Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Tiryakî: Divê komîsyoneke çareseriya rastîn were avakirin
Rojane

Tiryakî: Divê komîsyoneke çareseriya rastîn were avakirin

Parlamenterê DEM Partiyê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî diyar kir ku komîsyona ku li meclîsê bê avakirin, divê rêya pêvajoya çareseriya demokratîk veke û got: "Divê komisyoneke ji bo çareserî û aştiyê ya rastîn were avakirin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Tebax 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî li ser komîsyona ku tê plankirin li meclîsê were avakirin û pêvajoya giştî ji ANF’ê re axivî. Tîryakî diyar kir ku bendewariyên raya giştî zêde ne, lê di aliyê hikûmetê de kêmasî heye û got: “Biqasî ku çek bên bêdengkirin, divê siyaseta demokratîk jî bi ser bikeve. Berovajî vê pêvajo wê bêberamber bimîne.”

Tiryakî anî ziman ku komîsyona meclîsê li ber avakirinê ye û destnîşan kir ku her çiqasî li ser xebata komisyonê pêşnûme hene jî, çarçove û peywira wê hîn zelal nebûye. Tiryakî wiha berdewam kir: “Partiyên muxalefetê yên wekî Partiya DEVA, Saadet, Gelecek û CHP a muxalefeta sereke erênî nêzîkî pêvajoyê dibin. Lê hîn jî pêşnûmeyek fermî û girêdayî tineye.”

‘DIVÊ KOMISYON PÊŞNIYARÊN QANÛNÎ JÎ BIKE’

Tiryakî li ser xebatên komisyonê jî ev tişt anî ziman: “Divê ev komisyon ne ji bo rewşê be, divê maseyek rastîn a çareseriyê be. Divê komîsyon ne tenê ji bo şêwirmendiyê be, di heman demê de divê pêşniyarên qanûnî çêbike, lêkolînê bike û daxwazên civakî bigihîne asta sazûmanî.”

‘QEYÛM ZIRARÊ DIDE DEMOKRASÎ Û PÊVAJOYÊ’

Tiryakî diyar kir ku pêvajoyeke çareseriyeke demokratîk û mayînde ne tenê bi bêdengkirina çekan, lê di heman demê de bi rêzgirtina îradeya hilbijartî ya gel pêkan e. Tiryakî got ku sepanên qeyûman zirarê dide bingeha demokratîk û baweriya bi pêvajoyê re ji holê radike û wiha pêde çû: “Qeyûm şandin şûna hevşaredarên Wan, Mêrdîn, Colemêrg û Êlihê yên ku ji aliyê gel ve hatine hilbijartin. Ev yek destwerdaneke cidî ya li hemberî rewatiya demokrasiyê ye. Heke van şaredariyan dîsa radestî îradeya gel bikin, ev yek wê gaveke erênî be. Divê garantî were dayîn ku pêkanînên bi vî rengî wê neyên dubarekirin. Bendewariyeke gelê me ya di vî alî de heye. Li Tirkiyeyê şaredariyên ku ji aliyê CHP’ê ve têne birêvebirin bi heman rengî hatine dorpêçkirin. Ji ber vê yekê, rêzgirtina ji bo demokrasî û îradeya gel ne tenê ji bo herêmekê ji bo tevahiya Tirkiyeyê mijareke hevpar e.”

‘AZADIYA OCALAN WÊ BAWERIYA PÊVAJOYÊ XURT BIKE’

Tiryakî bi bîr xist ku li gorî ezmûnên pêvajoyên berê hatine bidestxistin, divê pêvajoya aştiyê ji kêfa desthilata siyasî re neyê hiştin. Tiryakî diyar kir ku ji bo pêvajo mayînde û pêbawer be, divê ji hêla destûra bingehîn û qanûnî were misogerkirin û wiha domand: “Ew kesên ku çekên xwe deynin wê çi bibin? Rewşa bi hezaran mirovên di zindanan de wê çawa be? Veguhestina ber bi demokrasiyê ve wê çawa bibe? Divê bersiva van pirsan ne tenê bi niyetên baş, di heman demê de bi rêziknameyên qanûnî jî were dayîn. Her wiha nikarin pozîsyona muzakerevanê sereke û mîmarê sereke yê vê pêvajoyê Birêz Abdullah Ocalan ji nedîtî ve werin. Gavek ji bo azadiya wî were avêtin wê baweriya bi pêvajoyê xurt bike. Em di vê pêvajoyê komisyonê ne tenê weke teknîkî weke beşeke çareseriya tevahî û dîrokî ya pirsgirêka Kurd dibînin.”

‘PÊŞÎ DAWÎ LI BINPÊKIRINÊN GIRTÎGEHAN BÎNIN’

Tiryakî bal kişand ser binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan û wiha bi dawî kir: “Agahiyên ku ji girtîgehan tên fikaran zêde dikin. Girtiyên ku amadekariya greva birçîbûnê dikin hene. Hin rêveberiyên girtîgehan û dozger hewl didin ku pêvajoyê têk bibin. Ev ne tenê pirsgirêkek ewlehiyê ye; ev pirsgirêkek qanûnî û siyasî ye. Ger desthilat bixwaze dikare dawî li binpêkirinên girtîgehan bîne. Lê heta niha, îradeyek şênber nîşan nedaye. Wekî partî, me gelek caran bi Wezîrê Dadê re hevdîtin kir û ev mijar anî ziman. Îradeyek siyasî ku dixwaze nîqaşa li ser aştiyê xurt bike, divê pêşî ji girtîgehan dest pê bike.”  

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Heyeta DEM Partiyê bi Rêber Apo re hevdîtin kir
Nûçeya Pişt re FEDA û DAKB’ê têkildarî Peymana Lozanê daxuyaniyek dan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

FEDA: Yên ku êrîşî Elewiyan dikin, hêza xwe ji qirkeran distînin

FEDA'yê bal kişand ser êrîşên li ser Elewiyan û got: ‘’Yên ku êrîşî Elewiyan dikin,…

Ji aliyê Stêrk TV

Serokê berê yê Baroya Bedlîsê Fûat Ozgul hate binçavkirin

Serokê berê yê Baroya Bedlîsê Fûat Ozgul li mala xwe hate binçavkirin û biryara nepenîtiyê…

Ji aliyê Stêrk TV

QSD: Ji bo têkbirina DAÎŞ’ê pêwîstî bi hevkariya navneteweyî ya xurt heye

QSD’ê, bi wesîleya salvegera têkbirina DAÎŞ'ê ya li Baxozê daxuyanek da û got ku tehdîda…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?