Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Tulay Hatîmogûllari: Çar sernavên bingehîn êdî nikarin bêne taloqkirin
Rojane

Tulay Hatîmogûllari: Çar sernavên bingehîn êdî nikarin bêne taloqkirin

Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku çar sernavên bingehîn êdî nabe bêne taloqkirin û got, "Divê qanûna binyadî bê derxistin, sepana qeyûm bê bidawîkirin, pêşî li siyaseta demokratîk bê vekirin û mercên Abdullah Ocalan bên sererastkirin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 14. Tîrmeh 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di komcivîna partiya xwe de ya li Meclisê axivî û bûyreên di rojevê de nirxand.

Tulay Hatîmogullari di destpêka axaftina xwe de sînamegerê Kurd Murat Çiçek bi bîr anî ku li Japonyayê di binçavan de bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da û bang li hikumeta Japonyayê kir ku mirina Murat Çiçek ronî bike. Her wiha nerazîbûn nîşanî desthilatdariya Tirkiyeyê da û got: “Murat Çîçek welatiyekî Tirkiyeyê bû. Lê tevî vê jî desthilatê daxuyaniyek neda û tiştek nekir. Weke DEM Partiyê em ê şopdarê meseleyê bin û ji malbatê re serxweşiyê dixwazin.”

Tulay Hatîmogullari anî ziman ku welatî ji ber krîza aboriyê di nav gelek zahmetiyan de dimînin û got: “Hefteya bihurî em li Rihayê bûn. Cotkar mexdûr in. Divê piştgirî ji bo cotkaran bê kirin.”

Tulay Hatîmogullari bal kişand ser Civîna Bilind a NATO’yê ku li Enqereyê pêk hat û wiha axivî: “Encamnameya vê civîna bilind de jî ji şer û plansaziya çekên nû hat kirin. Welatî ji ber pergalê bi birçîbûnê re rû bi rû ne, lê çavkaniyên ku divê ji bo pêdiviyên gel bê xerckirin lê mixabin ji çekan re tê veqetandin. Her wiha piştî Lûtkeya NATO’yê yek ji mijarên ku tê nîqaşkirin jî ev e ku artêşa Tirkiyeyê dikare bibe artêşa Amerîkayê. Lê desthilat vê yekê weke serkeftinekê pênase dike. Ew ne serkeftin e. Divê Tirkiye nebe parçeyekî şer. Em dibêjin pergaleke alternatîf pêkan e. Ew jî komara demokratîk e. Em ê komara demokratîk ava bikin.”

Tulay Hatîmogullari destnîşan kir ku zextên li ser muxalefetê dewam dikin û ev yek anî ziman: “Ji ber NATO’yê gelek kes hatin binçavkirin û girtin û bi awayekî fiîlî rewşa awarte hate ragihandin. Rojnamegerên ji Tirkiyeyê nekaribûn Lûtkeya NATOyê bişopînin. Divê zextên li ser muxalefetê bi dawî bibin. Dawî li serdagirtinên şeredariyan were anîn û yên hatine hilbijartin neyên girtin. Desthilat her ku diçe polîtîkayên zextê kûrtir dike. Zanîngeh kirine cihên bazirganiyê. Akademisyên rastî zextan tên û ji kar tên derxistin. Em li kêleka têkoşîna akademîsyenan in.”

Tulay Hatîmogullari Komkujiya Geliyê Zîlan û berxwedana 14ê Tîrmehê ya li Zindana Amedê bi bîr xist û wiha got: “Çend roj berê jî me salvegera şewitandina çekan ragihand. Hemû kes tiştekî dibêje, ew jî dawîanîna înkarê û pêkanîna çareseriyê ye. Li Geliyê Zîlan komkujiyeke mezin li dijî gelê Kurd hat kirin û berpirs nehatin ceza kirin. 96 sal derbas bûn, bûyer nehat ronîkirin û edalet bicih nehat. Her wiha di 14’ê Tîrmehê de li Zindana Amedê li dijî kiryarên înkarê berxwedaneke mezin hat kirin. Em kesên di Komkujiya Zîlanê de hatine qetilkirin û berxwededêrên 14’ê Tîrmehê bi bîr tînin. Her wiha bi ser şewitandina çekan re salek derbas bû. Êdî dor hatiye ku ev pêvajo bi qanûnan bê misogerkirin. Ji bo wê jî divê qanûna çarçoveyî demildest bê rojeva Meclisê. Divê beriya Meclis bikeve betlanê, qanûna çarçoveyî bê çêkirin û piştî di meha Cotmehê de Meclis vêbû jî ji bo xurtkirina vê qanûnê sereratkrinên nû bên kirin. Divê hemû beşên civakê xwedî li pêvajoyê derkevin.”

Tulay Hatîmogullari diyar kir ku ew weke DEM Partiyê li ser 4 xalan radiwestin û xalên ku ji bo qanûna çarçoveyî ev xal rêz kir: “Xala yekê; divê qanûneke binyadî (kok) û ku hemû kesan digire nava xwe û kategoriyê nake bê çêkirin. Xala didoyan; li gorî rapora Meclisê divê sepanên qeyiman bi dawî bibe û biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa pêk werin. Xala sisêyan; astengiyên li pêşiya siyaseta demokratîk bên rakirin û girtîgeh werin valakirin. Xala çaran; divê şert û mercên xebatên birêz Abdullah Ocalan bê başkirin ku birêz Abdullah Ocalan bikaribe bi awayekî azad bixebite. Birêz Abdullah Ocalan dixwaze êşên bi salan baş bike. Birêz Abdullah Ocalan dema bi civakê re bikaribe biaxive û perspektîfa çareseriyê bêje, dikaribe pêşiya gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê vebike. Divê dev ji zimanê ku dijbertiyê xurt dike, bê berdan û zimanekî aştiyane bê bikaranîn. Dirêjkirina pêvajoyê xetereyan derdixe. Divê civak bêtir xwedî li pêvajoyê derbikeve ku dewlet jî gavan biavêje. Desthilat mecbur e neavêtina gavan ji civakê re bêje, berpirsyariya xwe ya vê pêvajoyê ji civakê re vebêje. Divê êdî ji gotinan zêdetir gavên pratîk bên avêtin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê DYE zexta dîplomatîk li DCN dike: Banga vekişînê li hevalbendên xwe kir
Nûçeya Pişt re Bi êşkenceyê hate binçavkirin û girtin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şehîdên Tilizêrê hatin bîranîn

Bi pêşengtiya Meclisa Gel a Şengalê şehîdên komkujiya 14’yê Tebaxa 2007’an a bajarokê Tilizêrê, li…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Ji bo avakirina civaka demokratîk em bi gel re dicivin’

Endama Meclîsa Partiyê ya DEM Partiyê Sema Koç têkildarî kampanya 'Ji bo avakirina civaka demokratîk…

Ji aliyê Stêrk TV

HPG: Herêmên Parastinê yên Medyayê 51 caran bi balafirên şer hatin bombekirin

HPG'ê ragihand ku Herêmên Parastinê yên Medyayê ji aliyê balafirên şer ên dewleta Tirk a…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?