În, 27 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Enqereyê salvegera damezrandina PKKê hat pîrokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Divê statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê were parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li ber Wezareta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş di roja 10’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê wê di mitînga karkeran de bimeşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji pêkhateyên 1001 îmze ji bo pêvajoya aştî banga wekhevî û ‘mafê hêviyê’ hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi Devlet Bahçelî re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Rêber Apo û xeta PKK’ê wê bi tevahiya mirovahiyê bide qezençkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bi yekrêzî û yek helwestiyê destketiyên neteweyî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên PDK’ê li Soranê rojnamevanek û 2 welatî binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendevanên Mexmûrê bi meşaleyan kareografiya Hakî Karer çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hikumeta Herêma Kurdistanê: Em zimanê leşkerî û gefan red dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    REPAK: Divê demildest mafê hêviyê were bicihanîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyê jinek hat kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê jin li dijî tundiyê li qadan bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demirel: Jin wê bibin ‘çavê sêyemîn’ ê pêvajoyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyman Viyan: Jin êdî mexdûr nînin, pêşengiyê ji têkoşînê re dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > YPG: Têkoşîna me wê heta rizgarkirina Efrînê dewam bike
Kurdistan

YPG: Têkoşîna me wê heta rizgarkirina Efrînê dewam bike

Fermandariya YPG'ê dstnîşan kir ku heta Efrîn û hemû herêmên hatine dagirkirin bê rizgarkirin wê têkoşîna wan dewam bike.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Adar 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi boneya salvegera şeşemîn a dagirkirina Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand.  Di daxuyaniyê de tevahî şehîdên Berxwedana Serdemê hatin bibîranîn û hate gotin: “Em ê di şopa wan de şerê azadiyê mezintir bikin.”

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku di sed salên borî de gelê Kurd bi tevahî di nav lepên qirkirinek fîzîkî û çandî ya xedar de hatiye girtin û ev pergala mêtingeriyê ji aliyê hêzên navneteweyî ve hatiye pesendkirin.

Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di destpêka sedsala 20’an de, pergala qirkirinê ya kurewî war û hebûna Kurdan di nav dewletên herêmê de belav kiriye û dewleta Tirk a dagirker weke nobedarê domandina vê pergalê hatiye erkdarkirin. Bal hat kişandin ku hemû destkeftiyên gelê Kurd her tim bûne hedefa vê pergalê û êrîşkirina li ser bajarê Efrînê jî gaveke nû ya vê pergalê bû ku gelê Kurd nikaribe bi hebûn û îradeya xwe li ser axa xwe azad bijî.

Hat diyarkirin ku dewleta dagirker a Tirk di sala 2018’an de bi teknolojiya şer a herî pêşketî, bi piştevaniya hêzên navneteweyî û bi bikaranîna komikên çete 58 rojan êrîşeke berfireh biriye ser Efrînê û hat gotin: “Aşkere ye ku êrîşa li ser Efrînê bi pesendkirina hêzên emperyal ên ku li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyiyê xwedî bandor in pêk hat.”

Di daxuyaniyê de Berxwedana Serdemê ya Efrînê hat bibîr xistin û  têkildarî berxwedanê ev xal hatin rêzkirin: “Pêvajo û bûyerek bêhempa bû ku di dîrokê de mînaka wê nehatibû dîtin. Fedakarî û berxwedêriya gelê me û hêzên me ya li Efrînê, herêm ji dewleta dagirker re teng kir û careke din îspat kir ku li hemberî her cûre êrişkariyê, gelê me dikare bi hêza xwe ya cewherî xwe biparêze. Di heyama wan 2 mehan de bi sedan rêhevalên me û gelê Efrînê, bi derfetên pir kêm tevlî berxwedanê bûn û bi pêşengiya lehengên wekî Avesta Xabûr, Îlan Dara, Artêş Hakkarî û Fermandar Karker Êrîş, bi sedan hevrêyên me bi ruhekî fedaiyane şer kirin û şehîd bûn.”

Pêkanînên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê di 6 salan de pêk anîne jî di daxuyaniyê de cih girtin û li ser van xalan hat rawestîn: “Di 6 salên borî de li Efrînê demografî hat guhertin, Kurd hatin koçberkirin, mafên mirovan ên ku bi yasa û peymanên navnetewî hatine parastin û dewleta Tirk jî aliyek ji wan hevpeymanan e, tên binpêkirin; Kurdên li Efrînê ji mafê xwe yê azadî û jiyanek bi rûmet bêpar têne hiştin. Efrîn ji Kurdan tê paqijkirin û bi vî awayî tê armanckirin ku nasnmameya herêmê bê guhertin. Bi vê armancê Kurdên ku dixwazin vegerin Efrînê jî rastî zext û êrişên çeteyên dewleta dagirker tên.”

Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dagirkeriya li Efrînê sûcek li dijî mirovahî û hiqûqa navneteweyî ye, wê dijî têkoşîn bê mezinkirin û wiha hat gotin:  “Em weke YPG’ê carek din destnîşan dikin ku heya azadkirina axa Efrînê û hemû herêmên xwe yên dagirkirî em ê têkoşîna xwe bidomînin. Bi vê boneyê em hemû hevrêyên xwe yên ku di berxwedana Serdemê ya Efrînê de şehîd bûne bi hurmet bibîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê di şopa wan de şerê azadiyê mezintir bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Rêveberiya Xweser a Şengalê: Efrîn wê bi berxwedana gelan rizgar bibe
Nûçeya Pişt re UNICEF: Rewşa li Haîtiyê giran e
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Şirnexê çalakiyên 25’ê Mijdarê berdewam dikin

Di pêşengtiya TJA’yê de li gelek gund û navçeyên Şirnexê di çarçoveya 25’ê Mijradê de…

Ji aliyê Stêrk TV

YE’yê bes banga ‘’aramiyê’’ kir

Yekîtiya Ewropayê (YE) li hemberî êrîşên li ser Kurdên li bajarê Helebê yê Sûriyeyê bes…

Ji aliyê Stêrk TV

Remziye Mihemed: Em deyndarê raman û felsefeya Rêber Apo ne

Remziye Mihemed diyar kir ku jin bi saya raman û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Enqereyê salvegera damezrandina PKKê hat pîrokirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî: Divê statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê were parastin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

27’ê Mijdarê li gelek bajaran hat pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Hesekê êrîşa li dijî dewriyeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Welatiyek şehîd bû

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?