Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku PKK’ê bi têkoşîna xwe ya 50 salî ya PKK’ê re hebûna Kurdan bi her kesî daye qebûlkirin û got, “Niha jî ji bo demokrasî û azadiya Kurdan bi her kesî bide qebûlkirin em têdikoşin.”
Aycan ku di temenê zarokatiyê de bû dayik, li gel dûrxistina ji zarokên xwe û tundiya li gel malbata xwe, jiyana xwe jinûve ava kir. Aycan bi gotina “Jiyan û têkoşînê hilbijêrin, ne mirin an jî xwekuştinê” bang li jinan kir.
Rêvebera PDO’yê Bihar Munzîr anî ziman ku li Başûrê Kurdistanê tundiya li jinê, komkujiya jinan û bûyerên xweşewitandinê zêde bûne û destnîşan kir ku li civakeke ku jin azad û ewle nebe pêşî li tundiyê nikare bê girtin.
Parlamentera Wanê ya DEM Partiyê Gulderen Varli diyar kir ku azadiya jinê mercê bingehîn ê aştiyê ye û got, “Eger em aştiyê dixwazin divê em jiyaneke welê ava bikin ku jin lê nayên kuştin.”
Parêzera mafên mirovan Bûşra Muhammed Zekî got, tundiya li hemberî jinê êdî bi şêweyên cuda yên weke gef û şantaja dîjîtal jî tê kirin û li dijî zexta baviksalariyê banga têkoşîna civakî û parastina qanûnî kir.
Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) ragihand ku tundiya li hemberî jinê, darvekirin, destavêtin û komkujî êrişeke sîstematîk e û li ser bingeha xwweparastin û rêxistiniya jinê banga mezinkirina têkoşînê kir.

