Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Cîhan > Li Îranê kampanya hilbijartinê ya Meclîsa Pisporan destpê kir
Cîhan

Li Îranê kampanya hilbijartinê ya Meclîsa Pisporan destpê kir

Meclîsa Pisporan wê 1'ê Adarê bê hilbijartin ku meclîs ji tayînkirina Lîderê Olî berpirsyar e. Kampanya hilbijartinê destpê kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Sibat 2024 1 Dema xwendinê: 2 dq.
Parvekirin

Ajansa Nûçeyan a Fermî Îrna’yê ragihand ku Kampanya ji bo Meclîsa Pisporan a 6’emîn destpê kir û wê 15 rojan dewam bike.

Ev hilbijartin ku wê bi dengê giştî bê kirin, bi hilbijartinên parlamentê re wê di heman rojê de pêk were. Ji bo hilbijartinên giştî jî kampanya wê hefteya bê destpê bike.

Hilbijartina Meclîsa Pisporan ji destpêkirina serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û vir ve wê bibe hilbijartina yekemîn a neteweyî. Jina Kurd a 22 salî Jîna Emînî bi hinceta ku li gorî ‘pîvanên lixwekirinê yên tund’ tevnegeriya ye, hatibû binçavkirin û di encama êşkenceyê de Îlona 2022’an hatibû qetilkirin. Heman rojê tevgereke serhildanê destpê kiribû ku li Rojhilatê Kurdistanê û tevahiya Îranê belav bûbû.

Meclîsa Pisporan ji Şoreşa Îslamê ya sala 1979’an û vir ve organeke xweser a Îranê ye. 88 endamên Meclîsê ji bo heyşt salan yekser têne hilbijartin.

Destpêkê derdora 500 namzetan serlêdan kirin. Lê belê tenê 144 namzet ji aliyê Konseya Parastina Destûra Bingehîn ve hatin pejirandin. Her Îraniyekî di ser 15 salî re tevlî hilbijartinê dibe.

Di nava yên hatine dîskalîfiyekirin de serokkomarê berê Hasan Rûhanî jî heye, ku dixwaze endametiya meclîsê ya ji sala 1999’an û vir ve tê hilbijartin, dewam bike.

Li gorî Destûra Bingehîn, Meclîsa Pisporan karê Lîderê Olî kontrol dike û heta dawiya temenê wî, hildibijêre. Meclîs her wiha xwedî wê erkê ye ku dema baweriya xwe pê anî êdî nikare wezîfeya xwe bike, dikare lîderê olî ji wezîfeyê dûr bixîne.

Ev meqam piştî mirina damezrînerê Komara Îslamê Ayetûllah Rûhûllah Hûmeynî ya sala 1989’an, ji aliyê Ayetûllah Alî Hamaney ve tê meşandin ku 84 salî ye.

Meclîsa Pisporan jî ku hîn jî Ahmed Cennetî yê muxafazakarê tund ê 96 salî serokatiyê jê re dike, her tim di bin kontrola oldarên muxafazakar ên tund de ma.

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Xezeyê 103 kesên din hatin kuştin
Nûçeya Pişt re NY: Sûriyeyiyên ku vedigerin welatê xwe bi êşkence û tundiya zayendî re rû bi rû dimînin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Rizîna pergala Tirkiyeyê û Bendava Tişrînê

Li hemberî vê rizîna ku li ser me ferz dikin, tişta ji me re divê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Stenbolê komploya 15’ê Sibatê hate şermezarkirin

Li Stenbolê komploya 15’ê Sibatê ji aliyê jinan ve hate protestokirin. Di çalakiyê de komplo…

Ji aliyê Stêrk TV

Nameya vekirî ya KNK’ê ji dewletên NATO’yê re

Konseya Rêveber a KNK’ê, beriya civîna serokên NATO’yê ya ku di meha Tîrmehê de li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

E. Hall û Michael Woodfort Xelata Aboriyê ya Nobelê ya 2026’an wergirtin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

YE: Em amade ne piştgiriyê bidin agirbesta li ser enerjiyê ya di navbera Rûsya û Ûkraynayê de

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li sînorê Sûdan-Misrê êrişa hewayî: 72 madenkar hatin kuştin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li peravên Cîbûtiyê di keştiya ku noqî avê bû de hejmara miriyan derket 139’an

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?