Tulay Hatîmogûllari beşdarî civata giştî ya Federasyona Komeleyên Kafkasê (KAFFED) bû, qirkirin û sirgûna Çerkes a 21’ê Gulana 1864’an bi bîr xist û mirovên ji gelên Kafkas ên jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî. Tulay Hatîmogûllari anî ziman ku nêzî 1,5 milyon mirov ji cih û warê xwe bûn û diyar kir ku divê ev êşa dîrokî neyê jibîrkirin.
‘MAFÊ PERWERDEYA BI ZIMANÊ DAYIKÊ DIVÊ BÊ EWLEKIRIN’
Tulay Hatîmogûllari ragihand ku li Tirkiyeyê gel û baweriyên cuda bi hev re ne, lê belê newekhevî dewam dike û destnîşan kir ku mafê Çerkes, Abaza û gelên din ên Kafkas heye ku bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê bibînin.
Hevseroka DEM Partiyê destnîşan kir ku beşên pêwendîdar ên li zanîngehan divê ji aliyê akademîk ve bêne xurtkirin û ji bo mezûn karibin li qada cemaweriyê bixebitin merc bêne afirandin. Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku divê ziman, çand û nasnameya gelan bêne misogerkirin.
Tulay Hatîmogûllari ragihand ku pasaporta Abhazaya divê di ketina Tirkiyeyê de weke belgeya ger û geştê bê qebûlkirin û bang kir ku astengiyên îdarî û hiqûqî yên li pêşiya mafê vegera li welatê xwe bêne rakirin.
‘WELATÎBÛNA WEKHEV DIVÊ BI DESTÛRA BINGEHÎN BÊ MISOGERKIRIN’
Tulay Hatîmogûllari destnîşan kir ku jinûve pênasekirina welatîbûna wekhev pêwîstiyeke lezgîn e û got, daxwaza jiyana azad a bi bawerî û perwerdeya bi zimanê dayikê ya Kurd, Çerkes, Ereb, Roman û komên cuda yên baweriyê mijara têkoşîna hevpar a demokratîk e.
Tulay Hatîmogûllari ragihand ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de welatîbûna wekhev yek ji daxwazên bingehîn e û destnîşan kir ku destûreke bingehÎn a demokratîk yek ji pêwîstiyên bingehîn ên Tirkiyeyê ye.
‘PÊWÎSTIYA GELAN BI HEV HEYE’
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê anî ziman ku maf ji ber xwe ve bi dest nakevin, bi têkoşîna rêxistinbûyî bi dest dikeve û got, “Şert û maf e ku her gelek xwedî rêxistinbûneke xweser be. Ev yek jî wezîfe û berpirsyariya her gelî bi xwe ye. Gelekî girîng e ku her gel xwe bi rêxistin bike û daxwazên xwe bi şênberî dîne holê. Maf tenê bi vî rengî dikare bê bidestxistin. Kes li ser sêniya zêrîn maf nade gelekî. Di herikîna dîrokê de gel bi têkoşîn û rêxistinbûna xwe dema ku mafên xwe yên civakî kir daxwaza siyasî hingî bi ser ketiye û bi pêş ve çûye. Em bi vî rengî dikarin bi pêş ve biçin.”
Tulay Hatîmogûllari di vê çarçoveyê de işaret bi girîngiya piştevaniya gelên Kafkas û ji bo demokratîkbûnê kir û got, “Eger Kurd destê xwe dirêjî gelên Kafkas, dirêjî Tirkan bike, bi destê hev bigirin, piştevaniyê bikin ev yek wê heta dawiyê pêşî li demokratîkbûna Tirkiyeyê veke.”
Tulay Hatîmogûllari di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku jiyaneke azad a gel û baweriyên cuda, Tirkikyeyeke demokratîk û wekhev tenê bi têkoşîna hevpar dikare bê avakirin.

