyar e derbarê konferansê de ji Ajansa Welat re axivî.

Tayîp Temel bi lêv kir ku armanca destpêkirina pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” ew e ku Kurd û netewên cuda neyên înkarkirin û wiha got: “Pêvajoya dîrokî ji 27ê Sibatê heta roja îro didome. Herî dawî Komîsyona Meclîsê jî çû bi Birêz Abdulah Ocalan re hevdîtin pêk anî. Ev pêvajo ji me re dibêje; ‘Em di demeke nû de ne, ji bo gelê Kurdistanê gelek taybetmendiyên wê hene’. Ji 27ê Sibatê vir ve gelek feylesofên navneteweyî, nivîskar û rewşenbîrên Xelata Nobelê wergirtine hema bêjê derdora 120 kesên navdar piştgiriya xwe ji bo banga birêz Ocalan diyar kirin. Gelek ji wan jî got heke pêvajo bi serkeftî encam bibe divê birêz Ocalan weke namzetê Xelata Nobelê bê nîşandan. Ev jî tê wê wateyê ku ev pêvajo ji bo gelê Kurd xisûsiyetên taybet di nav xwe de dihewîne. Ji ber ku li cîhanê piştgiriyeke mezin heye. Kesên weke Slavoj Zizek, Neom Peach û gelek marksîstên Rojhilata Navîn û qada navneteweyî piştgiriya xwe ji bo fikir û ramanên birêz Ocalan nîşan dan. Em bi vê konferansa 6-7ê Kanûnê dixwazin hinek mijarên di vê pêvajoyê de bi awayekî aşkere bê nîqaşkirin.”

Tayîp Temel derbarê nevarok û mebesta konferansê de jî agahî dan û wiha pê de çû: “Hiqûqnasên navdar ên cîhanê vê pêvajoyê di perspektîfeke çawa de dibînin, feylesofên ku gelek ji wan sosyalîst in çawa fikra pêvajoya Komunên Demokratîk a Birêz Abdullah Ocalan dinirxînin. Dîsa hiqûqnasên navdar ên weke Mohammed Rauf û yên din ji bo mafê heviyê, ji bo azadî û serbestiya birêz Ocalan çi dibêjin. Mafê hêviyê mafekî gerdûnî ye. Ji bo wê jî em dixwazin van mijaran hemûyan bi vê konferansê, bi piştgiriya gelek çavdêran, ne tenê li beşdarên axêver guhdarî bikin, her wiha bila ev mijar werin nîqaşkirin.”

PEYAMA RÊBER APO DÊ BÊ XWENDIN

Tayîp Temel diyar kir ku amadekariyên konferansê berdewam dikin û banga ji bo beşdariya kesayetên navdar jî didome. Tayîp Temel anî ziman ku çerçoveya konferansê êdî diyar e û wiha axivî: “Ji Belçîkayê hiqûqnasekî navdar Georges Dallemagne tê. Noam Peach jî li ser aştî û sekinandina şer û li ser hiqûq û azadiyê fikir û ramanên wî yên berfireh hene, ew jî tê beşdar dibe. Gelek hiqûqnasên navdar tên. Loura Boldrini jî dê were. Hiqûqnasekî marksîst John Holiwy ku xwedî berhemên girîng in jî tê. Ji herêma Baskê Îgor Zulakia tê. Weke tê zanîn li Baskê pêvajoya aştiyê gelek caran bi astengiyan re rû bir û ma, ji bo serpêhatiya Baskê pir girîng e, ew jî dê ji bo vê mijarê were. Peyama Birêz Abdullah Ocalan jî wê ji aliyê Veysî Aktaş ve bê xwendin. Mebesta me ya konferansê ew ku me û beşdarên konferansê bîne cem hev. Ev konferans dê bi nevarok û beşdarên xwe bandor li ser pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ku li Kurdistanê û Tirkiyeyê hatiye destpêkirin bike. Encamnameyek jî dê ji bo konferansê bê nivîsandin. Ev encamname jî wê xebatên qada navneteweyî û çerçoveya xebatên dîplomatîk diyar bike.”

LI BENDÊ NE KU ÎLHAM EHMED JÎ BEŞDARÎ KONFERANSÊ BIBE

Tayîp Temel da zanîn ku ew di nava hewldan û xebatê de ne ji bo ku Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed jî beşdarî konferansê bibe û axaftina xwe wiha domand: “Heke şert û mercên wê pêk werin dê Îlham Ehmed li ser navê Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê tev li konferansê bibe. Lê heke ku astengiyên hiqûqî ji holê bên rakirin. Lê heke nekaribe were li vir beşdar bibe jî dê peymakî bişîne an jî bi telekonferansê beşdar bibe. Gelek kes û kesayetên navdar ku em niha navê wan aşkere nakin jî dê bi rêya telekonferansê beşdar bibin.”

Tayîp Temel destnîşan kir ku piştî konferansê jî xebatên wan dê bidomin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Xebateke enternesyonal hatiye destpêkirin. Bingeha vê xebatê ew e ku em fikir û rêmanên Rêber Ocalan li hemû cîhanê belavbikin, ji nû ve pênasekirina marksîzmê û şîroveya sosyalîzmê li hemû cîhanê ka çawa rastî eleqeyeke mezin tê nîşan bidin. Sosyalîzm bi têkçûyîna sosyalîzma real re ket nava krîzê. Krîzeke navxweyî. Kapîtalîzmê jî êrişeke mezin li ser hemû civakên dinyayê meşand. Berxwedan û sekna sosyalîstan li dijî vê yekê, hewceyî pesindayînê ye lê teoriya sosyalîstan ji aliyê Birêz Ocalan ve ji nû ve tê şîrovekirin. Teoriya çînî, teoriya dewlet û netew dewletan jî ji nû ve dinirxîne. Ev konferans wê derfetê ji bo qada navneteweyî ji fikir û remanên Birêz Ocalan agahdar bibe û derxe holê. Jixwe eleqeyek mezin jî heye. Ez bawerim di demên pêş de li qada navneteweyî wê xebateke mezin a entarnasyonal bê lidarxistin. Em ê ji qada navneteweyî bang li Tirkiyeyê dikin û vê fikir û ramanan Birêz Ocalan agahdar bibin û zemîna pêşeroja enternasyonal xurt bibe. Xebatên dîplomatîk û navneteweyî bi encamnameya vê konferansê dê xurttir bibe. Banga me ew e kesayetên ku me vexwendine an venexwendine, yên ku van kesayetên navdar nas dikin, fikir û ramanên wan meraq dikin di 6-7ê Kanûnê de li konferansê bin. Em dixwazin kesên konferansê bişopînin û beşdar bibin sûdê ji van nirxandinan werbigirin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê HPG: Em şehîdên xwe yên têkoşîna sala 2020’an bi rêzdarî bi bîr tînin
Nûçeya Pişt re ‘Şîlan Kobanê bû mînaka jina serhildêr ku pergala desthilatdariyê ruxand’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Tevgera Azadiya Kurdistanê nîşanî cîhanê da ku gelê Kurd aştiyê dixwaze’

Akademisyen û nûnerên siyasî di panela duyemîn de axivîn û diyar kirin ku Tirkiye hewl…

Ji aliyê Stêrk TV

Koçberên li Kobanê: Mal û milkên me hatine talankirin

Koçberên li Muzexaneya Kobanê, diyar kirin ku êdî ew dixwazin bi ewle vegerin ser mal…

Ji aliyê Stêrk TV

Sûcên şer ên artêşa Tirk meha Hezîranê dewam kirin

Artêşa Tirk a dagirker-qirker li herêmên Metîna, Zap û Avaşînê li dijî Gerîlayên Azadiyê yên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?