Yekitiya Raghandina Jinê (YRJ) rojnamevan Gurbetellî Ersoz, Dilîşan Îbîş, Dilovan Gever û tevahî şehîdên çapemeniya azad bi daxuyaniyeke nivîskî bi bîr anîn.
YRJ`ê di daxuyaniyê de diyar kir ku ew bi boneya roja Rojnamegeriya Jinên Kurd (7`ê Cotmehê) rêwîtiya rojnamevanên jin bi bîr tînin, wan bi gotin, pênûs û wêneyan heqîqet îfade kir, rastiya civakên xwe belge kir û di hemû şert û mercan de dengê jinan gihand cîhanê.
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin ku ev roj bi ked û fedakariya rojnamevanên jinên Kurd pêk hat, di destpêke de şehîd Gurbetellî Ersoz ku 7`ê Cotmeha sala 1997`an li Başûrê Kurdistanê şehîd bû.
Her wiha YRJ`ê şehîd Dilîşan Îbîş û şehîd Dilovan Gever bi bîr anîn û diyar kir ku şehîd Dilîşan (12`ê Cotmehê 2017`an şehîd bû) û şehîd Dilovan Gever (13`ê Cotmehê 2019`an şehîd bû) sûcên çeteyên DAIŞ`ê yên li dijî jinan û civakê belge kirin.
YRJ`ê di daxuyaniyê de anî ziman ku rojnamevanên jin “bi rêya gotin û wêneyan dîwarê bêdengiyê şikandin, bûyerên diqewimîn belge dikirin û heqîqet vedigotin. Îro û di hemû pêvajoyan de dê rojnamevanên jin pirsgirêka jinan bişopînin û veguhêzin tevahiya cîhanê, çapemaniya jinan ne tenê bûyeran dişopîne, têkoşîn û berxwedana jinan belge dike û balê dikişîne ser pirsgirêka jinan”.
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku YRJ wê ji bo pêşxistina çapemeniya jinan bixebite, bûyeran belge bike û bîra civakî biparêze.

