Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > YPJ’ê serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ silav kir
Jin

YPJ’ê serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ silav kir

YPJ'ê bang kir ku her kes li dora felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' li hev bicivin û got, "Yek ji qadên têkoşînê yên Rêber Apo têkoşîna li dijî sîstema bi serweriya mêr e."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Îlon 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ji ber salvegera duyemîn a Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniya YPJ’ê wiha ye:

“Di duyemîn salvegera qetilkirina Jîna Emînî de ku serhildanên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li bajarê Seqizê destpê kirin û li hemû Rojhilatê Kurdistanê û Îranê belav bûn, em di kesayeta Jîna Emînî de hemû şehîdên Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.

Jinên Kurd di 50 salên derbasbûyî de bi sekna xwe ya têkoşer, bi berxwedana xwe û bi helwesta xwe ya li dijî sîstema serdestiya baviksalar destketiyên pir mezin ji bo jinan bi dest xistine. Yek ji qada têkoşînê ya Rêber Apo têkoşîna li dijî sîstema zilamsalar e û li ser vê bingehê jî jin bi îdeolojiya azadiya jinê kire xwedî îdeolojî, rêxistin, hêza parastinê, pergala hevserokatiyê û zanista jineolojiyê.

Jin li ser bingehê pergala neteweya demokratîk pergala xwe ya konfederal ava dikin û bi yekgirtineke xurt di hemû eniyan de li dijî çanda destavêtinê, li dijî sîstema baviksalar, netewe-dewletên zilamsar û artêşên zilamsalar têkoşîneke radîkal didin meşandin.

Yek ji qada girîng a têkoşînê jî Rojhilat û Îran e ku li wir jin bi sîstemeke oldar, netewperest û hegemoniya zilam re rûbirû ye. Lewma jin ji mafên xwe yên seretayî jî mehrûm dimîne. Ruxmî ku şoreşa Îranê berhema têkoşîna hevpar ya gelan û ya jinan bû, lê ji hêla komek zilamên oldar ve hate xespkirin û bi vî rengî yek ziman, yek-ol, yek-mezheb û yek zayend tê sepandin. Li dijî vê yekê jinên Kurd û Îranî bi dehan sale ku bênavber têkoşîn dikin. Ji girtîgehan, kolanan, zanîngeh û dibistanan, heya kargehan di qada siyaset, çand, spor, aborî, perwerde û tendirûstiyê de jin di nav têkoşîneke xurt de ne. Rejîma zilamsalar ya Îranê li beramberî sekna jinan a têkoşer bê tehemûl û bi tundî bersivê dide.

Jîna Emînî ji hêla rejîmeke bi vî rengî bi awayeke hovene rastê îşkenceyê hat. Qetilkirina vê jina ciwan a Kurd rê li ber nerazîbûnên mezin vekir. Termê Jîna Emînî bi dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” spartin axê û wiha jî ji Seqizê heya seranserê Rojhilat û Îranê pêvajoyeke girîng ya serhildanan destpêkir. Ev serhildan bi tundiyeke mezin ya rejîmê re rûbirû bû. Bi hezaran kes hatin qetilkirin, bi dehan kes hatin darvekirin. Beşek zêde jî jin birîndar bûn. Niha jî li girtîgehên Îranê bi hezaran kes têne darizandin. Lê ev nayê wateya ku nerazîbûna gel li beramberî vê rejîma antî-demokratîk bi dawî bûye. Ev nayê wateya ku ruhê serhildana jinan tefiyaye. Berovajoyê wê Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dê heya bigihîje daxwazên wekheviya civakî bi pêşengtiya jinan ber bi şoreşa jinê ve berdewam bike. Ji ber ku ev serhildan çavkaniya xwe ji felsefeya têkoşînê digire.

Em jî wek Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) li dijî pergal, zihniyet û êrîşên desthilatdariya zilamsalar bi îrade û vîna jinê ya cewherî têkoşîna parastinê dikin. Em didin diyarkirin ku têkoşîna jinan ya li her derê cîhanê çawa ku çavkaniya xwe yek e, encamên wê jî ji bo azadiya jinan dibe yek. Bi vê feraset û berpirsyariyê em piştgiriya xwe bi taybet ji bo têkoşîna jinan li Rojhilatê Kurdistan û Îranê û bi giştî ji bo têkoşîna jinan li her derê cîhanê dubare dikin û bang li jinên Kurd û herêmê dikin ku li dor felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ xeleka ber bi şoreşa azadiyê ve diçe, xurttir û berfirehtir bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Pezeşkiyan serdana xwe ya destpêkê li Bexdayê kir, 14 peyman hatin îmzekirin
Nûçeya Pişt re Nergis Muhammedî serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ silav kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Gelê Rojava rêxistina nava taxan xurt dike

Gelê Rojava ewlehiya bajar û taxên xwe li hember gef û astengiyên heyî xurt dikin.

Ji aliyê Stêrk TV

NPG’ê Hefteya Lehengiyê pîroz dike

Fermandariya Biryargeha NPG'ê: Hevrêyên me Mazlûm û Mahsûm bûne meşaleyên diyarker ên serdema lehengiyê ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Nobetên Edaletê: Em ê têkoşîna girtiyan bidomînin

Di Nobetên Edaletê de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyam hatin dayîn…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?