Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Tirkiye Peymana Lanzarote bi cih nîne
Jin

Tirkiye Peymana Lanzarote bi cih nîne

Peymana Lanzarote ji bo parastina zarokan a ji destavêtin û destdirêjiyê yekemîn peymana herêmî ye. Tirkiye tevî ku mohra xwe daniye binê vê peymanê, wê bi cih nîne.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 1. Îlon 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

‘Peyaman Konseya Ewropayê ya ji bo Parastina Zarokan a ji Destdirêjî û Destavêtinê’ ji 10’ê Îlona 2011’an û vir ve li Tirkiyeyê di meriyetê de ye, lê belê li hemberî destdirêjî, destavêtin û sûcên zayendî yên li dijî zarokan lêpirsîneke bi bandor nayê kirin û ceza li kiryaran nayê birîn.

Hefteya derbasbûyî bi nameya ku ji JINNEWS’ê re hate şandin eşkere bû ku zaroka li Mêrdînê di demên cuda de 3 kesan dest avêt wê, ji mirina pitika ku anî dinyayê berpirsyar hate nîşandan û bi sûcê ‘kuştina bi zanebûn’ ji 16’ê Çileyê û vir ve girtî ye. Bi testa DNA’yê eşkere bû ku pitika ji dayik bû ya N.Ç. ye. Îfadeya wê ya destpêkê ku di bin zext û gefa N.Ç. de da û got, ew giliyê kiryar nake, ji aliyê dozgeriyê ve esas hate wergirtin û di lêpirsîna li ser sûcê ‘Destavêtina li zarok’ de biryar hate dayin ku pêwîstî bi lêpirsînê nîne. Zaroka mexdûr piştî îfadeya destpêkê ya ku di bin zext û zordariyê de da, nameyek nivîsî û qala bûyerên bi serê wê de hatin bi berfirehî kir. Tevî vê yekê jî serdozgeriyê di 20’ê Gulana 2024’an de bi îdîaya ku têkildarî kiryaran N.Ç., M.Ç. û M.S.O. de ‘delîlên têrker’ nîne, biryara neşopandina mijarê da. TJA û Platforma Jinê ya Şahmaran a li Mêrdînê ji bo piştevaniya bi zarok re ku destavêtin lê hate kirin, bang kirin. Her wiha Peymana Lanzarote bi bîr xistin ku Tirkiyeyê mohra xwe daniye binî û destnîşan kirin ku berpirsyariya Tirkiyeyê ye ku li gorî vê peymanê tevbigere.

40 HEZAR Û 713 DOSYAYÊN DESTAVÊTIN Û DESTDIRÊJIYÊ

Li gorî daneyên Wezareta Edaletê di sala 2023’an de ji sûcê ‘destavêtin û destdirêjiya li zarokan’ 40 hezar û 713 dosya hatin amadekirin. Dadgehên ceza têkildarî 344 kesên bi destavêtina li zarokan hatin darizandin bi pêkanîna ‘taloqkirina eşkerekirina hikum’ ceza taloq kir. Li dozgeriya komarê jî ji ber sûcê ‘têkiliya zayendî ya bi zarokan re’ 23 hezar û 390 lêpirsînên nû hatin destpêkirin û di van lêpirsînan de 21 hezar û 101 gumanbar hatin tespîtkirin. Li gorî rastiya ku lêpirsîneke bi bandor li hemberî sûcê destavêtina li zarokan nayê meşandin û cezayê têrker li kiryaran nayê birîn, Tirkiye Peymana Lanzarote ya ku mohra xwe daniye binî bi cih nîne.

PEYMANA LANZAROTE ÇI YE?

Peymana Lanzarote yekemîn peymana herêmî ye ku ji bo zarok ji destavêtin û destdirêjiyê bêne parastin hatiye amadekirin. Li Girava Lanzarote ya Spanyayê di 25’ê Cotmeha 2007’an de bi beşdariya welatên endamê Yekîtiya Ewropayê û welatên li derveyî yekîtiyê hate qebûlkirin û di sala 2010’an de ji aliyê hemû dewletên endamê Konseya Ewropayê ve hate îmzekirin. Ev peyman ji bo pêşîgirtina li zewicandina zarokan û astengkirina destavêtina li zarokan ji aliyê welatên Yekîtiya Ewropayê ve hate amadekirin. Her wiha berpirsyariyên pozîtîf li dewletan ferz dike. Tirkiyeyê jî mohra xwe daniye binê peymanê.

JI SALA 2011’AN Û VIR VE LI TIRKIYEYÊ DI MERIYETÊ DE YE

Peyman 13’ê Tebaxa 2010’an pêşkêşî Serokatiya Meclîsa Tirkiyeyê hate kirin. Ji bo bê qebûlkirin pêşnûme qanûnek hate amade kirin û ev pêşnûme qanûn ji aliyê komîsyonên Karên Derve, Edalet, Tenduristî, Malbat, Kar û Karên Civakî ve hate lêkolîn. Meclîsê pêşnûme qanûna ku mohrkirina Peymana Lanzarote pêşniyar dikir, pejirand. Desteya Wezîran a bi serokatiya Serokwezîrê wê demê Recep Tayyîp Erdogan di 18’ê Tîrmeha 2011’an de biryar da ku tevlî Peymana Lanzarote bibe. ‘Peyaman Konseya Ewropayê ya ji bo Parastina Zarokan a ji Destdirêjî û Destavêtinê’ di 10’ê Îlona 2011’an de bi weşandina li Rojnameya Fermî ya bi Hejmara 28050’î li Tirkiyeyê kete meriyetê.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN MÊRDÎN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Rastiya fedakariyê!
Nûçeya Pişt re Fatma Yavûz: Li Tirkiyeyê her sazî çewt dixebite
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya

Şandeya DEM Partiyê ya ku bi Rêber Apo re hevdîtin pêk anî ji Îmraliyê vegeriya.

Ji aliyê Stêrk TV

Jinan daxwaza darizandina kujerê Hevrîn Xelef kirin

Jinên Efrînê yên li bajarê Qamişloyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin ba hev û…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Binpêkirinên li girtîgehan ji rewşa siyasî ya li derve qut nîne’

Parêzer Esra Bîlen bal kişand ser zextên li ser girtiyan û got, "Ev binpêkirin destwerdana…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

YRJ’ê şehîdên Ragihandina Azad Dilîşan Îbiş û Dilovan Gever bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?