Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Yaray: Em ê êdî nehêlin ku ya gel bidizin
Kurdistan

Yaray: Em ê êdî nehêlin ku ya gel bidizin

Hevseroka DBP'ê ya Amedê Sûltan Yaray diyar kir ku endamên bankamatîkê dişînin pêşiya şaredariyên wan, bi vî rengî provokasyonê dikin û got, "Ev mejî wê winda bike. Em ê nehêlin ku ya gel bidizin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Tîrmeh 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Hevseroka DBP’ê ya Amedê Sûltan Yaray destnîşan kir ku AKP-MHP bi rengekî eşkere dijminatiyê li Kurdan dike.

Hevseroka Bajarê Amedê ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Sûltan Yaray ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku piştî hilbijartinên 31’ê Adarê AKP li Kurdistanê pûç bû û got, “Li her devera ku DEM Partî lê bi ser ket îtiraz kirin, bi hîleyan hewl dan dest dînin ser şaredariyan lê belê me li Curnê Reş careke din dît ku li gel îtiraz û hîleyên xwe jî bi ser neketin, DEM Partî bû partiya yekemîn û şaredarî bi dest xist.”

NIKARIN XWE LI HILSTANDINA ME JÎ RABIGIRIN

Sûltan Yaray diyar kir ku AKP-MHP’ê hiqûqa dijminatiya li Kurdan gihandiye asta herî bilind; nikare xwe li Kurdan rabigire ku li ser xaka xwe jî bêhnê bistîne û got, “Gelê Kurd li ku derê tiştekî bi dest bixe, li ku derê bibe xwedî statu êrişî wê derê dike. Rojava jî mînakeke vê yekê ye.”

KURDÊN KU HÎN JÎ DI NAVA AKP’Ê DE NE

Sûltan Yaray bal kişand ser wan Kurdan ku li gel vê polîtîkaya dijminatiya li Kurdan hîn jî di nava AKP’ê de ne û got, “Wekîlekî AKP’ê yê bi eslê xwe Kurd li Meclîsê êriş bir ser wekîlekî DEM Partiyê. Dixwazin li her qadê Kurdan dorpêç bikin. Şert û mercên tecrîdê yên li Îmraliyê jî parçeyek ji vê dijminatiyê ye. Divê gelê Kurd vê dijminatiyê bibîne, li hemberî van polîtîkayan xwe hîn bêhtir bi rêxistin bike û hîn bi xurtî têbikoşe.”

DERIYÊN ŞAREDARIYAN LI GEL VEKIRÎ NE

Sûltan Yaray destnîşan kir ku li hemberî desteserkirina şaredariyan gel reflekseke xurt nîşan dide û bi bîr xist, li Wanê kir ku desthilatdarî paşve gavê biavêje. Sûltan Yaray diyar kir ku ji bo Colemêrgê jî heman berxwedan dewam dike û got, “Ev yek sîstemeke faşîst e ku li dijî gelê Kurd tê meşandin. Şaredarî çima têne desteserkirin? Ji ber ku şaredarî dema di destê gel de be deriyên wan şaredariyan heta dawiyê li gel vekirî ne. Bi vê zanin. Me li Çinar û Şemrexê di dema şewatê de dît. Valakirina şaredariyan têrê nekir, kontrola wesayitên arkujiyê jî baş nekiribûn.”

JIYANA KURDAN ERZAN DIBÎNIN

Sûltan Yaray ragihand ku li herêma şewatê komîsyonên krîzê hatin avakirin, hewl hate dayin ku pêwîstiyên gel bêne çareserkirin û got, “Nêzî 20 sal in têlên elektrîkê yên li wê derê xerabe bûn û tevî ku bi dehan daxwazname hatin şandin jî DEDAŞ’ê tamîr nekiribû. Jiyana Kurdan erzan dibînin. Li ber çavên dewletê jiyana Kurdan nehêja ye. Çima ewqasî dijminatiyê li hebûn, xweza, çanda Kurdan dikin? Eger helîkopterek di dema xwe de çûbûya ewqas mirov nedimirin. Şewat, mirin, sirgûn, ev hemû qedera Kurdan nîne. Haya gelê Kurd ji her tiştî heye. Xwedî li şaredarî, xweza û çanda xwe derdikevin. Her ku êrişên sîstemê zêde dibin, berxwedana gelê Kurd jî wê mezin bibe.”

HEWLDANÊN PROVOKATÎF

Sûltan Yaray diyar kir ku endamên bankamatîkê dişînin ber şaredariyên wan, bi vî rengî provokasyonê dikin û got, “Yên ku rojekê jî neçûne şaredariyê, li mala xwe rûniştî ne û tenê destpêka mehê diçin bankê ji bo maeş werbigirin, li pêşiya şaredariyê dirûşmên maf diqîrin. Em zanin bê ew kî ne. Şaredariyên me ya ku di vê mijarê de pêwîstî pê heye, kiriye. Ew çiqasî bikin hedef jî rastî li holê ye. Piştî ku pere li ser wan hate birîn wan li ber şaredariyê kon vedan ku rojekê jî nediçûn şaredariyê. Ev mejî wê winda bike. Em ê destûrê nedin ku ya gel bidizin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Parêzer Zaruhî: Pêwîste hemû parêzer tevlî kampanyayê bibin
Nûçeya Pişt re Çar dilsozên Botanê, xeta agirê Çaran vejiyandin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê serdana Iraqê kir

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot bi taybetî ji bo destpêkirina pêvajoya çareseriya bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji bo deriyên sînor ên Iraqê û Herêma Kurdistanê wê komîte bê avakirin

Serokê Desteya Ragihandina Ewlekariyê ya Iraqê Seed Meen ragihand ku Iraqê û Herêma Kurdistanê li…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Îranê bi mezinahiya 4,8 pileyê erd hejiya

Li Îranê siharê di saet 05.16’an de bi pileya 4,8 erd hejiya.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Orûç: Têkoşîna li dijî narkotîkê divê bi avakirina xeta civakî ya astengkirinê be

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?