În, 27 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Enqereyê salvegera damezrandina PKKê hat pîrokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Divê statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê were parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li ber Wezareta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş di roja 10’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê wê di mitînga karkeran de bimeşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji pêkhateyên 1001 îmze ji bo pêvajoya aştî banga wekhevî û ‘mafê hêviyê’ hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi Devlet Bahçelî re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Rêber Apo û xeta PKK’ê wê bi tevahiya mirovahiyê bide qezençkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bi yekrêzî û yek helwestiyê destketiyên neteweyî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên PDK’ê li Soranê rojnamevanek û 2 welatî binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendevanên Mexmûrê bi meşaleyan kareografiya Hakî Karer çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hikumeta Herêma Kurdistanê: Em zimanê leşkerî û gefan red dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    REPAK: Divê demildest mafê hêviyê were bicihanîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyê jinek hat kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê jin li dijî tundiyê li qadan bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demirel: Jin wê bibin ‘çavê sêyemîn’ ê pêvajoyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyman Viyan: Jin êdî mexdûr nînin, pêşengiyê ji têkoşînê re dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Xelkê Pasûrê li dijî madenan meşiyan
Kurdistan

Xelkê Pasûrê li dijî madenan meşiyan

Xelkê Pasûrê li dijî lêgerîna madenan a li Zozanên Hasandinê derketin û meş li dar xistin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 29. Tîrmeh 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Li Zozanên Hasandinê yên navçeya Pasûr a Amedê lêgerînên madenê hatin destpêkirin. Maden, dê bandorê li gundên Nêrçik, Şînas, Dimiliyan, Hêlin, Beyrok û Înîkayê bike. Bi hezaran welatî li dijî lêgerîna madenan meş li dar xistin. Girseya ku li pêşiya Tubeya Hazir Baba hatin gel hev û bi dovîzên “Dest nedin jiyana xwezayî”, “Jiyana ekolojîk bi pereyan nayê firotin” û bi dirûşmên “Dest nedin xwezaya me” û “Destên dirêjî zozanên me bila bişikên” meş hat lidarxistin. Meş, heta cihê ku gundî weke Meydan pênase dikin berdewam kir. Hevşaredarê Pasûrê Mûrad Îpek, Baroya Amedê û şaxên odeyên Amedê yên girêdayî TMMOB’ê tevlîbûn. Meş, bi qasî 3 km’an dom kir û piştre daxuyanî hate dayîn.

Ji şêniyên herêmê Ayten Çelîk di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Ev der axa me ye. Em van deran nadin şîrketan. Em ê li dijî vê li ber xwe bidin. Em ê li dijî vê bisekinin. Em ê dev ji xak û zozanên xwe bernedin.” 

Şêniya bi nave Sidika Aslan jî wiha got: “Em ji bo ax û jiyana xwe hatin vê derê. Em ji bo parastina mafê xwe hatin. Em mal û milkê xwe ji wan re nahêlin. Em naxwazin ev şîrket bên vê derê. Bila kesên biyanî neyên axa me dagir bikin. Dê ava me ziwa bikin û jiyana me tune bikin. Em vê naxwazin.”

Nevîn Emre jî got ku zêdetirî 20 sal in li herêmê şivantiyê dike û ev tişt anî ziman: “Hasandin mîna qazanê ye. Hem xelk ava vexwarinê jê digire hem jî ji bo avdanê. Em dev ji welat, xak û ava xwe bernadin. Em ê doza xwe bernedin.”

Li ser navê Baroya Amedê Resûl Almastaş axivî û wiha got: “Baroya me dê li dijî vê binpêkirina maf bisekine û têkoşîna li dijî rantê mezin bike. Em ê tevî xelkê herêmê pêvajoya hiqûqî bişopînin. Projeyeke ku dê 7 tax û mezrayan texrîb bike nayê qebûlkirin. Weke baro dê piştevaniya me bi gelê herêmê re bidome.”

Li ser navê Lijneya Koordînasyona TMMOB’ê ya Amedê Mûrat Sari jî wiha got: “Em bi gelê xwe re ne. Kana madenê ne ji bo feydeya gel e. Dê zirarê bide dewlemendiya axê û avên sererd û binerd. Em ê pêvajoya ÇED’ê bişopînin û bi gelê xwe re bin.”

Ji Komeleya Ekolojiyê Necdet Sezgîn jî ev tişt anî ziman: “Em ê li vir lêkolînê bikin û em ê bibînin bê ka kesên dixwazin madenê çêbikin dê çi zirarê bidin me. Em ê bi gelê xwe re bin. Em spasiya gelê xwe dikin ku xwedî li xweza, çand, ax û nasnameya xwe derdikevin. Weke komeleyan ji bo li vir maden neyên vekirin a ji destê me tê em ê bikin.”

Di daxuyaniya bi navê keyayên gundan hatiye xwendin de jî hat gotin ku ew naxwazin li herêmê lêgerîna madenan bê kirin û navendên madenan bên avakirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Lêgerîna edaletê ya xizmên windayan, dewama dike
Nûçeya Pişt re Li Bangladeşê protesto: 174 kes mirin, nêzî 2.500 kes hatin binçavkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Tedawiya Nergîs Muhammedî tê astengkirin

Dewleta Îranê, tedawiya Nergîs Muhammedî asteng kir. Malbata Muhammedî banga hestiyariyê li saziyên mafên mirovan…

Ji aliyê Stêrk TV

Îsraîl dagirkeriya xwe berfireh dike

Wezîra Maliyeyê ya Îsraîlê Bezalel Smotrich, ragihand ku li Şerîaya Rojava ya ku hatiye dagirkirin…

Ji aliyê Stêrk TV

Qetilkirina Baran Ebdî li Mersînê hate şermezarkirin

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mersînê êrişên li ser Rojava û qetilkirina Baran Ebdî yê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

KCK: Rêber Apo û xeta PKK’ê wê bi tevahiya mirovahiyê bide qezençkirin!

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

HPG: Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz be

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

KNK: Bi yekrêzî û yek helwestiyê destketiyên neteweyî biparêzin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Çaglar Demirel: Jin wê bibin ‘çavê sêyemîn’ ê pêvajoyê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?