Çarşem, 25 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Bayik: PKK’ê bi têkoşîna xwe hebûna Kurdan bi her kesî da qebûlkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 25’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Desthilat ji mirina girtiyên nexweş berpirsiyar e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li ber Wezareta Edaletê di roja 8’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Demîrtaş: Qonaxa ku em lê ne dîrokî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înîsiyatîfa Edalet û Hurmet ji bo Miriyan: Bila derbarê hestiyên li Farqînê lêpirsîn bê destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Tevgera Goran: Divê rayeyên destûrî yên Herêma Kurdistanê neyên qelskirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hewlêr û Koye hate bombebarankirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PDK û YNK: Destkeftiyên Herêmê xeta me ya sor e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê meşa 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mesrûr Barzanî: Biryarên Serokwezîrê Iraqê nayên qebûlkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê 3 gorên komî hatin tespîtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Ji bo aştiyê divê em jiyanekê ava bikin ku jin lê nayên kuştin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bihar Munzîr: Li nava civaka ku jin lê ne azad e, tundî û komkujî naqede

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di zarokatiyê de hate zewicandin, li gel zext û tundiyê jî jiyana xwe ava kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Banga 25’ê Mijdarê: Werin em têkoşînê ji bo jiyan, azadî û wekheviya jinan mezin bikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Neteweyî: Têkoşîna azadiya jinê li her qadê jiyanê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji NADA’yê banga 25’ê Mijdarê: Bêyî azadiya jinan aştî ne pêkan e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Bûşra Muhammed Zekî: Birînên veşartî yên jinan ji yên xuya dikin gelekî bêhtir e
Jin

Bûşra Muhammed Zekî: Birînên veşartî yên jinan ji yên xuya dikin gelekî bêhtir e

Parêzera mafên mirovan Bûşra Muhammed Zekî got, tundiya li hemberî jinê êdî bi şêweyên cuda yên weke gef û şantaja dîjîtal jî tê kirin û li dijî zexta baviksalariyê banga têkoşîna civakî û parastina qanûnî kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Mijdar 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Parêzvana Mafên Mirovan û aktîvîst Bûşra Muhammed Zekî bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axivî. Bûşra Muhammed Zekî anî ziman ku dewamiya kevnşeopiyên baviksalariyê, nebûna mekanîzmayên parastina qanûnî yên xurt û zextên civakî jinan ji mafên wan ên bingehîn bêpar dihêle û nahêle ku jin bi rengekî azad beşdarî nava jiyana civakî û cemaweriyê bibe. Bûşra Muhammed Zekî got, “Birînên veşartî yên jinan ji yên xuya dikin gelekî zêdetir e.”

Bûşra Muhammed Zekî ku li qada mafên mirovan, bi taybetî jî li qada mafên jinan zêdeyî 22 sal in kar dike, diyar kir ku parastina mafên jinan parçeyek ji parastina mafên mirovan e. Di vê çarçoveyê de destnîşan kir ku mafê jiyaneke bi aramî, tenduristiyeke baş û wekhev mafê bingehîn ê her kesî ye.

Aktîvîsta mafên mirovan anî ziman ku tundiya li jinê rewşeke nû nîne, di dîroka civakan de bi şêweyên cuda dewam kiriye û diyar kir ku bi guherîna mercên civakî û teknolojiyê re rêbazên tundiyê jî cuda bûne.

Astengiya li pêşiya temamkirina perwerdeya jinan, zewicandina bi zorê, biçûkxistina nirx û rûmeta wan, êrişên zayendî, tundiya fîzîkî, êşkence, sinetkirina zarokên keç û bêparhiştina ji mafê karkirinê weke ji şêweyên tundiyê pênase kir.

Bûşra Muhammed Zekî bal kişand ser tundiya aboriyê jî û got, jin ji mafên xwe yên li ser mîrate, milk û hatineya bi keda xwe ava kirine, bêpar têne hiştin.

Di dewama axaftina xwe de işaret bi gef û tundiya elektronîk kir a li ser medya dîjîtal li jinan tê kirin û got, wêne, dîmen û qeydên taybet ên jinan li hemberî wan weke amûreke gef û şantajê tê bikaranîn.

Bûşra Muhammed Zekî ragihand ku gefên bi vî rengî zexteke civakî û psîkolojîk a cidî li jinan dike.

Parêzvana mafên mirovan diyar kir ku yek ji pirsgirêkên bingehîn ên li nava civakê ew e ku jin ji kincê xwe, derketina derve, perwerdeyê, karkirinê û beşdariya li nava jiyana cemaweriyê li rexne û zexteke zêde rast tên û got, “Li nava civaka me gelek nirxên exlaqî û civakî bi hebûna jinê ve têne girêdan. Xençerê namûs û şerefê li hemberî jinê zû tê kişandin. Jinek ji ber kincê xwe, ji ber cihê ku diçe yan jî karê ku dike dibe hedefa zextê. Hewl tê dayin ku sînor ji jiyana jinê re bê danîn û li tarîtiya nava malê vegere.”

Bûşra Muhammed Zekî anî ziman ku bûyerên tundiyê yên li jinê tê kirin û li medyayê têne weşandin, tenê beşeke biçûk a wan bûyeran e û diyar kir ku gelek jin ji ber tirsa dervehiştinê û zexta civakî bûyerên bi serê wan ve tên venabêjin.

Bi dewamî ragihand ku zêdeyî 20 sal in hewl dide bi panel, semîner, bernameyên televîzyonan û karên medyayê nêrîna civakê biguherîne û çanda hurmeta li mafên mirovan xurt bike.

Bûşra Muhammed Zekî feraseta ku namûs û şerefa malbatê bi jinê re têkildar dike rexne kir û got, ev nêzîkatî zemîneke welê amade dike ku tundiya li jinê, kuştina jinê bê rewakirin.

Parêzvana mafên mirovan û aktîvîst Bûşra Muhammed Zekî azadiya jinê weke bingeha azadiya civakê pênase kir û got, qanûn divê mafên jin û mêran bi rengekî wekhev biparêze û kevneşopiyên baviksalariyê jî êdî li pêşiya azadiya jinê nebin asteng.

Bûşra Muhammed Zekî anî ziman ku li hemberî kuştina jinan û xweşewitandina jinan wan li gel Tora 8’ê Adarê kampanyayeke berfireh dan destpêkirin ku wê 7 mehan dewam bike û got, kampanya li gel Herêma Kurdistanê û Kerkûkê wê li Ewropa, Awûstralya û Kanadayê jî di nava civaka Kurd de were meşandin.

Her wiha ragihand ku ji 26’ê Mijdarê û pê ve jî wê li bajarên Silêmaniye, Hewlêr û bajarên dind est bi kampanya îmzeyan bikin û bi beşdariya kesayetên naskirî, karên medya dîjîtal û çalakiyên hunerê wê karên cuda bimeşînin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN KERKÛK

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê HPJ: Em bi yekîtiya jinê nasname û îradeya civakê biparêzin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

KCK: Bi PKK’ê re serdemeke nû ya dîrokî destpê kir

KCK'ê diyar kir ku bi rabûna PKK'ê re li Kurdistanê serdema dîroka koletî, mêtingerî û…

Ji aliyê Stêrk TV

Amedsporê Kastamonûspor 1 û 0 têk bir

Amedsporê li deplasmanê Kastamonûspor a li pey xwe 1 û 0 têk bir û di…

Ji aliyê Stêrk TV

KCK’ê ji ber wefata Muhsin Salih peyama sersaxiye weşand

KCK'ê got, "Bila serê malbat, zarok, dostên wî û xelkê Amediyê sax be."

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

HPJ: Em bi yekîtiya jinê nasname û îradeya civakê biparêzin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

‘Ji bo aştiyê divê em jiyanekê ava bikin ku jin lê nayên kuştin’

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Bihar Munzîr: Li nava civaka ku jin lê ne azad e, tundî û komkujî naqede

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Di zarokatiyê de hate zewicandin, li gel zext û tundiyê jî jiyana xwe ava kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?