Sêşem, 14 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî bertek nîşanî êrîşa çekdarî ya li Sêweregê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 5 kesan cezayê darvekirinê hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Aştî û civaka demokratîk xala me ya bingehîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtiyên siyasî yên li Îranê bi metirsiyeke mezin re rû bi rû ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Antalyayê 3 girtiyên di greva birçîbûnê de rakirin nexweşxaneyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA û DAKB’ê ji bo ‘Çarşema Sor’ peyamek dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Êrişên bi dronan li ser Hewlêr û Silêmaniyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Çevîren ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Dêrikê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qurbaniyên Enfalê li Germiyanê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sêweregê êrişa çekdarî ya li dibistanê: Herî kêm 13 kes birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê qurbaniyên komkujiyên Enfalê bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Cejna Çarşema Sor pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJA ber bi Gemlîkê ve dimeşe: Divê aliyê civakî yê hevdîtinan bi cih bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Qetilkirina Rojîn Kabaîş ronî bikin, dawî li gefên ser malbatê bînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TJA’yê peyama sersaxiyê: Em ê dilsozê mîrateya Zeynep Cansiz bimînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di şerê 40 rojî de nêzî 500 jinan jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê aqûbeta 3 jinên hatine binçavkirin, ne diyar e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > YJA Starê Nesrîn Bêrî bi hurmet û minet bi bîr anî
Kurdistan

YJA Starê Nesrîn Bêrî bi hurmet û minet bi bîr anî

YJA Starê ragihand ku Nesrîn Bêrî-Yayla Kizilkaya di Mijdara 2024'an de şehîd bû û got, "Bi navê tevger û artêşa jinê, em hevrêya xwe ya ku cihê wê nayê dagirtin bi hurmet û minet bi bîr tînin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 20. Sibat 2025 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi vî rengî ye:

“Ji gelê me yê welatparêz û raya giştî re!

Hevrêya me Nesrîn Bêrî – Yayla Kizilkaya li ser bingehê welatparêzî û berxwedêriya Amedê mezin bû, lêgerîna xwe ya azadiyê di tevger û felsefeya Rêber Apo de şênber kir û berê xwe dayê, di jiyana xwe ya têkoşîna 30 salan de li ser bingehê pêdiviyên vê yekê sekneke şoreşgerî raber kir. Hevrêya me di meha Mijdara 2024’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşa dewleta Tirk a faşîst de şehîd bû. Weke tevgera jinê û hêza artêşê, cihê hevrêya me nayê dagirtin. Em hevrêya xwe bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin, ji malbata Kizilkaya ya hêja, gelê xwe yê welatparêz û jinên azadîxwaz re sersaxiyê dixwazin û soza xwe dubare dikin ku teqez tola wê hilînin û bîranîna şehîdên xwe bigihînin serketinê.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêya me Nesrîn Bêrî bi vî rengî ne:

Nasnav: Nesrîn Bêrî
Nav û Paşnav: Yayla Kizilkaya
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik – Bav: Bedriye – Osman
Cih û Dîroka Şehadetê: Mijdara 2024’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Tevî ku Kurdistan hatiye çar parçekirin û rû bi rûyê siyaseteke komkujî-komployê hatiye hiştin, herî zêde di rastiya Amedê de bi pêşengiya Rêber Apo civakbûn, bi dest xistina nasnameyê, netewbûn û xwe jinûve avakirin pêk hatiye. Welatê gelê Kurd ê qedîm ku bi gelan re bûye hevpar, zanebûn û felsefeya wê ya azadiyê, bi têkoşîna vê yekê re di kaosa roja me ya îro de weke hêviya jiyana azad xwe afirandiye. Dîroka pêşketina vê rastiyê li ser esasê mîrateya berxwedana Mazlum Doganan û sekna fedayî ya Zekiye Alkanan bi berhemdarî, îrade, berxwedêrî û sekna bi rûmet a jin û ewladên bi wêrek ên Amedê bi wate bûye. Hevala me Nesrîn weke nûnera jina bi wêrek a vê rastiyê, bûye dilsozê Rêber Apo, welatparêziya xwe ya kûr bi azadiya jinê re kiriye yek û beşdarî nava refên gerîla bûye. Hîna di gava destpêkê de berpirsyariya rêvebirina rastiya dîrokî, di asta pêşengiyê de girt ser xwe. Li ser vî bingehî welatparêzî, lêgerînên azadiyê yên jinê, zanîna rastiya dijmin di lêgerîna têkoşîn û felsefeya jiyana gerîlatiyê de kir yek û bûye xwediyê jiyan û têkoşîneke bi heybet. Sala 1993’yan rastiya gerîlayên jin derbasî qonaxa artêşbûnê bû, zanebûn û têkoşîna zayendî bi nasnameya jina azad re bû yek. Di vê pêvajoyê de heval Nesrîn beşdarî nava refên gerîla bû; bûye hevrêyek ku li qada Gabar a Botanê artêşbûna jinê bi coşeke mezin pêşwazî kir, li ser bingehê îradebûna jinê, ayîdiyeta xwe û welatparêziyê têkoşîna xwe bi jiyan û pratîka xwe raber kir. Hevala me Nesrîn di nava refên gerîla de ji bo Rêbertî rast fêm bike û hevrêtiya bi Rêbertî re bike navenda jiyana xwe bi zanebûn, hest û nûneriya xwe tevgeriya. Bûye hevrêyek ku li ser bingehê avakirina dilnizmî, kedkarî, cesaret û wateyê di peywendiyên hevrêtiyê de zehmetî dikir para xwe, ti carî nediwestiya û nedisekinî, li dijî dijmin helwestek zelal raber kir, bi bedewiyên welatê xwe re bû yek û ev yek bi tevlîbûna xwe ya bicoş û kenê xwe bêhempa nîşan da. Li ser vî bingehî bû xwedî sekneke ku bi artêşbûna jinê re gavên jiyana gerîla avêt, her ku çû bû hêza fermandariyê ya artêşa jinê, di serî de Botan li gelek qadên mîna Behdînan, Zagros û Qendîlê berpirsyarî girt ser xwe, hevrêyên xwe perwerde kir, zanebûna Rêbertî qezenc kir û pêş xist, li hemberî hemû êrîşên dijmin weke kesayeteke fermandariyê ya xurt pêşengî ji şer re kir. Di her gava avêtî de li ser bingehê hezkirina ji Rêbertî û berpirsyariya rêxistinî tevgeriya û bû mînakek xurt a fermandarî û milîtaniyê.

Ji ber vê tevlîbûn û taybetmendiyên xwe, ji aliyê hevrêyên xwe ve hate hezkirin. Weke kesayetek fermandar dem bi dem ji bo xebatên PAJK’ê berpirsyarî girtiye ser xwe û li ser vî bingehî kûrahiya xwe ya îdeolojîk û pîvana tevlîbûna rêxistinî li her qadê çalak kiriye. Hevala Nesrîn nasname û zanebûna xwe weke pîvana herî pêş a jiyanê pejirandiye, lewma qasî têkoşîna zayendî li dijî dewleta Tirk a faşîst jî têkoşîneke radîkal girîng dîtiye. Ku dewleta Tirk a faşîst nûnerê herî eşkere yê desthilatdariya mêr e. Heta dema şehadeta xwe bi fermandariya xwe ya xurt mînakek şer a mezin raber kiriye. Xeyala wê ya herî mezin ew bû ku Rêber Apo li Sûrên Amedê bi gelê me û jinan re li ser bingehê azadiyê were ba hev û ew jî vê yekê bibîne. Bi bawerî û biryardariya xwe ya ji bo vê yekê gav avêt û ji bo azadiya Rêber Apo ber bi pêş ve meşiya. Weke rastiya fermandarek jin li ser bingehê îdeolojîk, serweriya rêxistinî û tecrubeya taktîkê ji bo pêşxistina şer rol lîstiye û bi vê tevlîbûna xwe ji çêkera xwe re bûye çavkaniya cesaret û moralê. Di nava refên artêşa me de ji fermandariya mangê destpê kir û heta asta fermandariya eyaletê berpirsyarî girt ser xwe. Hevala me Nesrîn weke hêza fermandariyê ya YJA Starê wezîfeyên giran bi serketî pêk aniye. Hevrêya me ya evîndarê gel û azadiyê, bi tevlîbûna xwe kedekî mezin afirand. Qasî êşa kûr a şehadeta wê, em ê ewqasî jî ji kesayeta wê ya xurt hêz bigirin û tiştên ku di jiyana xwe de temsîl kirine rast fêm bikin û mîrateya wê bigihînin siberojê. Biryardariya me bêdawî ye ku em rastiya dijmin a li ser esasê desthilatdariya mêr, têk bibin.

Di salvegera 26’an a Komploya Navneteweyî de em bi biryar in ku hêzên komploger têk bibin û Rêber Apo azad bikin. Em ê ji bo wasiyeta şehîdên xwe hem di aliyê exlaqî de, hem jî di çarçoveya têkoşîna xwe de li ser rêya serketinê bimeşin. Li ser vê bingehê, xewn û xeyala hevrêya me Nesrîn Bêrî ku dixwest Rêber Apo li ser Sûrên Amedê bigihîne jinan û gelan, bi berxwedana Rêber Apo û têkoşîna şehîdan, jinan û gelê me di dema herî guncaw a pêkhatinê de ye. Xeyala hemû şehîdên me û hevala me Nesrîn xeyala me hemûyan, jinan û gelê me ye. Şehadeta heval Nesrîn talîmata herî mezin û banga serketinê ya li ser vê rêyê ye. Di serî de jin û gelê me yê Amedê em bang li hemû gelê xwe û gelan dikin ku xeyala heval Nesrîn pêk bînin û li ser vî bingehî her kes li dora Rêber Apo kom bibe, têkoşînê mezin bike û vê dema ku azadiya me mimkun e, bi rêxistinî bikin û bi ser bixin. Zarokên herî wêrek ên dayikên me bi dilsoziya bi Rêber Apo û armancê re û bi baweriya ji gelê me bêyî teredut şehadetê pêşwazî dikin. Agirê Newrozê yê Mazlum Dogan xwe mezin kir û Zekiye Alkan li Sûrên Amedê bi tilîliyan bedena xwe da ber agir û agirê Newrozê geş kir. Di şexsê hevrê Nesrîn de bi vê îradeya bi hezaran şehîdan, ev agir veguherî hêza tunekirina dijmin û xirabiyan. Ji bo ev agir bibe mizgîniya azadiyê, têkoşîneke serketî pêwîst e.

Li ser vî bingehî weke Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê em biryardariya bi serxistina vê têkoşînê li ser navê hemû hevrêyên xwe dubare dikin. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ku xeyala herî mezin a şehîdên me ye, afirandina jiyana azad û welatê azad armanca me ya herî mezin e. Em minetdarê malbata xwe ya Kizilkaya ne ku rastiyeke wisa hêja ya jina pêşeng mezin kirine. Em car din sersaxiyê ji malbata xwe ya hêja re dixwazin. Em ê hesabê vê hîn zêdetir ji dijmin bipirsin û bi destxistina jiyana azad bersivê bidin. Li ser bingehê dilsoziya bi şehîdan re, têkoşîn meşandin û bi ser ketin yekane jiyana bi rûmet e.”

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Temellî: Zimanê dayikê maf e, nabe bê nîqaşkirin
Nûçeya Pişt re Li Îranê zêdebûneke metirsîdar a darvekirinan: Di 2024’an de herî kêm 975 înfaz
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Gel, gotinên serokatiya MHP’ê û helwesta AKP’ê ji hev cuda dike

Koordînatorê Navenda Lêkolînên Siyasî û Civakî (SAMER) Yuksel Genç diyar kir ku axaftinên Devlet Bahçelî…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Heta ku tecrîd bi dawî dibe em ê çalakiyên ji bo azadiyê bidomînin’

Rêvebera TUHAD-FED’ê Sebahat Bîçer diyar kir ku hemû cîhan hêza aştiyê ya Rêberê Gelê Kurd…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Brukselê stranên Kurdî bi senfoniyê re gihîştin hev

Orkestraya Fîlharmonîk a Brukselê di konserekê de ku li NOVUM TEATR’ê hate lidarxistin de stranên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Êrişên bi dronan li ser Hewlêr û Silêmaniyê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Mehmet Çevîren ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Dêrikê hate veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Qurbaniyên Enfalê li Germiyanê hatin bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Ji KJK’ê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?