Tevî ku dema Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji bo bicîhanîna biryara DMME’yê ya li ser “mafê hêviyê” ya derbarê Rêber Apo de daye Tirkiyeyê kêm maye biqede, dewletê di vê mijarê de tu gavên şênber neavêtiye. Komîteya Wezîran di civîna 15-17’ê Îlona 2025’an de doz ji nû ve nirxand û heta Hezîrana 2026’an dem da dewleta Tirk. Lê tevî mehên ku derbas bûne jî, di rejîma cezayê yan jî derbarê verasTkirina qanûna cezayê heta hetayê de ti guhertin nehatine kirin.
Parêzer Bariş Yavuz têkildarî mijarê ji ANFê re axivî.
‘TIRKIYE ERKÊN XWE YÊN QANÛNÎ BI HER DEM DERENG DIKE’
Yavuz diyar kir ku pratîka Tirkiyeyê ya nebicîhanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê tenê bi doza Rêber Apo re ne sînorkiriye û ev yek veguheriye nêzîkatiya dewletê.
Yavuz anî ziman ku derbarê mijara “mafê hêviyê” de doza Rêber Apo diyarker e û wiha got: “Sedema sereke ya ku Tirkiye mafê hêviyê bi cih naye, ji ber dosyaya Abdullah Ocalan e. Ji ber ku hêza siyasî vê mijarê wekî mijarek hiqûqî nabîne, bi temamî li gorî raya giştî, hesabên hilbijartinê û encamên siyasî dinirxîne.
Ger bi rastî ji perspektîfa dewleta hiqûqê ve nêzîkî mijarê bibûya, wê ji zû ve li gorî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê verastkirinên qanûnî çêkiriba. Tirkiyeyê ne tenê di vê dozê de, di gelek dozên ku li ber Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ne de jî helwestek wisa nîşan daye. Siyasetek ku ji demê re dihêle û paş dixe tê meşandin.
Li Tirkiyeyê çandeke bêcezatiyê ya kûr heye. Gelek mijar ji demboriyê re tên hiştin û bi vî awayî hewl dide bê bandor bike. Ji ber ku Konseya Ewropayê mekanîzmayên cezayan ên bi bandor naxebitîne, ev yek ji Tirkiyeyê re rehetiyê diafirîne.”
‘KONSEYA EWROPAYÊ CEZAYÊN BI BANDOR PÊK NAYNE’
Yavuz destnîşan kir ku Konseya Ewropayê ji ber hevsengiyên siyasî li dijî Tirkiyeyê cezayên dijwar anxe neriyetê û got, “Di encamê de Komîteya Wezîran dezgeheke siyasî ye. Konseya Ewropayê jî di çarçoveya hevsengiyên siyasî yên navneteweyî de tevdigere. Tirkiye timî soz dide ku ‘tiştê pêwîst bike’, lê yek ji van sozan jî pêk nayne. Tevî vê yekê jî cezayên cidî pêk nayne. Lê pêvajoyên cezayên ku hetadikare endametiya di Konseya Ewropayê de rawestîne hene. Lê yek ji van jî bi bandor nayên bicihanîn. Gelên ku li Tirkiyeyê dijîn bedela vê yekê didin. Ji ber ku dewleta hiqûqê bi ti awayî nayê avakirin.”
GAVÊN KU WÊ BÊN AVÊTIN JI BO PÊVAJOYÊ GELEKÎ KRÎTÎK IN
Yavuz anî ziman ku nîqaşa li ser “mafê hêviyê” nabe ku tenê di taybetmendiya Rêber Apo de were destgirtin, lê heman mijar ji bo gelek girtiyên ku cezayên heta hetayê li wan hatiye derbasdar e û wiha berdewam kir: “Tirkiye di vî alî de welatek e ku ji hêla Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ve hatiye mehkûmkirine. Îro, naskirina mafê hêviyê ne tenê ji bo Abdullah Ocalan, lê di heman demê de ji bo gelek girtiyên di heman rewşê de jî jiyanî ye. Lê bi taybetî dosyaya Abdullah Ocalan, di warê pêvajoya siyasî ya heyî de xwedî girîngiyek cuda ye. Ji ber vê yekê, her gava ku were avêtin wê ne tenê di warê pêvajoya hiqûqî de, di heman demê de di warê pêvajoya siyasî de jî encamên krîtîk derxîne holê.”
‘QEDEXEYA ÊŞKENCEYÊ TÊ BINPÊKIRIN’
Yavuz biryarên Vinter a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Brîtabyayê bi bîr xist û diyar kir ku dadgehê jiholêrakirina tevahî ya îhtîmala berdana bi şert a dozên cezayên heta hetayê wekî “binpêkirina qedexekirina êşkenceyê” nirxand. Yavuz bal kişand ser biryarên DMME’yê bi salan e nehatine bicîhanîn û ev tişt got: “Dadgeh di biryara Vinter de, heta radeyekê nermbûnê dide dewletan, lê rêgeza bingehîn vekirî datîne holê: Nabe ku kesek îhtîmala were azadkirin tinebe, heta dawiya jiyana xwe di girtîgehê de were girtin. Ev yek li dijî Xala 3’yemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye. Dadgeh her wiha pêvajoya nirxandina 40 salan zêde dibîne û dibêje ku divê piştî 25 salan nirxandina berdanê were kirin.
Di vê çarçoveyê de rewşa Birêz Abdullah Ocalan li gorî standartên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di noqteyeke krîtîk de ye. Ji sala 1999’an û vir ve zêdetirî 27 sal derbas bûne. Yanî heke li gorî pîvanên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê verastkirinek were çêkirin, divê di aliyê Abdullah Ocalan tavilê pêvajoya nirxandinê were destpêkirin.”
‘ŞERTÊN FÎZÎKÎ JÎ LI PÊŞIYA PÊVAJOYÊ ASTENG E’
Yavuz diyar kir ku divê şert û mercên girtîgehê yên Rêber Apo jî di çarçoveya nîqaşên pêvajoya heyî de werin nirxandin û anî ziman ku şert û mercên fîzîkî yên heyî di warê têkiliyên siyasî û civakî de sînorkirinên cidî diafirînin û got: “Şert û mercên fîzîkî yên ku Abdullah Ocalan îro tê de ye, ji bo bicihanîna hewcedariyên pêvajoya ku tê gotin heye, ne gunac e. Ger di çarçoveya mafê hêviyê de li derve zemîna xebatê were afirandin, ev ne tenê meseleya azadiya takekesî ye; di heman demê de rê li ber têkiliyek pir vekirîtir û rasterast bi partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û beşên civakî re veke.”
‘PÊVAJO NIHA WEKÎ GIRTÎGEHEKE VEKIRÎ DIMEŞE’
Bariş Yavuz pêvajoya siyasî ya heyî wekî “Girtîgeheke vekirî” nirxand û diyar kir ku pêvajo bi temamî neqediyaye, lê bi awayekî zelal pêşve naçe û wiha bi dawî kir: “Gelek kes difikirin ku pêvajo cemidî ye; lê ez tevlî vê yekê nabim. Li gorî min pêvajo niha hinekî mîna girtîgeheke vekirî pêşve diçe. Carinan dibînin ku liv û tevger heye, carinan her tişt li pişt deriyên girtî tê meşandin. Pêvajo xuyabûnê derdikeve; lê ew bi temamî ji holê ranebûye.
Ger Abdullah Ocalan di şert û mercên azad de beşdarî pêvajoyê bibe, ev pêvajo wê pir vekirîtir, xuyatir û li ser zemîna civakî bimeşe.”

