Pêncşem, 26 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî: Divê statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê were parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li ber Wezareta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş di roja 10’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê wê di mitînga karkeran de bimeşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji pêkhateyên 1001 îmze ji bo pêvajoya aştî banga wekhevî û ‘mafê hêviyê’ hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi Devlet Bahçelî re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên hiqûqê xwestin lêkolîn li ser hestiyên li şikefta Farqînê bê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Rêber Apo û xeta PKK’ê wê bi tevahiya mirovahiyê bide qezençkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bi yekrêzî û yek helwestiyê destketiyên neteweyî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên PDK’ê li Soranê rojnamevanek û 2 welatî binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendevanên Mexmûrê bi meşaleyan kareografiya Hakî Karer çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hikumeta Herêma Kurdistanê: Em zimanê leşkerî û gefan red dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    REPAK: Divê demildest mafê hêviyê were bicihanîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyê jinek hat kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê jin li dijî tundiyê li qadan bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demirel: Jin wê bibin ‘çavê sêyemîn’ ê pêvajoyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyman Viyan: Jin êdî mexdûr nînin, pêşengiyê ji têkoşînê re dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Çand û Hûner > Yekem Festîvala Kurdên Anatoliya Navîn li Kopenhagê pêk hat
Çand û Hûner

Yekem Festîvala Kurdên Anatoliya Navîn li Kopenhagê pêk hat

Yekem Festîvala Kurdên Anatoliya Navîn roja Yekşemê li Kopenhag a paytexta Danîmarkayê pêk hat.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Festîvalê di saet 11.00’an de dest pê kir û heya saet 21.00’an berdewam kir. Di festîvalê de ji bo nîşandana çanda kurdên Anatoliya Navîn kon hatin vedan. Hunermendên ji  Anatoliya Navîn ên Kurd ên weke Vedat Yildirim, Ergîn Xelîkan, Fîgen Fener, Genco Reşwan, Rizgar, Gursel Dayan, Ozan Miço û Cîhan Kiliç di festîvalê de derketin ser dikê û stranên xwe strîn.

FESTÎVAL WÊ HER SAL WERE LIDARXISTIN

Hevserokê PKAN’ê Alî Fûat axaftina vekirina festîvalê kir û ev yek anîn ziman: ‘’Em weke PKAN’ê  ji sala 2015’an ve ye bi awayekî fermî hewl didin xwe birêxistin bikin. Çimkî em dizanin ku em bêyî birêxistinbûnê nikarin hebûna xwe bidomînin. Li hemberî talûkeya bişaftinê hewce ye em birêxistinbûna xwe berfirehtir bikin û hebûna xwe bispêrin satatûyekê. Her wiha festîval wê li welatên din jî her sal were lidarxistin.’’

KONÊ XWARINÊ 

Di konê xwarinê de qatmer û klora ji xwarinên Kurdên Anatoliya Navîn ên rojane hatin amadekirin û ji beşdarvanên festîvalê re hatin îkramkirin. Her wiha di di festîvalê de qelî jî hate îkramkirin.

MOTÎFÊN GELÊRΠ

Di konê pêşangehê de mehfûr û balgehên malên Kurdên Anatoliya Navîn û têr û kîsên ku di jiyana rojane de tên bikaranîn û amûrên di çêkirina wan de tên bikaranîn, hatin pêşkêşkirin.

NIVÎSKAR

Di koneke cudatir de jî pirtûkên ku ji aliyê PKAN’ê ve hatine weşandin, hatin firotin.  Rewşenbîr, nivîskar û helbestvanên ji Anatoliya Navîn ên weke Kadîr Çelîk, Şoreş Reşî û Erdal Çolak pirtûkên ji bo xwîneran îmze kirin.

SEMÎNER Û PÊŞKÊŞÎ

Di konê semînerê de jî têkildarî bişaftinê ku mezintirîn talûkeya hebûna Kurdên Anatoliya Navîn e,  nîqaş hatin kirin. Di pêşkêşiyê de Pedagog Sultan Dag axivî û got: ‘’Di pêşkêşiyê de gelek beşdarvanan got ku em li malê bi zarokên xwe re bi Kurdî yan jî Danmarkî diaxivin. Em ji bo pêşeroja zimanê xwe bi fikar in. Ji bo ku em zimanê xwe biparêzin hewce ye em hin tedbîrên nû bistînin.’’

Sultan Dag destnîşan kir ku hînbûna zimanê welatên cuda û zimanên din ji bo zarokan hînbûna zimanê dayikê hêsantir dike. Ahmet Demîr jî têkildarî mijara pirsgirêka zarokên li Ewropayê pêşkêşiyek kir û got ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan erkên mezin dikevin ser milê malbatan.

SIYASETMEDAR

Nîkolaj Vîllûmsen ê di hilbijartinên Parlamentoyê Ewropayê de namzedê Partiya Enhedslîstenê bû û weke dostê gelê Kurd tê naskirin  jî tevlî festîvalê bû û ev yek anîn ziman: ‘’Haya me ji polîtîkayên li dijî gelê Kurd heye. Mînaka vê ya herî dawiyê jî cezayên ku di Doza Kobanê de li Selahattîn Demîrtaş û siyasetmedarên din hatine, birîn e.’’

Faîk Yagizay ê Nûnerê DEM Partiyê yê Ewropayê di axaftina xwe de diyar kir ku Kurdên Anatoliya Navîn bi sedsalan e dev  ji nasname û zimanê xwe bernedane û ev yek anîn ziman:  ‘’Ez bi vê wesîleyê dixwazim silavên xwe li Mûrat Bozlak ê ku ji sala 1995’an ve ye ez nas dikim û  sembola cesaretê jina Kurd  Leyla Guvenê dikim. Kurdên Anatoliya Navîn di hemû qonaxên Tevgera Azadiyê ya Kurdan de xwedî kedeke mezin in û  bi dehan şehîdên wan hene.’’ Her wiha Yagizay ji hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê  banga piştevaniya Partiya Enhedslîstenê jî kir.

HUNER Û ŞAHÎ

Festîvalê bi konsera hunermendên ji Anatoliya Navîn bi coşeke mezin berdewam kir. Di saetên dawî yên festîvalê de hemû hunermend derketin ser dikê û stranên xwe strîn û li qada festîvalê bi coşeke mezin govend hatin gerandin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN KOPENHAGEN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Di 3’yemîn Mîhrîcana Çanda Kurd de çanda Rojhilat hate nîqaşkirin
Nûçeya Pişt re Serlêdanên pêşbirka ku wê ji bo bîranîna Denîz Firat were lidarxistin destpê kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Başûr çalakiyên 25’ê Mijdarê: Li dijî tundiyê têkoşîna 16 rojî hate destpêkirin

Li Helebce, Silêmanî û Mexmûrê, di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî li dijî Tundiya…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Midyad û Çelê Newroz bi coş hat pîrozkirin

Li Midyad û Çelê bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” bi tevlêbûna hezaran…

Ji aliyê Stêrk TV

Hejmara kesên di xwepêşandanên li Kenyayê de hatin qetilkirin bû 22

Hate ragihandin ku hejmara kesên li Kenyayê di xwepêşandanên li dijî hikûmetê de hatine qetilkirin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Çand û Hûner

Li Zurihê Festîvala Fîlmên Kurdî tê lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?