Sêşem, 14 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî: Îradeya çareseriyê divê bi gavên şênber bê xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêpirsîna Komeleya Ahbap: 38 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêlîn Umît: Di pêvajoyê de her tişt di rê de nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo jiyanê destberdana ji bedena xwe: Greva birçîbûnê û rojiya mirinê yên li Tirkiye û Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 14’Ê TÎRMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên Apoyî: ‘Rêber Apo xeyalên Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bi Komara Demokratîk tacîdar bike’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Fermandariya YRK’ê cangoriyên 14’ê Tîrmehê bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nameya destpêkê ya ku Hayrî Dûrmûş beriya 46 salan ji girtîgehê nivîsî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ’14’ê Tîrmehê tarîtiya li ser hebûna gelê Kurd ji holê rakir’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Iraqê pêvajoya entegrasyonê: Gelo peymaneke nû ya 9’ê Cotmehê tê amadekirin?

    Ji aliyê Stêrk TV

    14’ê Tîrmehê nexşerêya berxwedan û jiyana azad e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    60 girtiyên jin ên din veguhestin Girtîgeha Evînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Merîwanê jinek hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP: Di 6 mehên destpêkê yên salê de 150 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêza pêşeng a veguherîn û birêxistinbûna demokratîk: Bakur

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji destpêka salê û vir ve li Herêma Kurdistanê 31 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Leyla Amûdê: YPJ hêza parastina jin û civakê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Belgefîlma “Rojiya Jiyanê” ya Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bê pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîma folklorê ya Kurd di Festîvala Navneteweyî ya Gallerê de bû yekemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Hozan Aydin çar albûmên nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çandê ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan helbestek weşand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Sûriyeyê di rojekê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Yuksel Genç: Gelê Kurd li benda gaveke şênber e
Kurdistan

Yuksel Genç: Gelê Kurd li benda gaveke şênber e

Koordînatora Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo Polîtîk Yuksel Genç anî ziman ku li gorî lêkolînên wan ên li qadê gel bi giranî li benda gaveke şênber e û têkildarî pêvajoyê xwedî sê meylan e.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Gulan 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Koordînatora Lêkolînên Qadê ya Sosyo Polîtîk Yuksel Genç ku ji destpêka pêvajoyê ve meyla gel a li qadê dişopîne, anî ziman ku li gorî daneyên bi dest xistine, destpêkê bi gel re fikar heye.

Yuksel Genç got, “Deklerasyona 27’ê Sibatê yek ji wan kêliyan bû ku fikarên gengaz ên li ser pêvajoyê xwe nîşan dan. Di vir de mesele tevlîbûna li naveroka deklarasyona Birêz Ocalan an jî bêbaweriya ji pêvajoya aştî û çareseriya demokratîk nîne. Weke tecrûbeyek ji pêvajoyên heta niha rû dan, bêbaweriya ji dewletê bû ku di vê mijarê de timî dek û dolaban digerîne.

Wekî din di nava demeke têkoşînê ya ji 41 salan de gel ji texmînan bêhtir PKK weke rêxistineke ku wê diparêze, ewle dike, maf û hiqûqa gel diparêze dibîne. Lewma banga ji bo fesixkirin û bêçekkirinê mirov xist nava valahî û xemgîniyekê. Bi esasî têkildarî bêçekbûna PKK’ê û pêvajoya xwe fesixkirinê ya PKK’ê, hesta destpêkê ya bi mirovan re bi vî rengî bû: ‘Di berdêla çi de, çima, em ê çawa jê bawer bikin?’

Lê belê piştî 27’ê Sibatê di encama wê yekê de ku naveroka deklarasyona Birêz Ocalan ji gel re hate vegotin, gel hate agahdarkirin û di mijara guhertina rêbaza têkoşînê ya stratejîk de gel hate îqnakirin de, 12’ê Gulanê dema biryarên kongreyê hatin eşkerekirin, qad bi giranî li benda vê biryarê bû.”

‘SÊ MEYL DERKETIN HOLÊ’

Yuksel Genç ragihand ku ji bo lêkolîneke nû ew li qadê ne û anî ziman ku di nava gel de sê meyl derketine holê. Bi dewamî got, “Em ji xwe hîn jî li qadê ne. Dema ku em pêvajoya piştî kongreyê dişopînin, em bi sê hestan re rû bi rû dimînin. Koma destpêkê dibêje, ‘Ocalan û dewlet ji xwe di çarçoveyeke diayr de li hev kirine, ew pêvajoyê dimeşînin, her tişt li ser rêya xwe ye’. Koma sêyemîn dibêje, ‘Em li bendê bimînin, bibînin bê wê bi ku ve biçe, çi dixwazin bikin’. Komeke din jî bi ti awayî ji pêvajoyê bawer nake û dibêje, ‘Wê me bixapîne, rîsk heye ku dawiya dawî têkoşîna me belasebep biçe’. Fikareke xwe ya bi fî rengî ye. Lê belê ji bo her sê beşan hîn jî pêvajo ji bo berpirsyariya avakirina civaka demokratîk bide ser milê wan, bi têrkerî nehatiye destnîşankirin. Yanî berpirsyariya civakî veneguheriye pêvajoyeke çareseriyê, aştiyeke mayinde û rewşeke reel a pêvajoyê, civak hîn li cihekî tevlîbûnê bi cih nebûye. Hest û meyla civakê bi giranî bi vî rengî ye. Yek dibêje, ‘Em dikarin çi bikin’. Beşeke girîng dibêje, ‘Em bişopînin, bibînin, binihêrin bê wê çi bibe’. Lê belê bêbaweriya ji dewletê hîn jî gelekî zêde ye.”

‘JI GOTINAN BÊHTIR BALA GEL LI SER KAR E’

Yuksel Genç li ser bendewariya gel a ji dewletê jî anî ziman ku bi taybetî zimanê dewletê dibe cihê fikaran û got, “Ya rast, ji destpêka pêvajoyê û vir ve gotinên alîgirên desthilatdariyê û nûnerên wê desthilatdariyê dibin cihê fikaran. Ji ber ku gotinên têne bikaranîn ji berpirsyariya pêvajoyê wêdetir, weke ku tiştekî bi soza hatiye dayin ve girêdayî ye.”

Yuksel Genç diyar kir ku ji meha Cotmehê dema destpêkirina pêvajoyê û vir ve du gavên gelekî girîng hatin avêtin û got, “Ya yekemîn bang û deklarasyona Birêz Ocalan, ya din jî kongreya PKK’ê û encamên wê bûn. Ev gav gelekî wêrek, radîkal û stratejîk bûn, lê belê dewletê li gorî van gavan ti gaveke şênber a ku bi berpirsyarî rabe, neavêtiye ku ev yek fikarên civakê zêde dike, bendewariyê jî kêm dike. Gelê Kurd li benda gaveke şênber e. Ji xwe gel guh nade gotinan. Bala xwe ne li ser wê yekê ye ku desthilatdariya AKP’ê gotinên xweş li ser aştî, xwişk û biratiyê bibêje; di nava pêvajoyê de heta niha ev jî nedît. Zimanekî xwişk û biratiyê yê wekhev het aniha nebihîst, lê bala xwe ne li ser wê ye. Civakeke welê ye ku ne li gotinê, lê dixwaze li kar binihêre. Ji ber ku pêvajoyên ji sala 1993’an û vir ve bi taybetî encamên şikestina pêvajoya 2013-2015’an nîşan da ku mirov ji gotinê bêhtir li encamên pratîkî dinihêre, dixwaze bi qasî PKK’ê dewlet jî veguherîneke radîkal bike û ji bo avakirina Tirkiyeyeke bi vî rengî gavên cidî biavêje.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Malbatên Altûn û Kaytan: Erk û wezîfeya me ye ku meşa wan bi azadiyê tacîdar bikin!
Nûçeya Pişt re Xelkê Amedê: Em şer naxwazin, ji aştiyê re amade ne
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Mêrdînê 16 ciwanên enternasyonalîst hatin binçavkirin

16 ciwanên ku li dijî êrîşên li ser Rojava ji bajarên cuda yên Ewropayê hatin…

Ji aliyê Stêrk TV

Dayikên Aştiyê: Aştî bi yek alî nabe, bila dewlet jî agirbestê ragihîne

Meclîsa Dayikên Aştiyê ji bo piştgiriya bi banga Rêber Apo ya 27'ê Sibatê li gelek…

Ji aliyê Stêrk TV

Nobeta Edaletê ya li Meclîsê di roja 24’an de ye

Rêxistina DEM Partiyê ya Rihayê serdana Emîne Şenyaşar a li Meclîsê Nobeta Edaletê didomîne kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Fermandariya YRK’ê cangoriyên 14’ê Tîrmehê bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nameya destpêkê ya ku Hayrî Dûrmûş beriya 46 salan ji girtîgehê nivîsî

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

’14’ê Tîrmehê tarîtiya li ser hebûna gelê Kurd ji holê rakir’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?