Çarşem, 25 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Bayik: PKK’ê bi têkoşîna xwe hebûna Kurdan bi her kesî da qebûlkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 25’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Desthilat ji mirina girtiyên nexweş berpirsiyar e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li ber Wezareta Edaletê di roja 8’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Demîrtaş: Qonaxa ku em lê ne dîrokî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înîsiyatîfa Edalet û Hurmet ji bo Miriyan: Bila derbarê hestiyên li Farqînê lêpirsîn bê destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Tevgera Goran: Divê rayeyên destûrî yên Herêma Kurdistanê neyên qelskirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hewlêr û Koye hate bombebarankirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PDK û YNK: Destkeftiyên Herêmê xeta me ya sor e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê meşa 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mesrûr Barzanî: Biryarên Serokwezîrê Iraqê nayên qebûlkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê 3 gorên komî hatin tespîtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Banga 25’ê Mijdarê: Werin em têkoşînê ji bo jiyan, azadî û wekheviya jinan mezin bikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Neteweyî: Têkoşîna azadiya jinê li her qadê jiyanê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji NADA’yê banga 25’ê Mijdarê: Bêyî azadiya jinan aştî ne pêkan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê cezayê 74 qamçî û qedexeya çalakiyên hunerî li stranbêj birî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîlê bi boneya 25’ê Mijdarê çalakiya girseyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sineyê zarokek keç ji aliyê bavê xwe ve hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Bihar Munzîr: Li nava civaka ku jin lê ne azad e, tundî û komkujî naqede
Jin

Bihar Munzîr: Li nava civaka ku jin lê ne azad e, tundî û komkujî naqede

Rêvebera PDO'yê Bihar Munzîr anî ziman ku li Başûrê Kurdistanê tundiya li jinê, komkujiya jinan û bûyerên xweşewitandinê zêde bûne û destnîşan kir ku li civakeke ku jin azad û ewle nebe pêşî li tundiyê nikare bê girtin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Mijdar 2026 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Ji rêveberên Rêxistina Pêşveçûna Gel (PDO) Bihar Munzîr bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê rewşa jinan a li Başûrê Kurdistanê ji ANF’ê re nirxand. Munzîr bal kişand ser komkujiya jinan, bûyerên xweşewitandinê yên jinan, zewaca di temenê zarokatiyê de û kêmasiya di bicihanîna qanûnan de û got, “Kuştina jinan û bûyerên xweşewitandinê di asta bilind de ye. Par 69 jin hatin kuştin.”

https://video.anf-news2.com/live/firat/68536f0a_20261122125928_2026-11-22-silemani-bahar-munzir-tekosina-li-diji-tundi-li-ser-jinan-1.mp4

KOMKUJIYA JINAN Û BÛYERÊN XWEŞEWITANDINÊ ZÊDE NE

Bihar Munzîr anî ziman ku li Başûrê Kurdistanê tundiya li jinê di asteke bilind de ye û diyar kir ku kuştina jinan û xweşewitandina jinan şêweyên herî giran ên tundiyê ye. Li gorî statîstîkên rêxistinê par li Herêma Kurdistanê 69 jin ji aliyê hevjîn, bira yan jî bavê xwe ve hatin kuştin.

Bihar Munzîr bal kişand ser zewicandina di temenê zarokatiyê de û got, piştî guhertina li Qanûna Statuya Şexsî ya li Iraqê gelek caran hewl hate dayin ku qanûneke li dijî mafên zarokan û li dijî mafên mirovan bê derxistin, lê belê qanûna navborî yekser li Herêma Kurdistanê nehat bicihanîn.

KUJERÊN JINAN BÊ CEZA DIMÎNIN

Bihar Munzîr ragihand ku li Herêma Kurdistanê ji aliyê bicihanîna qanûnan, bi taybetî di dozên kuştin û tundiya li jinan de kêmasiyên cidî hene û anî ziman ku pirsgirêk gelek caran bi rêya lihevkirina eşîran tê çareserkirin. Bihar Munzîr diyar kir ku kiryar nayên cezakirin, cezayên li girtîgehan jî tê kêmkirin û destnîşan kir ku divê pêkanînên welê bêne ferzkirin ku pêşî li dubarebûna sûc bê girtin.

Di dewama axaftina xwe de Bihar Munzîr işaret bi pirzewacê kir û got, mêrek li Herêma Kurdistanê li gel ku zewicî be dikare zewaca duyemîn jî bi fermî qeyd bike.

CIVAKA BAVIKSALAR BIRYARÊ LI SER JIYANA JINAN DIDE

Rêvebera PDO’yê anî ziman ku yek ji pirsgirêkên bingehîn ên li Herêma kurdistanê ew e ku jin nikarin biryarê li ser jiyana xwe bidin û bal kişand ser bandora eşîran û avaniya civakî ya baviksalar a li ser jiyana jinan.

Bihar Munzîr got, “Eger jin azad nebe, hinekî din li ser jiyana wê biryarê dide û wê kontrol dike, hingî timî dibe hedefa tundî û komkujiyan.”

‘DIVÊ CIVAKEKE WELÊ BÊ AVAKIRIN KU JIN LÊ AZAD Û EWLE BE’

Bihar Munzîr bal kişand ser kampanyaya li dijî kuştina jinan û bûyerên xwekuştina jinan ku ji aliyê Tora 8’ê Adarê û rêxistinên din ve hatiye destpêkirin. Di vê çarçoveyê de anî ziman ku kampanya tê meşandin karekî demdirêj e û qala girîngiya afirandina hişyarî û baldariya civakî kir ku bi rêya medya, huner û çalakiyên cuda bê afirandin.

Bihar Munzîr ji bo avakirina civakeke ku jin û hemû mirov lê azad û ewle bin, bang kir.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Di zarokatiyê de hate zewicandin, li gel zext û tundiyê jî jiyana xwe ava kir
Nûçeya Pişt re ROJEVA 25’Ê MIJDARA 2026’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Koçyîgît: Birêz Ocalan bi israr got ku ‘guherîna li Sûriyeyê divê demokratîk be!’

Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît, derbarê girtekên…

Ji aliyê Stêrk TV

Bayindir: Bêyî Abdullah Ocalan ti pêvajo ne rast in

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir wiha got: “Heke em berê xwe nedin Îmraliyê lê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Girtîgeha Sîncanê bêhiqûqî

Li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê bi hincetên bêbingeh berdana girtiyan tê astengkirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Bayik: PKK’ê bi têkoşîna xwe hebûna Kurdan bi her kesî da qebûlkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Di zarokatiyê de hate zewicandin, li gel zext û tundiyê jî jiyana xwe ava kir

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Banga 25’ê Mijdarê: Werin em têkoşînê ji bo jiyan, azadî û wekheviya jinan mezin bikin!

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Platforma Yekîtiya Neteweyî: Têkoşîna azadiya jinê li her qadê jiyanê dewam dike

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?