Pêncşem, 26 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî: Divê statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê were parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li ber Wezareta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş di roja 10’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê wê di mitînga karkeran de bimeşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji pêkhateyên 1001 îmze ji bo pêvajoya aştî banga wekhevî û ‘mafê hêviyê’ hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi Devlet Bahçelî re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên hiqûqê xwestin lêkolîn li ser hestiyên li şikefta Farqînê bê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Rêber Apo û xeta PKK’ê wê bi tevahiya mirovahiyê bide qezençkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bi yekrêzî û yek helwestiyê destketiyên neteweyî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên PDK’ê li Soranê rojnamevanek û 2 welatî binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendevanên Mexmûrê bi meşaleyan kareografiya Hakî Karer çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hikumeta Herêma Kurdistanê: Em zimanê leşkerî û gefan red dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    REPAK: Divê demildest mafê hêviyê were bicihanîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyê jinek hat kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê jin li dijî tundiyê li qadan bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demirel: Jin wê bibin ‘çavê sêyemîn’ ê pêvajoyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyman Viyan: Jin êdî mexdûr nînin, pêşengiyê ji têkoşînê re dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Tewar Adil: Ti biryar wê nekaribe dengê me qut bike
Kurdistan

Tewar Adil: Ti biryar wê nekaribe dengê me qut bike

Karmenda Şîrketa Gizingî Berbeyan Rojnamevan Tewar Adil, destnîşan kir ku ti biryar wê nekaribe dengê wan qut bike û banga piştevaniyê li hemû mirovên azadîxwaz ên li Herêma Kurdistanê kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Çile 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Şîrketa Gizingî Berbeyan têkildarî girtina şîrketa xwe li Navenda Metro ya li Silêmaniyê, bi beşdarbûna rojnamevan, çalakvan û akademîsyenan daxuyaniyek da çapemeniyê. Daxuyanî ji aliyê Karmenda Şîrketa Gizingî Berbeyan Rojnamevan Tewar Adil ve hat dayîn.

Tewar Adil, ragihand ku tevî 3 roj di ser girtina şîrketê re derbas dibe jî heta niha sedema girtinê nizanin. Her wiha diyar kir ku bêyî hinceteke hiqûqî girtina biryareke wiha binpêkirina zagonên hejmara 35 a sala 2007’an a Mafê Girtina Agahiyan e.

Adil di berdewamiyê de wiha got, “Mixabin di 31’ê Kanûna sala borî de hêzên Asayîşa Silêmaniyê bi ser ofîsa sereke ya Şîrketa Gizingî Berbeyan a ji bo hemû bernameyên televîzyonê û berhemanîna xebatên medyayê de girtin û hemû karên wê rawestandin. Bêyî ku biryarek zagonî yan jî fermaneke dadgehî were diyarkirin.

Tevî 3 roj di ser girtina şîrketa me re derbas dibe jî heta niha ji aliyên pêwendîdar û aliyên cîbicîkar ku berpirsên girtina şîrketa me ne, tu sedem û agahiyek fermî der barê girtina şîrketê de nehatiye dayîn. Di dema serdegirtina şîrketê de tenê gotin; hefteya li pêş serdana Asayîşa Herêmê bikin û tiştek din li ser biryarê nehat gotin.

Em li ser rakirina biryara li ser şîrketa me bi îsrar in. Ji ber ku şîrketa me bi fermî di 26’ê Kanûna 2017’an de ji aliyê Rêveberiya Tomarkirina Şîrketên Navxweyî ya bi ser Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê ya Herêma Kurdistanê, bawernameya xwe ya damezirandinê ya bi hejmara 26077 girt. Tu pirsgirêkek zagonî nîn e bibe hinceta girtinê û bingeha biryareke wiha ji bo girtina karên şîrketa me.

EV BIRYAR BINPÊKIRINA MAFAN E

Şîrketa Gizingî Berbeyan, şîrketeke hilberandina berhemên medyayê ye û peymana wê ya xebata ji Jin TV re heye û bernameyan amade dike. Di nava 7 salên borî yên xebatên me de, li gorî rêgez û zagonan kar hatiye kirin. Li ser şopa etîk û exlaqê medyayê û li gel bingeha karê rojnamevaniyê bûye deng û rengê jinên Başûrê Kurdistanê, li ser mijar û pirsgirêkên jinan xebat meşandiye.

Lê girtina biryarek wiha ku tu hinceteke zagonî nîn e, binpêkirina zagonên hejmara 35 a sala 2007’an a Mafê Girtina Agahiyan a jimara 11 a sala 2013’an ku bingeha azadiya karê medyayê ya li Herêma Kurdistanê dabîn dike ye.

Em girtina şîrketa xwe bi binpêkirina azadiya karê ragihandinê ya li Herêma Kurdistanê binav dikin û em di wê baweriyê de ne ku girtina vê biryarê û dezgeheke medyayê, careke din Herêma Kurdistanê bi giştî û sînorê parêzgeha Silêmaniyê bi taybetî dixe nava bazina sor a tepisandina azadiya ragihandinê. Her wiha hinek din navê herêmê di warê karê ragihandinê de li ser asta navxweyî û derveyî biçûk dixe.

DIVÊ DEMILDEST DAWÎ LI VÊ BINPÊKIRINÊ BÎNIN

Ji bo wê em bang li aliyên berpirsên derxistina vê biryarê û hemû aliyên pêwendîdar ên din dikin. Ger di xema azadiyê û karê ragihandin û gihandina dengê jinan de bin, bila demildest dawî li vê binpêkirinê bînin û dev ji çewisandin û tepisandina ragihandina azad berdin. Rê bidin ku şîketa me karên xwe berdewam bike û êdî astengî ji azadiya xebatên ragihandinê yên li Herêma Kurdistanê re dernexin.

Her wiha em bang li kesên azadîxwaz ên li Herêma Kurdistanê dikin ku di vê rewşê de piştevaniyê bikin, di heman çeperê de ji bo azadiya ragihandinê têbikoşin. Bi vê yekê rê nedin ku zêdetir ragihandina azad bi êrîş û zextên siyasî, girtin û bêdengkirinê rûbirû bimîne.

Weke ku beriya niha jî me soz daye û niha jî em dubare dikin ku biryarên wiha bingehek wan a zagonî nîn e nikare dengê me qut bike û pênûsa me rawestîne. Berovajiyê wê ji bo bidestxistina civakek bi reng û dengê jinan û dûrî her cure tundiyê, xebat û têkoşîna xwe xurtir em ê berdewam bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê HPG: Tunelên şer 34 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin
Nûçeya Pişt re Li Ebû Qelqelê tank hate îmhakirin, bi dehan dagirker hatin kuştin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Nobeta li ber Wezareta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş di roja 10’emîn de ye

Çalakiya nobetê ya ku bi daxwaza berdana girtiyên nexweş li ber Wezareta Edaletê tê meşandin,…

Ji aliyê Stêrk TV

Artêşa Tirk li Guherzê baregehek nû ava kir

Artêşa Tirk a dagirker li gundê Guherzê yê Amediyê nuqteyeke nû ya dagirkeriyê ava kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Siwêdayê aqûbeta kesên hatine revandin, hate pirsîn

Li Siwêdayê gel ji bo pirsîna aqûbeta kesên hatine revandin, çalaki lidar xist. Çalakvanan diyar…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

DEM Partî: Divê statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê were parastin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

27’ê Mijdarê li gelek bajaran hat pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Hesekê êrîşa li dijî dewriyeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Welatiyek şehîd bû

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Munihê bi hezaran jin li dijî tundiya li ser jinan meşiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?