Piştî ku Pakta Penaberî û Koçê ya Nû kete meriyetê li seranserê Ewropayê dersînorkirin zêde bû. Parlamentera DEM Partiyê Ozgul Sakî bûyerên dawî yên li Ewropayê yên li hemberî koçberan û biryarên vegerandinê yên zêde bûne ji ANF’ê re nirxand.
Ozgul Sakî anî ziman ku zextên li ser penaberan bi Pakta Penaberî û Koçê ya Nû re zêde bûn ku 12’ê Hezîrana 2026’an kete meriyetê û got, “Piştî ku di 12’ê Hezîranê de kete meriyetê, Konseya Yekîtiya Ewropayê guhertina nû ya bi navê ‘Rêziknameya Vegerandinê’ (Return Regulation) di 1’ê Cotmeha 2026’an de qebûl kir ku ji bo bilezkirina dersînoririna wan koçberên ku mafê wan ê mayinê nîne, hate amadekirin.”
Sakî diyar kir ku bi taybetî li Elmanya, Hollanda û Fransayê bi bilindbûna pêla rastgiriya tund re fikar hene ku statîstîkên koçberiyê hîn bêhtir weke amûreke siyasî bêne bikaranîn û got, “Bicihkirina sernavên ‘vegerandinê’, ‘ewlekariya sînor’ û ‘koça ne bi rêk û pêk’ li navenda kampanyayê hilbijartinê nîşan dide ku ev meyla rastgir û faşîzan wê dewam bike.”
Ozgul Sakî ragihand ku li gorî daxuyaniya Konseya Yekîtiya Ewropayê rêziknameya 1’ê Cotmehê hate qebûlkirin erka dewletan a li ser kiryarên vegerandinê berfireh kiriye, encamên vê yekê jî mehên dawî hatiye dîtin û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Dema ku mirov bala xwe didin ser hejmaran; li gorî Eurostat û daneyên nûbûyî yên Yekîtiya Ewropayê, li seranserê Yekîtiya Ewropayê rêjeya serlêdana penaberiyê di asta ji sedî 24 de kêm bûye.”
‘JI SERLÊDANÊN JI TIRKIYEYÊ TÊNE KIRIN BERSIVA NEYÎNÎ JI SEDÎ 87’AN RE TÊ DAYIN’
Parlamentera DEM Partiyê ev rewş ji aliyê Tirkiyeyê ve nirxandin û got, “Li gorî raporên dawî, di mijara serlêdana penaberiyê ya ji Tirkiyeyê de bi rêjeya ji sedî 40’î kêmbûnek heye. Rêgezên hişk ên li vê derê têne bikaranîn û bersiva neyînî ya ji rêjeya ji sedî 87 a ji bo serlêdanên ji Tirkiyeyê di vir de xwedî pareke mezin e. Li gorî vê ‘prosedura bi lez kirî’ koçberekî ji welatekî biryara redê werbigirtbe wê nikaribe serî li welatekî din ê Yekîtiya Ewropayê bide. Armanc ew e ku koçberan li derveyî sînorên Ewropayê bihêlin. Ev yek jî wê rêyên koçberiyê hîn xetere bike, rêgeh wê dirêj bibe û mirinên girseyî wê zêde bibe.”
‘DI NAVA MIROVÊN TÊNE DERSÎNORKIRIN DE TIRKIYE DI RÊZA DESTPÊKÊ DE YE’
Ozgul Sakî ragihand ku di nava mirovên ji welatên Yekîtiya Ewropayê têne dersînorkirin de Tirkiyeyî di rêza destpêkê de ne û anî ziman ku welatiyên ji welatên cuda jî ji Tirkiyeyê re têne şandin.
Ozgul Sakî got, “Li gorî daneyên Eurostatê, di sala 2025’an de 132 hezar û 600 kes ji sînorên derve yên Yekîtiya Ewropayê li pêşiya herêma Schengenê hatin vegerandin. Saziyên mafên mirovan jî demeke dirêj e dibêjin, vegerandina mirovan li welatên xetere ji parastina ji zilmê wêdetir ji bo vegerandinê ye.
Di nava mirovên ji welatên Yekîtiya Ewropayê hatin dersînorkirin û ji welatên sêyemîn re hatin şandin, welatiyên Tirkiyeyê bi 13 hezar û 405 kesî di rêza destpêkê de ne.
Sedema herî girîng a vê yekê ew e ku Tirkiye ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve weke ‘welatê sêyemîn ê ewle’ tê dîtin. Hincet jî ev e; Welatên ji Yekîtiya Ewropayê re namzet in, bi rengekî otomatîk welatekî ewle tê dîtin.”
Ozgul Sakî diyar kir ku li Ewropayê êrişên nijadperestiyê yên li hemberî koçberan zêde bûne û destnîşan kir ku gotinên desthilatdaran ên li dijî koçberan jî zêde dibe.
‘PIRANIYA KOÇBERÊN TIRKIYEYÎ KURD IN’
Parlamentera DEM Partiyê bal kişand ser vegerandina penaberên siyasî yên Kurd ji Tirkiyeyê re û got, “Di vir de bandora biryara welatê sêyemîn ê bi ewle mezin e. Tirkiye ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve weke welatê sêyemîn ê ewle tê dîtin. Li Elmanyayê di nava welatên ku penaber serî lê didin piştî Sûriye û Efganistanê di rêza sêyemîn de ye. Rêjeya kesên ku ji Tirkiyeyê tên û penaberiya wan tê qebûlkirin kêmî ji sedî 10 e. Li gorî saziya mafên mirovan a serbixwe ya li Elmanyayê Pro Asyl piraniya penaberên ji Tirkiyeyê Kurd in.
Li gorî nûçeyekê, di sala 2023’an de ji sedî 84 ê welatiyên Tirkiyeyê yên li Elmanyayê serlêdan kirin, gotin ku ew Kurd in. Li gorî Wezareta Karên Hundir a Elman, hejmara welatiyên Tirkiyeyê yên divê welêt biterikînin zêdeyî 15 hezar kesî ye. Li gorî daneyên BAMF’ê jî di dawiya Îlona 2025’an de 22 hezar û 560 welatiyên Tirkiyeyê hebûn ku li benda dersînorkirinê bûn. Tirkiye di vê hejmarê de di rêza destpêkê de ye.
Di nava hincetan de jî tê îdîakirin ku meqamên Elman bi giranî şopandineke siyasî ıya hatiye tespîtkirin nedîtine, yan jî dibêjin ku nasnameya Kurdbûnê bi tena serê xwe têrê nake. Îdîaya li ser zexta siyasî jî gelek caran ‘baweriyeke têrker an jî bi belge’ nayê qebûlkirin. Hate ragihandin ku cihêkariya li nasnameya Kurd tê kirin bi tena serê xwe ji bo parastina navneteweyî têrker nîne.”

