Pêncşem, 26 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî: Divê statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê were parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li ber Wezareta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş di roja 10’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê wê di mitînga karkeran de bimeşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji pêkhateyên 1001 îmze ji bo pêvajoya aştî banga wekhevî û ‘mafê hêviyê’ hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi Devlet Bahçelî re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên hiqûqê xwestin lêkolîn li ser hestiyên li şikefta Farqînê bê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Rêber Apo û xeta PKK’ê wê bi tevahiya mirovahiyê bide qezençkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bi yekrêzî û yek helwestiyê destketiyên neteweyî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên PDK’ê li Soranê rojnamevanek û 2 welatî binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendevanên Mexmûrê bi meşaleyan kareografiya Hakî Karer çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hikumeta Herêma Kurdistanê: Em zimanê leşkerî û gefan red dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    REPAK: Divê demildest mafê hêviyê were bicihanîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyê jinek hat kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê jin li dijî tundiyê li qadan bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demirel: Jin wê bibin ‘çavê sêyemîn’ ê pêvajoyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyman Viyan: Jin êdî mexdûr nînin, pêşengiyê ji têkoşînê re dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Tulay Hatîmogûllari: Ji bo girtiyên Gezî û Kobanê hîn bêhtir piştevanî divê
Rojane

Tulay Hatîmogûllari: Ji bo girtiyên Gezî û Kobanê hîn bêhtir piştevanî divê

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari got, "Ji bo azadkirina girtiyên ji doza Gezî û Kobanê pêwîstiya me bi hîn bêhtir piştevaniyê heye."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Civata Giştî ya Asayî ya 48’an a Yekitiya Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) ku wê du rojan dewam bike, li Navenda Çandê ya Kocatepe ya navçeya Çankaya ya Enqereyê destpê kir. Li eywana civatê pankarta “Ji bo Tirkiyeyeke hildiberîne, pîşesaziyê pêş dixe û wekhev parve dike têkoşîn dê bidome” hate daliqandin.

Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Ozgur Ozel, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û serkên odeyên girêdayî yekitiyê tev li lijneyê bûn. Lijne, piştî hilbijartina dîwanê dest pê kir.

Serokê Desteya Rêveber a TMMOB’ê Emîn Koramaz ji ewil axivî. Karamaz, bal kişand ser dozên Kobanê û Geziyê û weke dozên kompasê pênase kir.

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî diyar kir ku girîng e ku lijne di salvegera protestoyên Parka Geziyê de hatiye lidarxistin. Hatîmogûllari, wiha domand: “Ji Akbelenê heta Cûdî, TMMOB li gelek deveran li ser bingeheke demokratîk têdikoşe. Di nava 22 salên dawî de îktîdara herî serkeftî ya polîtîkayên neolîberal meşandî AKP ye. Bi van polîtîkayan, tevahiya xweza, mirov û her tiştên aydê kedê yên li Tirkiyeyê pêşkeşî sermayeyê kir. Îktîdara mîna leblebiyan belav bike rûxsetên madenê belav kir. Van rûxsetan tenê zirar neda xweza, hewa, av û xaka me; her wiha zirar da mirovahiyê û mirovbûnê jî.”

Di berdewamê de Hatîmogûllari destnîşan kir ku AKP berpirsyarê komkujiyên Soma û Licikê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê mixabin hewl dide fatûreya vê li we û li karkeran bibire. Ez careke din dibêjim ku em ê di sedsala duyemîn a kovarê de komareke demokratîk bi hev re ava bikin. Îktîdara AKP’ê ku dijminê zanist û zanyaran e, qadên me yên jiyanê, azadiyên me, qadên me yên kar û hwd. pir teng kiriye. Li dijî vê hewceye em têkoşîneke xurt birêxistin bikin. Her wiha darazê weke çoyekî bi kar tîne û zextê li rêxistinên ked û pîşeyî, hêzên şoreşger û sosyalîst dike. Mînaka vê ya herî şênber jî dozên kompasê yên Kobanê û Geziyê ne. Vê îktîdarê herî zêde zext li me jinan kir.”

Hatîmogûllari, erdhejên navenda wan Mereş bi bîr xist û wiha pê de çû: “Ji bo rantê û guherandina demografyaya herêmê, çeteya pêncan û derfetên îktîdarê seferber kiriye. Di dema erdhejê de me kemçeyek peyda nedikir lê çawa ku kavil hatin rakirin, îhale wergirtin û bi sedan makîneyên kar ketin herêmê. Heke wê rojê seferberî bihata ragihandin, niha gelek canên me bijiyan. Di serî de Antakya, Samandag, Defne û beşekê Osmaniyeyê, gelek dever weke qada rezervê ragihand. Jixwe mexdûrên erdhejê di nava şert û mercên giran de dijîn. Bi wan re bazariyê nekin û bi feraseta mitehitiyê nêzî wan nebin. Peywira cemaweriyê ew e ku bêpere cihê mayînê ji welatiyan re peyda bike. Gelê me naxwaze demografyaya herêman biguhere.”

Di dirêjiya axaftina xwe de Hatîmogûllari ev tişt anî ziman: “AKP tenê azadiya mirovan bisînor nake. Di heman demê de avadaniya dîrokî ya welêt û silûetên bajaran diguherîne. Ji bo vê ya ji dest tê dike. Ji bo avakirina nirxên xwe yên çandî gavan diavêje. Di vê mijarê de ji ewil TMMOB, hemû rêxistinên pîşeyî û hêzên demokrasiyê helwestek raber kirin. Heke em mil bidin milên hev dê bikarin berxwedaneke mezin raber bikin. Wê demê em dikarin ji bo paşerojeke azad gav biavêjin. Em ê bikarin bi hev re jiyaneke xweş ava bikin.”

Her wiha Hatîmogûllari got ku divê ji bo azadiya girtiyên ji doza Kobanê û Geziyê têkoşîneke hevpar were meşandin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Êrîşa li ser qadên çandiniyê yên Kantona Cizîrê
Nûçeya Pişt re Karayilan: Planên wan ên têkildarî Doza Kobanê têk çûn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

YJK-S: 11’emîn Festîvala Jinan a Sakîne Cansiz bi coşek mezin hat pîrozkirin

Yekîtiya Jinên Kurd a li Swîsreyê (YJK-S), di peyama spasiyê de ya piştî Festîvala Jinan…

Ji aliyê Stêrk TV

QSD’ê îdîayên hikumeta veguhêz derewand

QSD'ê îdîayên medya û hikumeta veguhêz derewand ku digotin, "QSD'ê êriş biriye ser Nexweşxaneya El…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 30’Ê GULANA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

DEM Partî: Divê statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê were parastin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Nobeta li ber Wezareta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş di roja 10’emîn de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê wê di mitînga karkeran de bimeşin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji pêkhateyên 1001 îmze ji bo pêvajoya aştî banga wekhevî û ‘mafê hêviyê’ hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?