Pêncşem, 14 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dayika Aştiyê ya ku çû Enqereyê: Pêwîstî bi kar heye, ne bi gotinê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bandora polîtîkayên şerê taybet a li qadê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 14’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hîkmet Akbaş ê piştî 31 salan hate berdan: Rêber Apo û girtiyên nexweş hîna li hundir in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bolûyê berdana 3 girtiyên ku 32 û 33 sal in girtî ne, hat taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji CHP û DEM Partiyê peyama ‘hilbijartina navberê’ û ‘karê qanûna hevpar’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Azîzoglû: Ji bo Kurdî pêwîstî bi statuya fermî heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Komxebata Zimanê Kurdî ya Botanê hat ragihandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Panela ‘Aştiyê’: Tirkiyeya nû wê bêyî Kurdan nebe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkûkê çeteyekî DAÎŞ’ê hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êzidiyan hewldana PDK’ê ya ji bo vegerandina rêveberiya berê, şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zexta ‘bidawîkirina çalakiyê’ li rojnamevan Şêrwanî tê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    DMME’yê di doza Ayla Akat Ata de Tirkiye mehkûm kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Tehranê nahêlin 8 jinên girtî bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPJ: Em ê bi hemû hêza xwe li kêleka YPJ’ê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misrê panela li ser ezmûna YPJ’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gaziyên jin: Hebûna YPJ’ê garantiya jiyana bi hev re ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin hêz û xweşikbûna jiyanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Parîsê 5’emîn Festîvala Çanda Kurdî tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya 6’emîn amadekariyê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Fîlman a Rojava fîlmeke nû: Heval Kekê Min

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Belçîkayê Mala Çandê ya Med hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlan Sipêrtî: Ozan Mizgîn hunera xwe afirand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîrêj Roj: Hozan Mizgîn bû pêşenga tarzeke ku xîtabî tevahî Kurdistanê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > YRJ’ê Şaristan Asmîn bi bîr anî
Jin

YRJ’ê Şaristan Asmîn bi bîr anî

Yekîtiya Ragihandina Jinê Şaristan Asmîn (Leyla Yildiz) bi bîr anî ku 3'ê Hezîrana 2023'an şehîd bû.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) bi boneya salvegera yekemîn a şehadeta rojnamevan Şaristan Asmîn (Leyla Yildiz) daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyaniya YRJ’ê wiha ye:

“Salek di ser şahadeta hevrêyame Leyla Yildiz bi nasnav Şaristan Asmîn re derbas dibe. Hevrêya me Şaristan Asmîn ji ber nexweşiyekî giran di 3’yê Hêzîrana 2023’yan de bû sterkek geş li ezmanê welatê me. Em di yekemîn salvegera şahadeta wê de hemû şehîdên şoreşê û şehîdê çapameniya azad yên ku li pey şopên Gurbeteliya çûyî bi bîr tînin û bejna xwe li ber rastiya wa ya bi rûmet di tewînin.

HÊZA HESKIRIN Û HEVALTIYÊ BÛ

Rêhval Şaristan 24 sal di nav refên têkoşîna azadiyê de bi fedakarî û sekna xwe ya wêrek bê navber meşiya. Me hemûyan jî ew wisa naskir û wusa ji bo me hemûyan bû ronahiyekî ku em xwe li derdorê wê kombikin. Ji bo me ew enerjiyek bû ku me jê hezkirin, bawerî, îrade, cesaret û hevaltiya rast digirit. Li ser her kesê ku ew naskirî, pêra meşiyayî û mayî keda wê heye. Remza sadebun, dilsozî û kedê bû.

LI PEY HEQÎQETA ÇIYA GERİYA

Salên dirêj di nav kar û xebatên ragihandinê de cih girt û kedekî mezin da. Ji bona ku rastiya gerîla ya ku îro jî li beramberî dagirkerî û faşîzmê di nav berxwedaniyekî bêhempa de ye bi bandor ragihîne, bibe dengê heqîqeta gerîla çiya bi çiya geriya. Xwe gihand her lutkeyekî ku bûye navnîşana gerîla. Deng, hest, hêvî, bawerî û biryardariya gerîla ragihand. Di nav eniyên cengê de jî li kêleka gerîla bû û pê re meşiya. Her dilopek xwêdana ku gerîla ji bo azadiya gel û welatê xwe di rijand ji bo wê pîroz bû. Ji ber vê yekê xwe qet ji rastiya çiya û gêrîla qut nekir. Her cihê ku çuyî ev rastî bi xwe re bir û bi sekna xwe bû temsîla vê rastiyê.

YEK JI PÊŞENGA ŞOREŞA ROJAVA BÛ

Rêhevala me Şaristan Asmîn di nav rastiya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de jî bi rolê xwe ye pêşengiyê rabû. Her bostek xaka ku bi berdelê giran hatî rizgarkirin ji bo wê pîroz bû. Bi vê hestê tevgeriya û xwedî li nirxê şoreşê derket. Ji bo paradigmaya jiyana azad li ser vê xakê bi pergal bibe li her cihê ku lê bû ked da. Bi dilnizmî û sebir tevgeriya.

Di her warî de fêrkerê jiyanê bû. Ji bo rastiyê fêrî derdorê xwe bike bê westan tevgeriya. Teyîsandina rastiya şoreşê armanca wê ya sereke bû. Tevî têkoşînê jin, dîrok, çand, ziman û huner ji bo wê mijarên herî girîng bûn. Ne dixwest tu rastî veşartî bimînin. Li Rojavayê Kurdistanê û bi giştî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şunwar bi şunwar geriya. Dîroka her bajarê ku di serdemên borî de jinan mohra xwe lê dayî ji bo wê cihê lêkolînê bû. Rastiya şoreşê ji dîrok û rastiya jinê qut negirt dest. Bi vî rengî xwest wateya herî kur bide.

BERÊ ME WÊ HER LI HEQÎQETA ŞEHÎDAN BE

Rêhevala me û şoreşgera nemir Şaristan Asmîn li ser rêça Gurbeteliya bê dudilî meşiya. Wek Denîz Firat, Nûjiyan Erhan û bi dehan şehîdên ragihandina azad mohra xwe li kar û xebatên ragihandina azad da. Di jiyana her yek ji me de bû sembola herî rast ya jiyan û têkoşînê. Di yekemîn salvegera şahadeta hevrêya xwe Şaristan Asmîn de em cardin dibêjin berê me wê her li heqîqeta wê û hemû şehidên şoreşa azadiyê bin. Em bi minnetdarî bi bîr tînin û soza serkeftinê û bi biryardarî li pey heqîqetê meş didin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Cenazeyên du şehîdan bi merasîmeke biheybet li Kobanê hatin veşartin
Nûçeya Pişt re NY: Zêdetirî nîvê avahiyên li Xezeyê hilweşiyane yan jî zirar dîtine
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Çalakgerên li Tişrînê: Em bendava xwe diparêzin

Girseya gel a ku li Bendava Tişrînê li dijî dagirkeriyê di nava berxwedanê de ye,…

Ji aliyê Stêrk TV

Êrîşên li ser Kobanê, Til Temir û Tebqayê

Dewleta Tirk a dagirker ji hewayî û bejahî ve êrîş bir ser Kobanê, Til Temir…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Îranê di 20 rojan de 164 kes hatin darvekirin

Kampanyaya ‘Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re’ ragihand ku girtiyên jin ên siyasî li girtîgeha…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Dayika Aştiyê ya ku çû Enqereyê: Pêwîstî bi kar heye, ne bi gotinê!

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Bandora polîtîkayên şerê taybet a li qadê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Di dema rejîma Baasê de rewşa Kurdî: Li her qada jiyana civakî qedexe bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hîkmet Akbaş ê piştî 31 salan hate berdan: Rêber Apo û girtiyên nexweş hîna li hundir in

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?