Pêncşem, 8 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DFG’ê Gûrbetellî Ersoz bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Tevgerê: Li pêşiya azadiya Rêber Apo ti astengî nemaye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kalkan: Divê em ji bo têkoşîna sala 29’an armancên mezin deynin pêşiya xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    KON-MED’ê li dijî komploya 9’ê Cotmehê banga tevlîbûna çalakiyan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Oznûr Bartin:: Kurd yek jî hîmên esasî yên paşerroja demokratîk a vî welatî ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 8’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Hewlêrê çeteyekî DAÎŞ’ê hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bêdengiya li hemberî talankirina xwezayê sûcekî mezin e

    Ji aliyê Stêrk TV

    PDK ji bo rêyên li xaka xwe, destûr ji Tirkiyeyê digre

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkukê ceza li mamosteyê ku posterê şehîd Ziyad Heleb daleqandibû, hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Riza Altûn li Mexmûrê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqubeta rahênerê Kurd ê li Dehgolanê hat binçavkirin nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    PAJK: Azadiya Rêber Apo temînata aştiyê ya li Rojhilata Navîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Tehrîka neheq ji bo sûcdaran vediguhere mekanîzmayeke parastinê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Ji dema Gurbetellî heta îro têkoşîna rojnamegerên jinên Kurd didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêbertî hîn bi xurtî bilêv bikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Biryara AYM’ê dikare bibe sedem ku dema jin cihê bû, xwe hîn bêhtir bêçare bibîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeda Bîr û Edaletê ya Jinan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Tevgera Jinên Kurd li ser girîngiya perwerdeyê komxebatek lidar xist
Jin

Tevgera Jinên Kurd li ser girîngiya perwerdeyê komxebatek lidar xist

Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E), ji bo jin karibin vîn û jiyana xwe biparêzin, di 24'ê Sibatê de komxebateke li ser girîngiya perwerdeyê lidar xist û gelek biryar di vê çarçoveyê de hatin girtin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Adar 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Komxebat bi dirûşemeya “Jin bi zanista cewherî îrada xwe û jiyana diparêzin!” hate lidarxistin.

Ev komxebat di çarçoveya pêngava “Bi Jin, Jiyan, Azadî re em ber bi Şoreşa Jinê ve dimeşin” a ku ji aliyê tevgera jinê ve hatiye destpêkirin de pêk hat.

Komxebata ku li ser bingeha pêwîstiya akademîbûna xebatên perwerdehiyê yên ku ev demeke dirêj e di bin banê TJK-E’yê li Ewropayê berdewam dikin û derbasî qonaxeke nû bibe pêk hat, di encama nîqaşên ku bi beşdaran re hatin kirin de piştî pêşkêşkirinên di bin çar sernavan de hatin kirin, biryar û planên girîng hatin girtin.

Pêşkêşiya yekemîn a komxebatê bi sernavê “Di avakirina Konfederalîzma Jinê ya Demokratîk de wate û girîngiya perwerdê û tecrûbeyên me” pêk hat.

Pêşkêşiya duyemîn bi sernavê “Xebatên Me yên Perwerdeyê û Analîzên wê” û pêşkêşiya sêyemîn jî bi sernavê “Rêbazên Perwerdê yên Alternatîf, Rêbazên Perwerdeyê yên di bin banê Jîneolojiyê tê danîn” pêk hat.

Pêşkêşiya dawî bi sernavê “Di Konfederalîzma Jinê ya Demokratîk de Akademîbûna Jinê” hat kirin.

Di pêşkêşiyan de hate destnîşan kirin ku şoreşa jinê xebateke ku guhertin û veguhertina zîhnî ya radîkal dixwaze.

Di komxebata ku tesbîta “Bêyî ronîkirina zîhniyetê, şoreş nikare bibe xwedî şensê serketinê” hat kirin de, nirxandinên li jêr derketin pêş:

“Bi xebatên perwerdeyê re derfeta xwe naskirinê em bi dest dixin û ji bo bersiva ‘em dixwazin çawa bijîn’ altarnatîf datîne pêşiya me. Em dikarin zîhniyet û avaniya çandî ya civaka desthilatdar, zayendîparêz û hiyerarşîk bi perwerdeyê re derbas bikin. Tesbîtkirina pirsgirêkên ku em dijîn û pêşxistina rê û rêbazên derbaskirina wan, tenê bi xebatên perwerdeyê re pêkan e.” 

Ji bo ku perwerde encam bide, hate destnîşan kirin ku divê di rêbazên perwerdê de afrînerî û beşdarî esas bê girtin û ev encam hat derxistin:

“Ji ber ku rêbaz bi şêwaza ramanê ve girêdayî teşe digire û di heman demê de divê çawa bê fikirandin xwedî hêza tesbîtkirinê ye. Di vê wateyê de şêwaza perwerdeyê ya Rêber Apo pêşxistî rê nîşanî me dike û tevlîkariyek mezin e. Di encama tecrûbeyên tevgera jinên Kurd û komxebata me de, hat dîtin ku dema em perwerdeya xwe li ser esasê fikra azad û kolektif tê pêk anîn, dibe bersiv ji pirsgirêkên jiyanê û beşdarvan esas digire encamên xurt ên tê xwestin dertê holê.”

Di çarçoveya amadekariyên komxebatê de encamên anketa ku bi 200 jinan re hat kirin jî hatin nirxandin. Li ser vê esasê nêrîn û pêşniyarên jinan ên li ser perwerdeyê hatin nirxandin û li ser pêwîstiya dewamkirina xebatên perwerdeyê û dewlemendkirina rê û rêbazan nirxandin hatin kirin

Di nîqaşan de hate destnîşankirin ku di herdu xebatên perwerdeyê de hem ji aliyê fikrî, hem hestewarî, hem jî di aliyê hişmendî û moralê de, bi awayekî xurt bandor li jiyana mirovan kiriye.

Ji bo vê jî ji hêla her beşdarekî ve hate gotin ku hewcehiyeke bingehîn e ku xebatên perwerdeyê ji bo jin, zarok, ciwan û civakê bê dewlemendkirin, belavkirin, dewam kirin.

Bi taybetî li ser girîngiya pêşxistina sîstema perwerdeya akademîk û perwerdeyên heyî anîna asta akademiyê, hat nîqaşkirin.

Di pêvajoya nû de, ji bo pêşxistina hişmendiya avakirina civakeke “exlaqî û polîtîk”, hişmendiya azadiya jinê, xebatên perwerdekirinê yên stratejîk û nîşandana rê û rêbaza li ser bingeha paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêz a jinê ya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat pêşxistin, xebateke hîn bi bandortir were meşandin.

Di çarçoveya nirxandinên hatine kirin de hin biryar hatin girtin û mijarên sereke yên xebatên pêvajoya nû wiha hatin plankirin:

“- Meşandina xebatên perwerdeyê bi ruhê seferberiyê, li ser vê bingehê her cih veguherîne navendeke perwerdeyê û bi naverok û rêbazên dewlemend re xebatên perwerdê esas girtin,

– Ligel têkoşîna azadiya jinê, berfirehkirina perwerdeyên li ser bingeha guhertin û veguherîna mêr,

– Xebatên ji bo jinên ciwan esas bên girtin û pêkanîna civînên jinên ciwan,

– Ji bo avakirina hişmendiya welatparêziyê, ji bo dayik û zarokan perwerde bên organîzekirin,

– Xurtkirina komîsyonên perwerdeyê yên di bin banê hemû meclîsên jinan de û bi awayekî sîstematîk xebatên perwerdeyê yên meclîsan dayîna meşandin,

– Ji bo ku hişmendiya civakê ya xwe bi xwe pêşxistinê pêş bikeve, divê jinên li herêmê wek perwerdekar bên amadekirin û planê wê kirin,

– Xebatên zanekirinê û pêşxistina gel divê bi awayekî berfireh bên meşandin.” 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Mîkrocîpek bi qasî hebek xîzê mezin û difire hate çêkirin
Nûçeya Pişt re Li Weselê jinek hat qetilkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Êlihê berxwedana li dijî desteserkirina şaredariyan dewam dike

Li Êlihê ji gelek baskan ve bi dirûşmên 'Bijî berxwedana Êlihê' û 'Bi berxwedanê em…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Îranê 236 zarok hatin qetilkirin, 555 jî hatin binçavkirin

HRANA ragihand ku heta niha di xwepêşandanên gelan ên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de…

Ji aliyê Stêrk TV

Dewleta Tirk êrîş bir ser embarên li Sirînê

Balafirên bê mirov ên dewleta Tirk bombe li embarên genim ên li bajarokê Sirînê yê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Hewlêrê çeteyekî DAÎŞ’ê hate girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DFG’ê Gûrbetellî Ersoz bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rêveberiya Tevgerê: Li pêşiya azadiya Rêber Apo ti astengî nemaye!

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

MKG: Meha Îlonê jî zext li rojnamevanên jin hate kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?