Sêşem, 14 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî bertek nîşanî êrîşa çekdarî ya li Sêweregê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 5 kesan cezayê darvekirinê hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Aştî û civaka demokratîk xala me ya bingehîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtiyên siyasî yên li Îranê bi metirsiyeke mezin re rû bi rû ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Antalyayê 3 girtiyên di greva birçîbûnê de rakirin nexweşxaneyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA û DAKB’ê ji bo ‘Çarşema Sor’ peyamek dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Êrişên bi dronan li ser Hewlêr û Silêmaniyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Çevîren ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Dêrikê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qurbaniyên Enfalê li Germiyanê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sêweregê êrişa çekdarî ya li dibistanê: Herî kêm 13 kes birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê qurbaniyên komkujiyên Enfalê bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Cejna Çarşema Sor pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJA ber bi Gemlîkê ve dimeşe: Divê aliyê civakî yê hevdîtinan bi cih bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Qetilkirina Rojîn Kabaîş ronî bikin, dawî li gefên ser malbatê bînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TJA’yê peyama sersaxiyê: Em ê dilsozê mîrateya Zeynep Cansiz bimînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di şerê 40 rojî de nêzî 500 jinan jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê aqûbeta 3 jinên hatine binçavkirin, ne diyar e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Tulay Hatîmogûllari: Deriyên Îmraliyê divê tavilê bêne vekirin!
Rojane

Tulay Hatîmogûllari: Deriyên Îmraliyê divê tavilê bêne vekirin!

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li civîna hevşaredaran axivî û nerazîbûn nîşanî êrîşên dagirkeriyê û tecrîdê da. Hatîmogûllari got, "Ya ku divê bi lez bê kirin vekirina deriyên Îmraliyê û hevdîtina bi Birêz Ocalan e."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari di civîna bi hevşaredarên partiyê re de axivî. Civîn, li navenda giştî ya partiyê hate kirin û li gel Hevserokê Giştî Tuncer Barkihan, endamên Desteya Rêveberiya Navendî jî tev li bûn.

Cîgirê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê yê ji Rêveberiyên Herêmî Berpirsyar Mehmet Ruştu Tîryakî di destpêkê de axivî û got ku ji bo şaredariyan di serdemeke zehmet de ne, ji hêla aborî ve hatine dorpêçkirin, gefa qeyûman didome, ji ber deynên qeyûman ên SSK’ê bi pirsgirêkên cidî re rû bi rû ne.

Tulay Hatîmogûllari jî binpêkirinên di serdema hilbijartinê de bi bîr xist û tevî hîleyan jî hevşaredarên wan hatine hilbijartin. Tulay Hatîmogûllari, da zanîn ku wan di çarçoveya stratejiya “Lihevkirina Bajar” de destkeftiyên girîng bi dest xistine û got: “Encama herî girîng ew bû ku gel ji îktîdarê re got êdî bes e, got em hene û got; ‘hûn qeyûman jî tayîn bikin em ê tu caran dev ji partiya xwe bernedin.’ Her wiha bingeha serkeftinê, hevgirtina gel û baweriyan ên vî welatî bû.”

Tulay Hatîmogûllari wiha domand: “Jixwe em tevek xespa qeyûm dizanin. Êdî hilbijêrên AKP-MHP’ê jî li dijî rejîma qeyûm derdikevin. Ev rejîma bi tayînkirina qeyûman qayîl nebû, niha jî bi hinceta teserûfan nahêlin şaredariyên me bixebitin. Ev feraset, ji bo şaredariyên muxalîf nexebitin wiha dike. Saziyên ku bi salan her cureyên krediyê dan qeyûman, dema şaredarî ketin destê me yekser zivirîn. Dema rêveber diz bin yekser krediyan didin lê dema mijar dibe xizmeta ji bo gel, deriyan li ser me digirin. Di dema qeyûman de ev deyn ji qeyûman nexwestin lê piştî şaredarî ketin destê me dixwazin. Qeyûm pereyî didizin û fatûreyên wê ji gel re dibirin. Niha jî bi deynên SGK’ê hewl didin şaredariyan dorpêç bikin. Dixwazin wisa bikin ku şaredariyên ne AKP’î nekarin bixebitin.

Ji bo çavkaniyan biafirînin, me serî li gelek xebat û projeyên cuda da. Bi saziyên derveyî welat re me hevdîtin kirin, hewl didin şaredariyên bira pêş bixin. Bi vê rêyê dixwazin ji bo herêman çavkaniyên alternatîf biafirînin. Em naxwazin rêveberiyên herêmî ji hêla qesrê ve bên birêvebirin. Pîvana demokrasiyê, rêveberiyên herêmî yên hatine xurtkirin in.

Şevê din kêmtirîn mûçe bêyî nûnerên karkeran hate diyarkirin. Û encam jî 22 hezar û 104 TL. Xelk li bendê bû ji sedî sed were zêdekirin lê ji sedî 30 zêde kirin. Bac, xerc û ceza ji sedî 43.93 zêde bûn lê ji bo kêmtirîn mûçeyê ji sedî 30 zem kirin. Di serdemeke ku li gorî TUÎK’ê enflasyon ji sedî 45 û li gorî ENAG’ê du qet zêdetir de ji sedî 30 zêde kirin. Ev yek bêwijdanî ye. Desthilatdariyê, 50 milyon kesên di bin sînorê birçîtî û xizaniyê de dijî ceza kir. Mimkin nîne em vê qebûl bikin.

Dinya, di erefa Şerê Sêyemîn ê Cîhanê de ye. Aloziyeke mezin heye. Rêveberiya Esad guherî û HTŞ ket cihê wê. Li dijî DAIŞ’ê û yên mîna wê herî zêde gelê Kurd têkoşiya. Kobanê sembola vê ya herî girîng e. Niha jî îktîdara Tirkiyeyê hewl dide destkeftiyên Rojava tune bike. Hem bi liv û tevgera leşkerî hem jî ya dîplomasî ji bo vê hewl didin. Divê rêveberiya nû ya Sûriyeyê demokratîk be û nasname û hebûna hemû gel û baweriyan nas bike. Ev yek, lezgîn û girîng e.

Heke Sûriyeyeke demokratîk û aştiyane ava bibe dê Tirkiye bêhtir di ewlehiyê de be. Em careke din bang dikin; ne we be hûn hewl bidin statûya gelê Kurd a li Rojava têk bibin. Jixwe li wir berxwedaneke mezin didome. Di serî de Pirsûs, li her derê nobetên me didomin. Dê ev çalakiyên me bidomin.

Bi hefteyan berê me ji bo hevdîtina li îmraliyê serlêdan kiribû lê hêj jî tu bersiv nehatine dayin. Em careke din bang dikin; biqasî av û nan pêdiviya me bi aştiyê heye. Pêdiviya me bi çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk heye. Pêdiviya me bi demokratîkbûna Tirkiyeyê heye. Di vê mijarê de em xebatên xwe berfirehtir dikin. Li ser vê hevdîtinê bi milyonan kes xistine nava bendewariyekê. Em vê ferasetê qebûl nakink. Tişta divê were kirin ew e ku tavilê deriyên Îmraliyê bên vekirin, bi birêz Ocalan re hevdîtin bên kirin û ji bo projeya aştiyê ya nû xebat bên destpêkirin.

Weke her du hevserokên giştî û şandeya partiyê me bi hemû partiyên siyasî re hevdîtin kirin. Du rojevên sereke hebûn. Yek jê çareseriya pirsgirêka Kurd û ya din jî qeyûm bû. Di her du mijaran de jî em bi partiyan re hemfikir bûn. Hinek nuans hene lê dîsa jî baş bû. Peyama herî şênber jî ew bû ku li Meclisê 10 partiyên siasî ji bo rakirina qanûna qeyûm pêşniyarqanûn dan. Ev pir girîng bû. Dê ev xebatên me bidomin.

Min ji bo we silavek anî. Di çarçoveya hevdîtinan de me bi sefîrên li Tirkiyeyê re jî hevdîtin kirin. Her wiha çendek roj berê em çûn Herêma Federe ya Kurdistanê. Me bi Serokê YNK’ê birêz Bafil Talabanî re hevdîtin kir. Em li ser van meseleyan axivîn. Du peyam derketin pêş; ya yekemîn yekitiya neteweyî ya gelê Kurd, ya din jî avakirina aştiya herêmê. Ji bo mezinkirin û parastina destkeftiyên gelê Kurd peyam hatin dayin. Birêz Bafil Talabanî silav li gelê Kurd ê li Tirkiyeyê û gelên piştgiriyê didin gelê Kurd re şand.

Her ku em dibêjin aştî, ew bi ÎHA û SÎHA’yan êriş dikin. Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn hevalên me yên rojnameger bûn. Ez wan bi rêzdarî bi bîr tînim. Her ku em dibêjin aştî ew binçavkirin û girtinan didomînin, girtiyên nexweş canê xwe didin, tecrîda li ser birêz Ocalan girantir dikin, li dijî Rojava operasyonan dikin, qeyûman tayîn dikin. Guherandina vê rewşê di destê me de ye. Divê em xwe bêhtir birêxistin bikin, bêhtir bixebitin û piştevaniyê mezin bikin. Heke em bi hev re ji bo ked û aştiyê têbikoşin wê bi ser kevin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dadgeriya Tirk biryar da ku GOÇÎZDER bê girtin
Nûçeya Pişt re Li Mexmûrê bîranîna şehîdan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Cenazeyê şehîd Sadûn Mîrza Elî bi merasîmeke girseyî hate veşartin

Cenazeyê endamê Rêveberiya Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê Sadûn Mîrza Elî ku di êrîşa hewayî…

Ji aliyê Stêrk TV

Rapora binpêkirinên mafên li girtîgehên Herêma Marmarayê hat eşkerekirin

Komîsyona Girtîgehê ya Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) a Stenbolê rapora salane ya li ser binpêkirinên…

Ji aliyê Stêrk TV

Li dijî PDK’ê nerazîbûn: Cenazeyê Tolhildana me bidin me

Malbata şehîd Tolhildan, da zanîn ku ew li dijî xiyaneta PDK'ê û êrîşên dewleta Tirk…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

DEM Partî bertek nîşanî êrîşa çekdarî ya li Sêweregê da

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li 5 kesan cezayê darvekirinê hat birîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Tulay Hatîmogûllari: Aştî û civaka demokratîk xala me ya bingehîn e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Girtiyên siyasî yên li Îranê bi metirsiyeke mezin re rû bi rû ne’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?