Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Tayîp Temel: Qonaxa duyemîn bi zagonan dimeşe, ne bi mijûlkirinê
Rojane

Tayîp Temel: Qonaxa duyemîn bi zagonan dimeşe, ne bi mijûlkirinê

Alîkarê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tayîp Temel, destnîşan kir ku di qonaxa duyemîn a pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de wê sererastkirinên zagonî diyarker bin û bang li komîsyonê kir ku bersivê bide hêviyan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Alîkarê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tayîp Temel, di bernameyeke ku li Medya Haber TV’yê beşdar bû de, têkildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nirxandin kirin.

Temel diyar kir ku qonaxa yekemîn a pêvajoyê bi gavên ku “Rêber Apo û Tevgera Kurd” avêtine temam bûye û wisa got: “Heke ev pêvajo baş bihata nirxandin, qonaxa ku niha lê hatî gelekî pêşdetir dibû. Lê belê hem desthilatdarî, hem dewlet û hem jî muxalefet, li gorî tempo û leza Rêbertiya Ocalan û gavên dîrokî yên Tevgera Azadiyê nekarîn xebatê bimeşînin. komîsyona parlamenê jî dikaribû xebateke bandortir, bileztir û encamgirtir bimeşanda. Karakterê qonaxa yekem hinekî wisa bû; gavên niyetpakiyê yên yekalî û serkeftina Rêber Ocalan a di kişandina raya giştî ya Tirkiye, Kurdistan û cîhanê de ber bi perspektîfa çareseriyê ve bû. Niha qonaxa duyemîn armanc dike ku ji wê ruh halê 45 salên şer derkeve û derbasî pêvajoyeke aştiyê ya pozîtif bibe.”

‘PÊVAJO DIDOME VEGER JI VÊ NÎN E’

Tayîp Temel destnîşan kir ku dînamîka bingehîn a qonaxa duyemîn sererastkirinên zagonî ne û wisa axivî: “Pêdivî heye ku di warê zagonî de gav bi lez werin avêtin. Divê zagonên wekî Zagona Veguhastinê, Zagona Aşitiyê, Zagona Azadiyê û Entegrasyona Demokratîk werin derxistin da ku rêya aştiyeke mayînde vebe. Mebesta me ji qonaxa duyemîn ev e. Erê, vîneke pozîtîf heye lê em nêzîkatiyeke giran di warê civakîkirina vê de dibînin. Divê her kes bizanibe ku ev pêvajo berdewam dike û vegera wê nîn e. Ji bo aştiya navxweyî û herêmî, divê rîsk werin girtin û gavên pêwîst werin avêtin.”

‘QONAXA DUYEMÎN AVÊTINA GAVÊN ESASÎ DIXWAZE’

Temel bal kişand ser rîskên pêvajoyê û got: “Sîstematîka darbeyê û hêzên derveyî norman di dewrê de ne. Heta ku gavên esasî neyên avêtin, ev navendên li dijî çareseriyê wê hewl bidin saboteyan bikin. Rêya astengkirina provokasyonan û sîstematîka darbeyê ew e ku bêyî pêvajo were dirêjkirin, gavên esasî werin avêtin. Qonaxa duyemîn vê yekê ferz dike.”

‘MHP’Ê DI RAPORA XWE DE PERSPEKTÎFA ÇARESERİYÊ DİYAR NEKIRİYE’

Tayîp Temel raporên ku partiyên siyasî pêşkêşî Komîsyona Parlamenê kirine jî nirxand: “Ji derveyî rapora MHP’ê, di raporên komên din de tespîtên girîng hene. Tevî ku Bahçelî bang kiribû jî, rapora MHP’ê ne li gorî wê vîna çareseriyê ye. MHP’ê ji kodên fermî yên dewletê û karakterê yekparêz wêdetir nêzîkatiyek nîşan nedaye. Em vê wekî rîskekê dibînin.”

RAPORA CHP’Ê: ‘BÊSIÛDİYEK MEZIN E’

Temel diyar kir ku rapora CHP’ê tevî ku dereng maye jî, hêviyan bi cih neaniye: “Di rapora CHP’ê de navê Ocalan û navê pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ carekê jî derbas nabe. Ev rewşek balkêş e. Di raporê de behsa gavên dîrokî yên PKK’ê û kongreya wê ya 12’an nehatiye kirin. Pirsgirêka Kurd ji navê ‘Kurd’ dûr girtine û zêdetir behsa sererastkirinên şaredariyan û zagonên îhaleyan kirine. Heke nêzîkatiya partiya muxalefetê ya sereke ev be, ev bêsiûdiyeke mezin e.”

‘RAPORA AKP’Ê DIVÊ LI GORÎ CIDİYETA DESTHILATDARİYÊ DE BE’

Temel bang li AKP’ê kir ku raporên xwe hîn pêşkêş nekiriye: “Heke rapora AKP’ê mîna ya ku di çapemeniyê de tê gotin be, heyf û mixabin… Ji nêzîkatiyek wisa aştî dernakeve. Divê rapora AKP’ê li gorî cidiyeta dewletê û berpirsyariya pêvajoyê be.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Xelkê Şengalê amadekariya Cejna Êzî dike
Nûçeya Pişt re Li Wan û Manîsayê li dijî êrîşên nijadperest û zayendperest ên li ser Leyla Zanayê bertek hatin nîşa
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Îranê hefteya borî 28 kes darve kirin

Hat ragihandin ku di nava hefteya borî de rejîma Îranê herî kêm 28 kesan bidarve…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 16’Ê NÎSANA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Têkoşîn û armancên fedaiyan

Divê mirov îrade, jiyan, têkoşîn, kûrbûn û armancên van fedaiyan baş fêhm bikin. Dest ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?