Sêşem, 6 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Karasû: Dema azadiya Rêbertî pêk hat, komplo wê bi temamî pûç bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 6’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derbarê nûçegihana JINNWS’ê Rabîa Onver de lêpirsîn hat destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DYE balafirên xwe yên B-1 ji Baregeha Fairfor a Îngilistanê vekişand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hidir Ozturk: Hêvîdar im ev rûreşî di nava aştiyê de ronî bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji muzîkjenên Derya Reş peyam: ‘Divê hunermend aştiyê biparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Birîna daran a li Dihokê wê bikeve rojeva Parlamenta Iraqê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qubên pîroz: Bîra dîrokê, mabetên aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokê DEM Partiyê yê Berwariyê Yilmaz jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Giştî ya Dije-Terorê li Silêmaniyê çeteyekî DAÎŞ’ê girt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê xwendekar ji bo piştgiriya Rojava meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ranyayê li dijî talankirina xwezaya Kurdistanê çalakî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Sineyê ji bo Marziye Moradavisi cezayê girtîgehê û pere hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevanên ku Xelata Gurbetellî Ersoz wergirtin hatin eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: 27 jin û 6 zarok hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Mexmûrê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Nagîhan Akarsel li ser gora xwe hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê zextên li ser girtiyên jin dewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Tulay Hatîmogûllari: Li dijî tecrîdê em ê di Meşa Azadiyê de bin
Rojane

Tulay Hatîmogûllari: Li dijî tecrîdê em ê di Meşa Azadiyê de bin

Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser 'Meşa Azadiyê ya Mezin' a 1'ê Sibatê û got, "Em ê li meşê bin. Rewşenbîr, nivîskar, nêzên demokrasîxwaz ên vî welatî wê bi me re bin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Sibat 2024 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari di civîna Koma Jinan a Meclisê ya partiya xwe de rojevên heyî nirxand. Jinên tev li Nobeta Edaletê bûn û endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê jî tev li civînê bûn. Dayikên laçikspî dovîzên “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” û “Deng bide grevên birçîbûnê” hilgirtin. Hatîmogûllari di destpêka axaftina xwe de êrişa li dijî Dêra Santa Marîayê şermezar kir û got ku ew li gel xelkê katolîk û xiristiyan in.

Hatîmogûllari, diyar kir ku pirsgirêka sereke ya Tirkiyeyê pirsgirêka kurd e û wiha domand: “Divê ev pirsgirêk bi rêbazên demokratîk bê çareserkirin. Dayikan jî ji ber vê yekê dest bi Nobeta Edaletê kirine. Mixabin îktîdar bi çek, tank, top, SÎHA û ÎHA’yan bersivê dide vê daxwaza birûmet a gelê kurd. Tecrîda girankirî ya li ser birêz Ocalan bi sala ye didome. Ji bo protestokirina vê rewşê jî girtiyên siyasî dest bi greva birçîbûnê kirin. Ji bo piştgiriya vê çalakiyê jî li Tirkiye û Kurdistanê dayik nobetên edaletê digirin. Daxwaza wan jî ew e ku pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe, tecrîd were rakirin û azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan e.”

Bi domdarî Hatîmogûllari bal kişand ser “Meşa Mezin a Azadiyê” ku dê ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê, çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan, partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk di navbera 1-15’ê sibatê de li dar bixin. Hatîmogûllari, wiha domand: “Meşa Mezin a Azadiyê ku dê di 1’ê sibatê de weke du baskan li Qers û Wanê dest pê bike, dê heta 15’ê sibatê bidome. Armanca vê meşê û ya ji çalakiyên greva birçîbûnê û nobetên edaletê heman e. Armanc, rakirina tecrîdê, çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk e. Her wiha di vê meşê de her cihê em digihijinê dê bi jin, kedkar û karkeran re hevdîtinan bikin. Weke DEM Partiyê em jî dê cihê xwe di meşê de bigirin. Ne tenê em, nivîskar, rewşenbîr û nûnerên hêzên demokrasiyê jî dê di vê meşê de li cem me cih bigirin.”

Di berdewamê de Hatîmogûllari nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û tecrîd weke “sûcê li dijî mirovahiyê” pênase kir. Hatîmogûllari, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Weke DEM Partiyê em careke din banga guftûgo û muzakereyan dikin. Tevahiya hemwelatiyên Tirkiyeyê ji vî şerî bibandor dibin. Ji bo serî bi kurdan bidin tewandin plana têkbirinê xistin meriyetê. Lê li çar parçeyên Kurdistanê jî ev plan têk çû. Gelê kurd serî netewand û li her çar parçeyan xwe hêj bêhtir birêxistin kir û dikare dengê xwe bigihîne hemû cîhanê. Hûn bi tu awayî nikarin vê berxwedanê têk bibin.

Rûsya, Ûkrayna, Îsraîl, Filistîn, Sûriye, Rojava, Iraq, Herêma Federe ya Kurdistanê, Îran, Pakistan pir tevlihev in. Lûleyên keştiyên li Behra Sor bi cih bûn, li gelan zivirîne. Hewl didin şer berfireh bikin. Herêma bi şerekî dijwar re rû bi rû ye. Tirkiye nikare xwe ji vê hevkêşeyê xelas bike. Lewma em dibêjin pirsgirêka kurd çareser bikin da ku li dijî atmosfera şer em bi hev re bisekinin. Binêrin, heke em bi hev re nebin, em ê li dijî êrişên kûrewî têk biçin.

Bi taybet jî banga min ji bo partiya îktîdarê ye; heke em bi hev re nebin, em ê li dijî êrişên kûrewî têk biçin. Li girtîgehan, nobetên edaletê û Meşa Mezin a Azadiyê dê dengê demokrasiyê bilind bibe. Dê daxwaza aştiyê derkeve pêş. Werin em bi hev re deng bidin vî dengî.

Li dijî aqilê mêr ê banga şer dike, divê em em jin cisareta avakirina aştiyê bêhtir mezin bikin. Banga min ji bo jinên li rojavayê Tirkiyeyê ye; heta ku li welêt şer hebe, zexta li welêt zêde dibe. Demokrasî, mafên jinan, mafên mirovan û mafên xwezayê tên paşguhkirin. Me ber bi rewşekî wisa ve dibin ku em nema dikarin qala wan jî bikin. Jin bêhtir rastî tundiyê tên û cînayetên jinan zêdetir dibin. Îcar ser re jî xizaniya em dijîn heye. Em bi xizaniyeke mezin re rû bi rû ne. Dema em li dijî vê derdikevin jî ji me re dibêje ‘hûn terorîst in.’

Li vir dixwazim bang li jinên tirk bikim; dayikên kurd destê aştiyê dirêjî we dikni. Dibêjin; ‘werin em bi hev re pirsgirêka kurd çareser bikin.’ Heke em jin bi destê hev bigirin, em dikarin vê dijminatiya li dijî kurdan a hatiye hînkirin bidin aliyekî û aştiyê pêk bînin. Werin em jin di mijara aştiyê de bêhtir bibiryar bin û bêhtir biîrade bin. Em bi hev re çekan binax bikin. Li xakên Anatoliya û Mezopotamyayê bila dara aştiyê mezin bibe.

Hefteyek berê li Nexweşxaneya Yedîkule ya Stenbolê bijîşekî êrişa zayendî li dijî hemşîreyê kir. Tevî hemû delîlan û qebûlkirina faîl jî, hewl dan faîl mafdar derxînin. Çendek roj berê jî Ayşegul li Enqereyê hate qetilkirin. Gelo ma em li benda qetilkirina çend jinan e? Gelo dê hêj mirina çend jinan ji hêla daraza mêr ve bê temaşekirin? Divê ev mijar bibe mijara komxebatan lê li pey mafe nefeqeyê ketine. Jinên hêja em jin bo bijîn hene. Ne ji bo ku ji hêla mêran ve bên qetilkirin. Heke mafê jiyanê nebe, tu wateya mafên din nîne. Em jin dê ji bo jiyana xwe hev bigirin. Em ê xwe birêxistin bikin û bi hev re bi ser kevin.

Em di erefeya hilbijartina xwecihî de ne. Weke ku hûn jî dizanin me pêşhilbijartineke xurt li dar xist. Gelemperiya namzetên hevşaredarî û meclisên şaredariyan gel bi xwe hilbijartin. Li Amedê bernameya danasîna namzetan hebû. Bi wê coş û enerjiyê hatim. Me li wê eywanê vîna gel dît. Me li wê eywanê dît ku weke DEM Partiyê me demokrasî nîşanî Tirkiye û gelên cîhanê da.

Dema danasîna namzetan de ji bo me mijareke jêneveger heye ku ew jî xebata xweser a jinan e. Hemû jinan cilên rengîn li xwe kiribûn. Her yek ji wan kevneşopiya xwe temsîl dikir. DEM Partî ev e. DEM Partî Anatoliya ye, Mezopotamya ye, Tirkiye ye. DEM Partî roniya çavên jinan, vî gelî û Tirkiyeyê ye.

Em ê bi saya xwedîderketina gel û jinan qeyûman bişînin. Serokê Giştî yê AKP’ê dibêje; ‘di îktîdara me de em li gorî helwesta siyasî nêzî şaredariyan nebûn.’ Erê baş e lê ma ev qeyûm ji fezayê hatine? Yên ku rêzê ji bo tercîha siyasî ya gel nagirin ew in. Dema van derewan dikin jî qet rûyê wan sor nabe. Mereq nekin em ê di 31’ê Adarê de bi serkeftineke mezin bersivê bidin wan.

Banga min ji bo jinên ku DEM Partiyê baş nas nakin ev e; ji kerema xwe yek bi yek hemû xebatên DEM partiyê bişopînin. Hema hema tekane partiye ku ji bo jinan xebatên sosyal dimeşîne. Divê jin bêhtir xwedî li vê partiyê derkevin. DEM Partî dê were dewran dê biguhere. Dirûşma me ya kampanyayê ya nû jî ev e. Em ê bên, jin dê bên, ciwan wê bên, karker wê bên, kedkar wê bin, dayikên aştiyê wê bên.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ayfer Koçak û Ahmet Karagoz bûn hevserokên nû yên KESK’ê
Nûçeya Pişt re Li Semsûrê namzet hatin nasandin, Meşa Azadiyê hate silavkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

DBP: Gelên Sûriyeyê di bin talûkeyê de ne, em ê bêdeng nemînin

Desteya Rêveber a Navendî ya DBP’ê bertek nîşanî êrîşên li ser Elewî û Xrîstiyanên li…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 19’Ê ÇILEYA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Gelê Kobanê beriya cejnê serdana gorên şehîdan kirin

Gelê Kobanê di êvara Cejna Qurbanê de serdana goristanên şehîdan kirin, gorên şehîdan bi mûm…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Karasû: Dema azadiya Rêbertî pêk hat, komplo wê bi temamî pûç bibe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 6’Ê COTMEHA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Derbarê nûçegihana JINNWS’ê Rabîa Onver de lêpirsîn hat destpêkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li ber Girtîgeha Sîncanê banga berdana girtiyên jin hate kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?